Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin

  • rojane
  • 09:08 23 Cotmeh 2020
  • |
img

AMED – Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, anî ziman ku ên li ber partya wan rûniştine û bi awayekî fizîkî û devkî êrîşan dikin ji aliyê îqtidarê ve hatine organîzekirin û çapemeniya hewzê jî wan sor dike û got, walî emr daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan. 

416 roj in malbatên bi îdiaya rêxistinê zarokên wan revandine li ber avahiya HDP'ê ya Amedê ne. Çendî ku ji bo ev kes ji vê derê rabin rêvebirên partiyê serî li saziyên fermî dabin jî heya niha tu gav nehatine avêtin. Ev malbat, di koneke ku fiyetê wê li dor 20 hezar TL'yî de dimînin û heya niha Suleyman Soylû, Emîne Erdogan û hin wezîr serdana wan kirine. 
 
Her wiha ev kes, her tim bi devkî û fizîkî êrîlê dibin ser kesên tên partiyê û gava êrîş dikin jî polîs bi tu awayî mudaxileyî wan nakin. HDP'iyên bertek nîşan didin jî an tên binçavkirin, girtin an jî der barê wan de lêpirsîn tên destpêkirin.
 
Ev kesên ku bi beramberiya pere û kar li ber avahiya HDP'ê hatine rûniştandin, herî dawî êrîş biribûn ser Parlementera HDP'ê ya Amedê Remziye Tosûnê. Gava Tosûn hatibû avahiya partiyê van kesan xeber jê re gotibûn û heqaret lê kiribûn. Îjar gava Tosûnê bertek nîşan dabû, polîsên li wir dîmenên dema bertekdayînê tenê girtibûn û serwîs kiribûn. Pitî dîmen hatibûn serwîskirin Serdozgeriya Komarê ya Amedê jî der barê Tosûnê de lêpirsîn dabû destpêkirin. 
 
Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan beriya ku were binçavkirin ji ajansa me re axivîbû û nêrînên xwe yên derbarê zextên li ser HDP'ê vegotibû. Ceylan anî ziman ku ên li ber partya wan rûniştine û bi awayekî fizîkî û devkî êrîşan dikin ji aliyê îqtidarê ve hatine organîzekirin û çapemeniya hewzê jî wan sor dike û got, walî emr daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan. 
 
BI AWAYEKÎ ORGANÎZEKIRÎ TÊN KIRIN 
 
Ceylan, anî ziman ku ên li ber partiya wan rûniştine hin ji wan ji aliyê hin kesan ve bi zorê hatien rûniştandin û hin jê jî hatine qanehkirin û got, ji roja roj de dibêjin muxatabê daxwazên van kesên navbirî ne ew in. 
 
Ceylan, bilêv kir ku partiya îqtidarê rê li ber van kesan dixe û got: "Têkiliya wan bi îqtidarê re heye û îqtidar jî dixwaze wan bi xwe ve girêbide û li gor pêdiviyên xwe wan bi kar bîne. Dibe ku fikra me û wan ne wekhev be û dibe daxwazên wan hebin û mafê wan ên daxuyaniyê bidn jî heye. Lê belê radibin êrîşî HDP'ê, aktivstên HDP'ê û endamên HDP'ê dikin. Nexasim jî êrîşê dibn ser parlementeran. Çêrine ku nayên qebûlkirin dikin, lê çapemenî evana nade. Lê gava hevalên me bersiva êrîşan didin jî roja din tên binçavkirin. Bi van êrîşan dixwazin pêşî li ber xebatên me bigirin. Dixwazin partiya me krîmînalîze bikin. Bi vî awayî dixwazin pêwendiya me ya bi gel re qut bikin. Îqtidar ji bo vî awayî van malbatan bi kar tîne." 
 
