Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye

  • rojane
  • 09:15 14 Cotmeh 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen, der barê pêvajoya girtinê û tayinkirina qeyûm de got: "Bêguman operasyona li dijî me hat kirin, tenê armancek wê tuneye, gelek armancên wê hene. Mirov dikare wê di çarçoveya lêgerînên ji bo çareseriyê yên li Sûriyeyê, tiştên muhtemel ku piştî hilbijartina DYA'yê biqewimin û tengijîna polîtîkaya navxweyî de li ser bisekine." 

 
Hevşaredarê Şaredariya Qersê Ayhan Bîlgen ku di operasyona bi navê "Operasyona Kobaniyê" de hatibû binçavkirin û dû re hatibû girtin der barê pêvajoya binçavkirin û girtinê, armancên operasyonê û tayinkirina qeyûm de ji ajansa me re axivî. 
 
DI LÊGERÎNÊ DE KOVARAYA JINEOLOJIYÊ HATIYE DÎTIN 
 
Gava Ayhan Bîlgen hatibû binçavkirin, bi kîsikê di dest xwe de bala her kesî kişandibû. Bîlgen der barê vê yekê de got: "5 sal berê, bi îdiaya endamê rêxistina tevhîd-selamê me lêpirsîneke min a 40 rûpelî çêbûbû. Li wir jî pirsa herî krîmînal(!) pirsa, 'di çenteyê ku te bir malê de çi hebû?' bû:) Min gotibû, d çenteyê dibistanê yê çi hebin, di yê keça min de jî ew hebûn. Piştî hilbijartina şaredariyê, tayinkirina qeyûan dest pê kir. Lewma çenteyê me tim amade bû. Heta êdî ji pirsa 'çima qeyûm tê tayinkirin' bêtir, em bi pirsa 'Çima hê jî qeyûm tayinî Qersê nehatiye kirin' re rû bi rû mabûn. 7 dosyeyên min hene. Lewma em tim hay ji îhtimala ku wê serê sibehekê qeyûm tayin bikin hebûn. Di çenteyê min de tiştên lazim dikin hebûn, ji bo dema girtinê. Wekî çenteyê erhejê yê siyasetmedarekî muxalif tiştên herî lazim tê de bûn. Di hundir kîsikê di dest polîs de kovarên Jineolojiyê hebûn ku di dema lêgerînê de bi dest xistibûn." 
 
Her wiha Bîlgen anî ziman ku gava wan birine Emniyeta Enqereyê li wir ji ber xwarinê jehrî bûne û got: "Li Qersê bi çekên lûledirêj tenê operasyoneke bîrbiriyî hat kirin. Li Enqereyê xwarin û tualetên TEM'ê bi rastî jî trajîkomîk bûn. Tualetên wan li gor standardên YE'yê tualetên alafranga bûn. Lê belê tê de muslixa paqijkirinê tunebûn û ên din jî şikandî û xerabe bûn. Roja dudoyan em ji ber xwarinên wan jehrî bûn. Fîrmaya ku îhaleya xwarinê girtiye ya kê ye nizanim, lê wisa xuyaye karekî biqeenc kiriye. Di nava avê de 5 nokên xav an jî 8 polikên xav ên bi salçe hebûn. Xwarinên girtîgehê ji yên wir çêtir in, lê belê pêkanînên ecêb jî nîşan didin ku mantiq heman mantiq e. Di dema binçavkirinê de min 4 rojan tiştên avî vexwar û bi vî awayî ji derheqê nexweşînê derketim. Piştî seromê hin derman nivîsandin, lê ji ber ku ew derman jî diviyabû piştî xwarinê bihatan xwarin min ew nexwestin." 
 
ÎSTIFAKIRIAN MODELEK BÛ LI DIJÎ TAYINKIRINA QEYÛM
 
Bîlgen, der barê daxuyaniya xwe ji bo îstifayê de jî got: "Ji zû de min bi derdora xwe û rêveberên partiyê re nîqaş dikir ku Meclîsa Şaredariya Qersê dikare di nava xwe de rêveberiyekê ava bike. Ji ber ku der barê min de doz hebûn, min nedixwest bajêr hemû bi tayinkirina qeyûm bê cezakirin û lewma min dixwest li dijî vê partî li hev bikin û rêveberiyeke nû ava bikin û belkî ev ji bo tifaqa demokrasiyê jî bibe ceribandina modeleke xwecihî. Heger em nikaribin bi hev re bajarekî bi rê ve bibin, nexwe em ê di warê rêvebirina welatekî de çawa karibin civakê qaneh bikin? Heger kirdeya eslî ya îdiaya me ya siyasî gel be, nexwe divê em bêyî reflekseke îqtîdarparêz pêiya xwediyê rasteqîn ê vînê yanî pêşiya gel vekin." 
 
