MELETÎ – Li Meletiyê 4 kes di çarçoveya lêpirsîna KCD’ê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatin girtin.
Li Meletiyê di 8’ê cotmehê de di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de 6 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeyên li emniyetê bi dawîbûn Alî Pîro, Hasan Basrî Çiplak, Saît Pektaş û Alî Yilmaz sewqî edliyê hatin kirin. Dozger bi îdiaya her çar kes “endamên rêxistinê ne” sewqî dadger kir. Dadger îfadeyên wan girt û bi heman îdiayê biryara girtinê derbarê her çar kesan da û ew şandin Girtîgeha Tîpa M a Meletiyê.
Husamettîn Kûrûltay ê 75 salî û Fatma Încesû piştî îfade dan dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
5 KES DI BINÇAVAN DE NE
Li aliyê din Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Akdaga Meletiyê Mahîr Aslan û Abûzer Adiyaman, Bîrgul Dogan, Azîz Dogan û Basrî Aslan ên di 10’ê cotmehê de hatibûn binçavkirin jî hêj li emniyetê di binçavan de tên ragirtin.