ENQERE – Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, qedexeya çalakiyan a li bajar ku hezar û 500 roj in didome ber rojeva meclisê û got ku AKP qedexeya guhdar nake.
Qedexeya çalakiyan ku ji aliyê Walîtiya Wanê ve ji 15 rojan carekê li bajar tê nûkirin, hezar û 500 roj li pey xwe hişt. Herî dawî Walîtiya Wanê, duh qedexeyê 15 roj in din dirêj kir. Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, qedexeya çalakiyan a li bajar ku hezar û 500 roj in didome bi pêşnûmepirsekê bir rojeva meclisê.
Sarisaç, di pêşnûma pirsa xwe de destnîşan kir ku Rewşa Awarte li Wanê nehatiye rakirin û mafên maqeqanûnî ji holê hatine rakirin. Sarisaç, di pêşnûmeya xwe de daxwaz kir ku binpêkirinên mafan ên ku di qedexeya bênavber 4 sal in didome de bên lêkolînkirin û pêkanînên antî-demokratîk ên li dijî welatiyan bên tespîtkirin.
Her wiha Sarisaç, da zanîn ku qedexe ji bo herkesî derbasdar in û got ku AKP qedexeyan guhdar nake.