MIZGEFTA KU QEYÛM LÊ NIMÊJ KIR DÊRA RÛMAN E 
 
Bîlgen der barê qeyûmê ku çawa hat tayînkirin çû li ber şaredariyê nimêj kir jî got: "Binçavkirina endamên me yên meclîsê, rêvebirên me yên partiyê û hevşareara me bi temamî ji bo plana qeyûm bû. Şaredariya Qersê avahiyeke kevn a ûrisan e û mizgefta navendî ya li jora wê jî berê dêra rûman bû. Pirtûkên ewil ên ku min ji pirtûkxaneya girtîgehê girtine jî behsa Rojhilata Navîn a dema Fatimiyan û Selçûkiyan dike. Mixabin ev erdnîgarî hezar sal in heman şaşiyan dubare dike." 
 
LÊGERÎN NE LI DIJÎ HDP'Ê YE 
 
Hevşaredar Bîlgen, der barê gotinên ku tên gotin "tevgereke nû dide destpêkirin" de jî got: "Ji zû de ye siyaseta Tirkiyeyê xitimiye. Siyaseta neçareseriyê li dar e û tevahiya civakê bedêla vê yekê dide. Heya em çareseriyê ji îqtidarê bixwazin, divê em li ser qebîliyeta muxalefetê hûr bibin ku alternatîfekê ava bike. Nêzî 100 partî hatin avakirin, lê ji ber hemû li ser asasên rêberiyê ne, pêşî li ber civakê tê girtin ku bi awayekî çalak daxilî nav siyasetê bibe. Ji bo ev çerxa stewr bi dawî bibe, pêdivî bi siyaseteke çalak, gavine ku ezberê serobino bikin heye." 
 
Her wiha Bîlgen, destnîşan kir ku ev "lêgerşn" HDP jî di nav de ne li dijî tu aprtiyê ye û got, ev yek divê civak wekî muxatab esas bê girtin û li ser vî asasî bê avakirin. Bîlgen anî ziman ku helbet divê HDP'ê ligel hemû zor û zehmtiyan kêmasiyên xwe bi wêrekî erxne bike û bêyî ku têkeve nava refleksa parastinê û nîqaş bike ku çima li gor rêgez û îdiayên xwe yên dema hatibû avakirin aşkerekirine dofireh nabe. Bîlgen got: "Di siyaseta Tirkiyeyê de zext û zorî partiyeke siyasî paş de nabin. Mînaka herî berbiçav jî di çaryeka salên 90'î de Partiya Refahê ye. Girêdan û meşrûiyeta we ya civakiyî her tiştî diyar dike. Heta carinan dîkekirin eleqe û meraqê zêdetir dike. Gefa eslî jî rizandin û nehilberandina çareseriyê ye." 
 
Bîlgen di berdewamiya axaftia xwe de got: "Heger muxalefet ji bo çareserkirina pirgsirêkên ku kûr bûne baweriyê nede de, ne mimkun e ku bibe laternatîf." 
 
'OPERASYONA HATIYE KIRIN GELEK ARMANCÊN WÊ HENE'
 
Bîlgen ji bo operasyona pêk hatiye jî got: ""Bêguman operasyona li dijî me hat kirin, tenê armancek wê tuneye, gelek armancên wê hene. irov dikare wê di çarçoveya lêgerînên ji bo çareseriyê yên li Sûriyeyê, tiştên muhtemel ku piştî hilbijartina DYA'yê biqewimin û tengijîna polîtîkaya navxweyî de li ser bisekine. Îqtidar nikare vê operasyonê ji derdora xwe re vebêje. Hin kes ji binî ve mehkûmkirinê tercîh dikin, hin jê jî ji bo operasyonê wekî tiştekî mafdar nîşan bidin hin îzahên cuda dikin." 
 
SILAV LI GELÊ QERSÊ KIR
 
Bîlgen bi rêya ajansa me silav li gelê Qersê kir û got: "Xwedîderketina li destkeftiyên xwe ya gelê Qersê pir girîng e. Tita hatiye destpêkirin dibe k cardin jî bi ser bikeve. Rêveberiya ku hesab dide, bi civakeke ku hesab dipirse pêkan e. Divê ser nelirêtiyên berê hatine kirin neyê girtin û tecrûbeya rêveberiya ku divêtiyeke jiyana bi hev re esas bê girtin û paş de gav neyê avêtin. Nexasim jî destkeftiay herî girîng ew e ku jin daxilî nav rêveberiya bajêr bûn. Berê jî me gelek caran gotiye, wê gelê Qersê di hilbijartina ewil de helwesta xwe ya dijî tayinkirina qeyûm nîşan bide. Bi taybetî jî xebatên kooperatîfbûyînê û çalakiyên çandî bêyî şaredariyê û bêyî îqtidarê jî pêkan in û divê ev yek bê pêş xistin." 
 