ÇAPEMENIYA ÎQTIDAR WAN SOR DIKE 
 
Ceylan, diyar kir ku ji ber kesên çalakiya rûniştinê dikin avahiya partiya wan tim di bin dorpêça polîsan de ye û kesên tên partiyê jî nasnameyên wan tên kontrolkirin. Ceylan, diyar kir ku çapemeniya hewzê jî van kesan sor dike û got: "Bi giştî 10 kesaên, lê ji bo van 10 kesan 200 polîs tên. Polîs qaşo ji bo parastina wan tên, lê halbûkî avahiya partiya me dorpêç dikin. Gava em bixwazin çalakiyekê li dar bixin dibin asteng. Rojnamevanên nêzî îqtidarê jî malbatan sor dikin û wan bera me didin. Gotinên nexweş bi wan didin kirin. Ev tişt di çapemeniyê de cih nagirin, lê gava hevalên me bertek nîşan didin demildest bi awayekî asparags serwîs dikin dibêjin 'HDP'ê êrîş bir ser malbatan, 'Malbat proveke kirin.' Ev derew im. Bila werin bi dîmenan gişa parve bikin. Ev malbat bi awayekî dijminane tevdigerin. Bi vî awayî naxwazin em kar û barên xwe yên siyasî bikin. Nêzîkatiya wan ne nêzîkatiyeke hiqûqî ye. Siyasî ye. Dixwazin HDP'ê bi awayekî din nîşan bidin. Lê ligel ev qas kirinên wan ên antîdemokratîk jî em berbayî wan gotinên wan ê xirab neketin." 
 
Ceylan, diyar kir ku kes nikare ji ber kesên tevli PKK'ê bûne yan jî ji ber polîs û eskerên di destê PKK'ê de ne HDP'ê sûcdar bike û got: "HDP, partiyeke 8 salî ye. Em ne berpirsiyarê wan in. 100 sal in pirgirêka kurd heye. Musebîbê evana ne em in. Berpirsiyariya me aştiyeke civakî û azadî ye. Ên HDP'ê tawanbar dikin jî baş dizanin ku HDP kesî naşîne çiyê. Yanî tişta dikin manîpulekirin e. Siyaseta ku li dijî HDP'ê tê kirin zilm e." 
 
EMNIYET: BILA KES MUDAXILEYÎ WAN NEKE 
 
Her wiha Ceylan anî ziman ku walî emr daye midûriyeta bajêr ku bi tu awayî kes dest nede van kesan. Ceylan, anî ziman ku lê gava malbatên li ber derî êrîşê tînin ser me û em ji polîsan re dibêjin polîs dibêjin 'ji ber bi kurdî dibêjin em fêm nakin.' 
 
'ÇARESERÎ AŞTÎ YE' 
 
Ceylan anî ziman ku çapemeniya berbelav jî heya niha der barê mijarê de bi wan re neaxiviye û bereksê wê daxuyaniyên wan jî manîpule dikin.
 
Herî dawî Ceylan destnîşan kir ku HDP ji bo aştiyê têdikoşe û got: "Têkoşîna di vî warî de ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahiya civakê tê kirin." 

