Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke

  • rojane
  • 09:03 1 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, diyar kir ku Peymana Şengalê de, dê rê li pêş êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê veke. Bayindir gotina Mesûd Barzanî a "Heta sax bim ez nahêlim hêzên kurd di nava xwe de şer bikin" bi bîr xist û got: “Lazime ku PDK dev ji polîtîkayên şaş berde û îmzeya xwe ji peymanê vekişîne.”

Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Rêveberiya Herêma Kurdistanê ya Federe di 9'ê Cotmehê de Peymana Şengalê îmze kirin. Bi vê peymanê dixwazin yekîneyên parastina xwecihî ya piştî komkujiya DAIŞ'ê ya di 3'yê Tebaxa 2014'an de pêk anî, li Şengalê hatibûn avakirin, ji herêmê derxin. Bertek û nerazibûnên li dijî peymanê zêde dibin. Hevserokê Giştî yê Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî bertekên xwe anîn ziman. Bayindir, anî ziman ku piştî Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî hat hilbijartin dewleta Iraqê stratejiyeke nû danî pêşiya xwe û got: “Dewleta Iraqê ya Navendî dixwaze hêzên di nav sînorên Iraqê de wekî yên Şengalê ku xwe diparêzin û bi rê ve dibin belav bike. Ev stratejiya Iraqê ye. Wexta ku DAÎŞ’ê di sala 2014’an de êrîşî Şengalê kir, reva pêşmergeyên PDK’ê gelê kurd pir êşand. Ji ber êrîşên DAÎŞ’ê bi sed hezaran êzîdî koçber bûn, dîl hatin girtin û di qetlîameke mezin re derbas bûn. Zarokên kurd, li dijî vê yekê parastina xwe kirin û şeş sal in civakê diparêzin. Niha Iraq gefa li vê parastinê dixwe." 
 
‘PEYMAN DERVEYÎ ARMANC Û DAXWAZÊN GELÊ KURD E’
 
Bayindir, anî ziman ku hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ev demeke dirêj e ku dixwaze pergala Şengalê perçe bike, wê derê dagir bike û got: “Pêdivî û stratejiyên dewleta Tirk, Iraqê û Hikumeta Başûr li cihekê gihiştine hev. Peymana ku di 9’ê Cotmehê de hatiye îmzekirin bê îradeya gel û hêzên Şengalê hatiye îmzekirin. Her sê hêz dixwazin li ser destkeftiyên kurdên azad umrê xwe dirêj bikin. Ji ber ku di nava gel de tu bawerî û meşrûtiyeta hikûmeta AKP'ê û MHP’ê û hikûmeta PDK’ê nemaye. Dixwazin li ser van peymanan berjewendiyên xwe yên malbatî bi rê ve bibin. Piştî ku ev peyman hat îmzekirin bi taybetî gelê Şengalê û gelek sazî û rêxistinên gelê kurd bertekine zêde nîşan dan. Em DBP jî, li dijî vê peymanê nêrazîbûneke mezin nîşan didin. Li ser berjewendiyên malbatî yên teng ên PDK’ê ev peyman hatiye îmze kirin. Li hemberê vê jî li çar perçeyên Kurdistanê û Ewropayê em ê bertekeke gelek mezin nîşan bidin. Ev peyman li gor ruhê sedsala 21’emîn ya armanc û daxwazên gelê kurd nehatiye îmzekirin. Ev peyman binpêkirina gelê kurdê azad yê ku li Şengalê ye. Ji xeynî hêza zarokên şengaliyan ku ji bo parastina xwe avakirin, tu hêz li Şengalê tune ne. Vê yekê em jî, ew jî dizanin. Dixwazin vê pergala demokratîk ya li Şengalê perçe perçe bikin.”
 
‘DAÎŞ BI TEMAMÎ NEHATIYE QEDANDIN’
 
Bayindir, da zanîn ku li erdnîgariya Iraqê û Suriyeyê DAÎŞ bi temamî nehatiye qedandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “DAÎŞ çawa derfet dibîne, dîsa êrîşê gelê kurd û hêzên demokratîk yên li Rojhilata Navîn dike. DAÎŞ ji Rojhilata Navîn bi temamî nehatiye qedandin. Ev jî çi dide nîşandan? Di demekî nêz de bi îhtîmaleke mezin DAÎŞ dê xwe bi hêz bike û dîsa êrîşî Şengalê bike. Wê gelê me yê li wir dîsa bi komkujî, dîlgirtinê re rûbirû bimîne. Dewleta Amerîqayê jî piştgirî da vê peymanê. Ev yek jî tê wê wateyê ku piştgiriya stratejiya Iraqê li hemberê kurdên ku dixwazin xwe bi rê ve bibin jî piştgiriya PDK’ê dike. Lê bele gelê kurd li hemberî vê yekê nerazîbûneke mezin nîşan dide.”
 