MA / Sedat Yilmaz 
 

Sernavên din

15/10/2020
09:47 Gefa ‘tu yê serê xwe bitewînî’ li girtî xwarin e
09:11 Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Wanê di roja 32'yan de ye
09:11 Ên xwezayê diparêzin tên cezakirin
09:11 Karkerên Soda Sanayiyê: Taloqkirina grevê êdî bûye polîtîkayeke asayî ya hikumetê
09:11 Partiyên siyasî: Welêt nayê birêvebirin, hilbijartina pêşwext divê
09:11 ‘Xebatên siyasî bûn mijara fezlekeyan'
09:11 Qedexeya li Wanê 4 sal in didome: Binpêkirinên mafan zêde dibin
09:10 Stenbolî ji rewşa aborî ya heyî nerazî ne
09:10 MED-DER perwerdehiya kurdî ya serdema nû dide destpêkirin
09:00 ROJEVA 15'Ê COTMEHA 2020'AN
14/10/2020
22:38 Extiyar û astengdar jî di nav de gelek kes li Colemêrgê binçav kirin
21:11 9 hezar û 14 mirov li Tirkiyeyê bi Covîd-19'ê mirin
17:22 Kadrî Bagdû li ser gora xwe hat bibîranîn
16:50 Derket holê ku hemşîreya hatiye revandin hatiye qetilkirin
16:45 Tanrikûlû: Gelo wê destûr ji tu lîstika kurdî re neyê dayîn?
16:39 Ozsoy: Helwesta Tirkiyê Ewropayê dide zorê
16:25 Dayikên aştiyê piştî 9 rojan derxistin edliyeyê
16:23 Adnan Bîlen: Em ê rûmeta rojnamevaniyê biparêz in
16:13 Ji Walîtiya Stenbolê lêpirsîna ‘Bêrû’yê
16:07 Beştaş: Di bin navê ‘piraniyê’ de saziyên xwe çê dikin
15:43 Konseya Ewropayê: Girtina nûçegihanên MA’yê tehdîda di asta yekemîn de ye
15:21 Kadrî Bagdû hat bibîranîn: Bila lêpirsîn bi bandor bê kirin
15:06 Platforma Zimanê Kurdî ji Dîyanetê daxwaz kir ku xizmetên bi kurdî bên dayîn
15:05 Rojda Bariş a endama Komeleya Rosayê hat berdan
15:03 ÎHD’ê xwest ji bo bûyera penaberan lêpirsîna çalak were destpêkirin
14:50 Li Meletiyê 5 kesên din jî hatin girtin
14:29 Îmamoglû bertek nîşanî qedexeya ‘Bêrû’ da
14:08 Derbarê 6 parlamenteran de 10 fezlekeyên nû hatin amadekirin
13:42 Şandeya HDP’ê li cihên şewatê lêkolînan kir
13:27 Ji bo lêkolîna bûyera helîkopterê wê li benda encama lêpirsînê bê sekinandin
13:07 AYM: Hesabê medya civakî yê şexsî nêrîna saziyê nîşan nade
12:58 Polisan bi ser Navenda Çandê ya Îdîlê û TAYAD’ê de girtin
12:51 Şertê ‘girtîgeha malê’ ya hevşaredar Dîken rabû
12:49 20 roj in 8 cenazeyan li morgê radiwestînin
12:05 HDP: Kurdî û şanoya kurdî nikare bê qedexekirin
11:52 Şandeyeke Şengalê çû Bexdayê
11:25 Cezayê 19 bersûcên Komkujiya Enqereyê hatin erêkirin
11:25 Lîstikvanên Bêrûyê: Kurdî temûl nakin
09:16 Di şikefta sedsalane de kevneşopiya veşartina penîr û mast didome
09:15 Bîlgen: Operasyona hat kirin operasyoneke piralî ye
09:15 Cenazeyên penaberên eskeran berê wan dabû nav erdê bi mayin li morgê tên sekinandin
09:13 Karkerên madenê: Daxwaza me, em tazmînatên xwe bistînin
09:13 Binpêkirinên mafan û qedexeyên li girtîgehan ên di dema şewbê de
09:12 ‘Mirinên gumanbar baş nayên lêkolînkirin û ser wan tê girtin'
09:11 PADÊ: Wê zarokên êzidî Şengalê biparêzin
09:11 Şakar: Tekane alternatîfa Modernîteya Kapîtalîst Modernîteya Demokratik e
09:00 ROJEVA 14'Ê COTMEHA 2020'AN
13/10/2020
23:59 'Qedexekirina Bêrûyê li dijî kurdî û xweîfadekirina azad darbeyeke mezin e'
19:25 62 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
