NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 57 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 671 kesên din jî pê ketine.
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.
Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 57 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 671 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 9 hezar û 14 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 340 hezar û 450.