Sernavên din

23/10/2020
12:41 Dest bi îfade girtina 21 kesên li Mereşê hatibûn binçavkirin hat kirin
12:30 Li Mûşê 5 kes hatin binçavkirin
12:27 Kaniyên Mûnzûrê bi betonê tê wêrankirin
12:02 Li gundê ser sînorê Rojava şewat derket
12:01 Serokwezîrê berê yê Iraqê Ebadî li dijî lihevkirina li ser Şengalê derket
11:47 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:34 Civîna HTŞ’ê rastî êrîşê hat: 15 kes mirin
11:19 Karkerên madenê yên emekdar yekemîn qezenca xwe bi dest xistin
10:46 Agir berda hucreya lê dima
10:36 10 meh ceza li rêveberê HDP’ê hat birîn
10:25 Rêveberiya Xweser: Bila Rûsya û Amerîka berpirsiyariyên xwe bi cih bînin
10:15 Armancên Wezareta Dadê: Wê 39 girtîgehên nû werin çêkirin
09:42 Li Esenlerê zilamekê xwest hevjîna xwe qetil bike
09:34 Li Mêrdînê ‘şahidên nepen’ sexte derketin
09:10 DEDAŞ'ê ji 13 gundên Basa re nêzî 8 trîlyon fature birî
09:09 Erbaş: Sedema bêhiqûqîtiyê neçaresekirina pirgsirêka kurd e
09:08 Hevserokê HDP'ê yê Amedê Ceylan: Êrîşên li ser HDP'ê bi destên îqtidarê tên organîzekirin
09:08 Banga ciwanan a ji bo budçeyê: Deynên KYK'ê xera bikin
09:07 Esnafên çarşiya ku dê bê xerakirin doza cihekî dikin
09:07 Girtiyê nexweş Yaman nikare bi tena serê xwe avê jî vexwe
09:06 ‘Ê bertîl stendiye û yê bertîl dane li holê ne'
09:05 ‘Wê aborî nikaribe heya 2023'yan li ber xwe bide, hilbijartina pêşwext divê'
09:05 Hem wî xistine hucreyê hem jî dermanên wî nadinê
09:00 ROJEVA 23'YÊ COTMEHA 2020'AN
22/10/2020
19:52 Li Tirkiyeyê 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine
19:48 'Em ê li hemberî êrîşan serî daneynin û berxwedana xwe mezin bikin'
16:56 9 sal cezayê girtîgehê li cîgira hevşaredara berê ya Farqînê hat birîn
16:24 Di doza Medenî Yildirim de bersûc wê beşdarî danişînan nebe
16:09 Hevserokên HDP’a bajêr û navçeyê yên Amedê hatin binçavkirin
16:01 Vê carê li Elkê şewat derket
15:59 TUHAD-DER: Bila pirsgirêkên li Girtîgeha Tîpa F a Wanê bên çareserkirin
15:53 Cenazeyê 4 endamên HPG'ê rakirin morga Edeneyê
15:51 Jinên Êzidî: Ji bilî Şengalê, em vînek din nas nakin
15:24 ECPMF: Rojnamegerên li Wanê hatin girtin demildest berdin
15:18 AYM’ê xwest lêpirsîna mirina Haci Zengîn ji nûve were kirin
15:08 Mûstafa Aslan ê Melek qetil kir hat girtin
14:51 Ji bo Dozgîn Temo muebbeta giran hat xwestin
14:50 Eren Keskîn: Em ne mecbûrin mîna dewletê bifikirin
14:20 Danişîna 18 HDP’iyan hat taloqkirin
14:11 Malbata Gunduz a PKK’î cenazeyê keça xwe xwest
14:07 ‘Zemkirina avê zilma qeyûm e’
13:53 Onlu: Bi doza Gulistan Dokû çit ê veşartin?
13:48 Rojnamevan Cemîl Ûgûr: Ya ku hatiye girtin rojnamevanî ye
13:24 Di 9 mehên salê de 29 rojnamevan hatine girtin
13:24 Girtiyê di qarantînayê de derp kirin
13:12 ‘Budçeya qesrê, şer û sermayê ye’
12:56 DAD’ê nivîsên nîjadperest ên li Pendîkê şermezar kir
12:46 Rojnameger Demîr giliya hesabê JÎTEM'ê kir
12:41 Li Amedê, polîsan bi ser avahiyên HDP’ê yên bajar û navçeyê de girtin
12:23 Budçeya 2021’an a Wezareta Karên Navxweyî dê mirinên nû bîne
