AMED - Di doza Medenî Yildirim de, dadgehê daxwaza girtina bersûc Adem Çîftçî red kir û biryar da ku bersûc beşdarî danişînan nebe.
Di 28'ê Hezîrana 2013'an de dema protestoya çêkirina qaleqol-qereqolan ên li gundê Hêzan ê Licêya Amedê de Medenî Yildirim ê 19 salî bi guleya eskeran hatibû kuştin. Danişîna 11'emîn doza "Kuştina bi zanebûn" li Adem Çîftî hatibû vekirin, li 7'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Dayika Yildirim Fahriye Gunduz, parêzerên wî Sîdar Avşar, Ercan Yilmaz û Sevcan Delîdere beşdarî danişînê bûn. Bersûc Çîftî û parêzerê wî bi SEGBÎS’ê tevlî danişînê bûn.
'AXAFTINA DAYIKA WÎ BIRÎ’
Piştî danasîna nasnameyê, danişînê dest pê kir. Dayika Medenî Yildirim Fahriye Gunduz di danişînê de axivî û got: “Bi salane danişîn dewam dike.” Serokê Dadgehê li ser vê yekê axaftina dayika Yildirim birî û ji re got: “Heya ku mijarên kêm bên temam kirin, emê mafê axaftinê bidin te.”
PARÊZERAN KES KU BERSÛC BÊ GIRTIN
Parêzerên malbata Yildirim, xwestin mijarên kêm ên di dosyeyê de bên temamkirin û derbarê bersûc de biryara girtinê bê dayîn. Parêzerê bersûc jî xwest ku muwekîlê wî beşdarî danişînin ne be.
Dadgehê piştî navberê, têkildarî ketin û derketina guleyên li canê Yildirim ketibûn rapor xwest, daxwaza girtina bersûc red kir, biryar da ku bersûc beşdarî danişînan nebe û danişîn taloqî 4’ê Sibatê kir.