AMED – Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di navbera 23-24’ê cotmehê de bê Amedê û dê hin hevdîtinan bike.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, di navbera 23-24’ê cotmehê de bi heyetekê re bê Amedê. Hat hînbûn ku wê Sancar 2 rojan li Amedê bimîne û dê hin hevdîtinan bike. Sancar û heyeta pê re dê di 23’ê cotmehê de di navbera saet 16.00-19.00’an de li Oteleya Radison Blueyê bi nûnerên Rêxistinên Sivîl re hevdîtinek bike. Di 24’ê cotmehê de jî saet di navbera 10.00-13.00’an de li Otela Nevgardinê bi nûnerên partiyên kurd re bê gel hev. Her wiha wê di roja duyemîn a serdana xwe de li kolana Gaziyê ya navçeya Sûrê jî serdana esnafan bike.