11:51 Materyalên dijital ên di serdegirtina Ozgur Gundemê de winda bûn!
11:38 Parêzeran ji bo hevdîtina Îmraliyê serlêdan kirin
10:54 Zilamên tevli atolyeyên TJA’yê bûn: Pêwîste ku zilam jî têbikoşin
10:33 HDP: Sedema mirina penaberan polîtîkayên dewletê ne
09:58 HDP'ê helbestvanê mezin Cegerxwîn bibîr anî
09:17 Li Girtîgeha Kurkçulerê agir derket
09:16 Ala tirk bi avahiya HDP’ê ve daleqandin
09:14 'Heger Zaînal û malbata wî bidana ber lêpirsînê wê Gulîstan bihata dîtin'
09:13 Sewalvan ji rewşa heyî nerazî ne
09:13 'Di warê tecrîdê de CPT durû tevdigere'
09:12 ‘Heger li Wanê erdhejek çêbibe wê bibe sedema karesateke pir mezin'
09:11 Di qada perwerdehiyê de negirtina tevdîran û bandora wê ya li zarokan
09:11 Dîmenên dema bertîlstendinê yên der barê Bendava Ilisûyê de bi dest ketin
09:10 Hevdîtinên ji bo heqê karkeran xitimîn: Wê karker dest bi grevê bikin
09:09 Betal, karker, KHK'yî: Wê quşxane bi saya HDP'ê bikele
09:00 ROJEVA 22'YÊ COTMEHA 2020'AN
21/10/2020
20:33 Di 24 saetên dawî de 2 hezar û 13 kes bi Covîd-19'ê ketine
20:30 Serbijîşkê Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Amedê ji peywirê girtin
17:07 Birayê din jî jiyana xwe ji dest da
17:06 Olûç: Daraz ji bo ku kujerên Elçî ceza neke, 5 sal in dozê eware dike
16:52 Danişîna doza cînayeta Mûsa Anter dîsa taloq bû
16:27 Wê Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sancar serdana Amedê bike
15:51 Doza Tahîr Elçî hat taloqkirin
15:44 Li Mereşê hejmara binçavkiriyan derket 12'an
15:40 Li Amedê girtiyên nexweş jî di nav de 42 girtî hatin sewqkirin
14:57 TJA’yî bi jinên ku li tekstîlê dixebitin re hatin gel hev
14:37 Li Konyayê zarokek ji Sûriyê hat kuştin
14:31 Li Pulurê cenazeyê şivanek hat dîtin
14:30 DEDEF: Mûnzûr azad e û wê azad biherike
14:24 Li Şirnexê 3 kes hatin berdan
14:01 Doza Tahîr Elçî: Bersûc wê bi SEGBÎS’ê werin guhdarkirin
13:49 Cenazeyê yek ji kesên ku bi ser mayînan de hatibûn şandin li ‘goristana bêkesan’ hat veşartin
13:32 HDP’ê ji bo aşkerakirina goristanên serokên kurd pêşniyarqanûn da meclisê
13:28 Testa DNA’ya Ersayan derket lê cenaze li holê nîne
13:18 Li Amedê jinek hat qetilkirin
13:17 Li Bedlîsê bi pîleya 3.5 erdhej çêbû
12:58 Di doza Elçî de ji bersûcan hat pirsîn: Hûn dixwazin beşdarî danişînê bibin?
12:46 Daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Ocalan hat redkirin
12:34 Li Wanê hezar û 500 roj in qedexe didome: AKP qedexeyan guhdar nake
12:16 Li Mereşê 7 kes hatin binçavkirin
11:45 Di doza Tahîr Elçî de sepana akredîteyê danîn pêşiya rojnamevanan
11:37 Li Girtîgeha Tîpa E ya Ordûyê angaşta gefa kuştinê
11:17 Doza derbarê kuştina Tahîr Elçî de dest pê kir
10:48 TSK wê ji 6 noqteyên din ên çavdêriyê vekişe
10:28 Erdê çandiniyê werguherî sergo
10:28 Ew şewat qet netefiya
10:17 Şerha muxalefetê ya Ajansa Hawirdorê: Wê pêvajoya ÇED’ê bê bêvenêrînkirin
09:48 25 fezlekeyên nû pêşkêşî meclisê bûn
09:25 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar derket
09:24 Çiyayê Cûdî, Gabar û Besta 5 meh in dişewite