19:01 Helbestvan Ulku Bîngol 'Dengê Pepûkê' îmze kir
18:25 Nehiştin parêzer muwekîla xwe rojnamevana girtî Şehrîban Abiyê bibîne
18:11 Lîstika kurdî bi hinceta 'pergala cemaweriyê xera dike' hat qedexekirin
17:51 Hevseroka HDP'a Sûrê Hatûn Yildiz hat berdan
16:26 Wê li 10 cihên dîrokî dengê stran û muzîka kurdî olan bide
15:27 Derbarê kesên ku bertek nîşanî Avzêmên Mûnzûrê dan lêpirsîn dan destpêkirin
15:19 Welatiyê ku li Sûsûrlûkê hatibû kuştin li Mêrdînê hat veşartin
15:04 Cenazeyê Ferhat Y. di avahiyek kavil de hat dîtin
15:04 Sîxûrtî li rêveberê HDP’ê hat ferzkirin
14:37 Li Meletiyê kesek din hat girtin
14:37 Sancar: Meşa me ya pîroz berdewam dike
14:19 Dema binçavkirina dayikên aştiyê cara duyemîn hat dirêjkirin
14:01 Li Îzmîrê, parêzer wê tevlî danişînan nebin
14:00 Rojnameger: Ji bo rojnamegeriyê qerta çapemeniyê ne pîvan e
13:44 Seroka Odeya Bijîjkan a Aydinê Esat Ulku jiyana xwe ji dest da
13:35 Ji bo çareserkirina pirsgirêka ceyranê endamtiya AKP’ê pêşniyarî wan kirin
13:31 Li Antalyayê 2 kes hatin binçavkirin
13:20 Li rojnameger Dayan 5 sal û 10 meh cezayê girîgehê hat birîn
13:19 Danişîna doza rojnameger Dogrû taloq bû
12:46 Danişîna xebatkarên TV10 hat taloqkirin
12:44 Hevrîn Xelef li ser gora wê bi bîr anîn
12:23 Cenazeyê Karay di bin dorpêça eskeran de hat definkirin
11:27 Wê wezaret hêzên ewlehiyê yên sûc dikin biparêzin!
11:10 Ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Qeyûmê Qersê dest bi tesfiyekirina şaredariya civakî kir
10:24 Li 6 taxên Sûrê kevir nehiştine, niha çav berdane taxên din
10:14 35 sal in êşkence, zext, girtin û koçberî li ser wan tê sepandin
10:02 'Ger PDK bikeve Şengalê wê dewama fermanê bê'
09:17 Pîşeya hesinkariyê li dijî teknolojiyê li ber xwe dide
09:17 Piştî 7 mehan Kovara Zrîngê bi formatek nû derket
09:16 Di 12 rojan de ji 94 kesan 42 kes hatin girtin
09:15 Li Kerkûk-Şengal-Maxmûrê çi tê armanckirin?
09:14 Şert danîn ber wan: Bibin endamên AKP'ê em tabletê bidin we!
09:14 Girtîgehê betaniyên girtiyan ji wan stendine
09:13 6 sal in cinayeta Kadrî Bagdû nehatiye zelalkirin
09:12 Arsûzî ne kana madenê jiyanê dixwazin
09:12 Temaya îsal a Mîhrîcana Fîlmên Kurdî ya Newyorkê yekîtiya neteweyî ye
09:11 Piştî polîsan bi ser malê de girt lal bû
09:11 Pîr Şanli: Piştî bertek kêm bûn armanca eslî ya li avzêman derket holê
09:10 Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika 'Elîzabeth' deriyê xwe vedike
09:09 Doç. Dr. Guneş: Plana emperyalîzmê li Kurd û Filîstîniyan nehat
09:00 ROJEVA 13'Ê COTMEHA 2020'AN
12/10/2020
20:56 Li Tirkiyeyê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane bû 8 hezar û 895
16:17 Li Meletiyê 4 kes hatin girtin
16:15 Mizrakli: Ger hûn rêwiyê heqîqetê bin, divê her rewşê hûn wê biparêzin
16:03 Şandeya HDK’ê çû serdana sersaxiya Servet Tûrgût
15:16 HDP çû serdana malbatên xizmên xwe di teqînê de winda kiribûn
15:10 Endezyar Arîn Zumrut hat berdan
15:08 Polis û leşkeran karkerên medenê asteng kirin
15:06 TTB: Daneyên koronayê yên fermî û yên di destên me de hev nagirin
14:53 Li Girtîgeha Menemenê hejmera girtiyên bi vîrûsê dikevin zêde dibin