‘PDK LI GOR BERJEWENDIYÊN XWE TEVDIGERE’
 
Bayindir, destnîşan kir ku Peymana Şengalê tê wateya ku dê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê veke û wiha lê zêde kir: “Hêzên ku peyman îmze kirin dixwazin Şengalê bixin bin kontrola xwe. Lê bele gelê kurd bi her alî ve gihiştiye asteke wisa ku xwe bi hêza xwe biparêze. Tu hêz nikarin ji gelê kurd paşvê gavê bidin avêtin. Em bang li PDK’ê dikin. Siyaseta ku li ser Başûrê Kurdistanê dimeşîne li gor pêdiviyên kurdan ên sedsala 21’emîn nîne. Îro daxwaza gelê kurd ew e ku bi ruhê neteweyî bibin xwedî statuyek û jiyaneke azad. Lê belê divê sazî û dezgehên gelê kurd jî bi vê hişmendiyê tevbigerin. Em dibînin ku PDK li gor van pêdiviyan tevnagere. Bi taybetî li gor berjewendiyên xwe û pêdiviyên malbatî tevdigere. Ev pratîk, polîtîka û siyaset hem li çar perçeyên Kurdistanê dilşikestinekê dixe nav gelê kurd hem jî di heman demê de pêşerojeke tarî li gelê Başûr dide jiyandin. Kî li gor daxwaz û armanca gelê kurd tevbigere em jî dê bi hêza xwe piştgirî bidin polîtîkayên wan. Pêwîste di demekî kin de PDK ji vê şaşitiyê paş ve gav biavêje û li gorî pîvanên gelê kurd tevbigere.”
 
‘HIKUMETA TIRK PDK'Ê DÎL GIRTIYE’
 
Bayindir bilêv kir ku hikûmeta AKP’ê û MHP’ê dixwaze di pêşerojê de, di nav kurdan de şerekî germ derxîne û wiha domand: “Em têkiliyên PDK’ê û hikûmeta AKP’ê û MHP’ê dizanin. hikûmeta tirk PDK'ê dîl girtiye. Ji ber wê yekê dixwaze li ser erdnîgariya Kurdistanê di nav hêzên kurdan de şerekî bide derxistin. PDK jî bi destê Tirkiyeyê li Başûr tansiyonê zêde dike. Sazî, rêxistin û gelê Başûrê Kurdistanê li hemberî van pratîkên PDK'ê ne, lê PDK li gor berjewendiyên xwe û hikûmeta AKP-MHP’ê tevdigere. Hêviya me ew e ku hikûmeta Federal a Kurdistanê û PDK dev ji polîtîkayên ku di nav kurdan de tansiyonê zêde dikin û şikestinekê çêdikin berdin.”
 
‘DIVÊ BIRÊZ MESÛD BARZANÎ BERPIRSYARTIYÊ BIGIRE SER MILÊ XWE’
 
Bayindir, diyar kir ku di vê pêvajoya ku tansiyona wê bilind de berpirsyartiyeke mezin dikeve li ser milê Mesûd Barzanî û ev tişt got: “Demên derbazbûyî de peyveke birêz Mesût Barzanî hebû, digot ‘heta ku sax bim ez nahêlim hêzên kurd di nava xwe de şer bikin’. Ev peyveke dîrokî bû. Ji ber vê yekê divê birêz Mesûd Barzanî li hember bûyerên ku li Başûr tên qewimîn bi ruhê neteweyî berpirsyartiyeke dîrokî bide li ser milê xwe. Îro hewcedarî ew e ku hêzên kurd parastina destkeftiyên xwe bike û li gor tayînkirina pêşeroja xwe tevbigere. Daxwaza me ew e ku şerê di nav sazî, rêxistin, partiyên kurdan de dernekeve.”
 
‘DIVÊ REWŞENBÎRÊN KURD BERTEKEKE MEZIN NÎŞAN BIDIN’
 
Bayindir, bal kişand ser amadekariyên eskerî yên PDK’ê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “PDK li ser gengeşiyên Başûrê Kurdistanê dixwaze xwe bi rê ve bibe û pêşeroja xwe li ser van gengeşiyan ava bike. Armanca sereke ya PDK’ê ev e. Îro pêwistiya Başûrê Kurdistanê bi rêxistinek û rêveberiyeke demokratîk were avakirin heye. Polîtîkayên ku PDK bi rê ve dibe bûye mînyatura hikûmeta AKP'ê û MHP’ê. Em dixwazin partî û rêxistinên kurd li gorî pîvanên kurdîtiyê tevbigerin. Hewcehî heye ku rewşenbîr û ronakbîrên kurd ên li çar perçeyên Kurdistanê li hemberî Peymana Şengalê bertekeke gelekî xurt nîşan bidin ku peyman ji holê were rakirin. Bila her kes baş bizanibe ku ev peyman tunebûna pêşeroja gelê kurd e. Çawa Rojava ji bo gelê kurd bûye hêviyeke gelekî mezin, rêveberiya Şengalê ya pergala demokratîk jî hêvî û baweriyek e. Lazim e di demekî nêzîk de sazî û rêxistinên me li hemberî vê peymanê bertek nîşan bidin û piştgirî bidin hêzên gelê me yê Şengalê û PDK îmzeya xwe ji vê peymanê paş ve bikşîne.”
 
MA / Fahrettin Kiliç 
 
 

Sernavên din

01/11/2020
19:34 74 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest dan
18:16 Li Îzmîrê hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 69'an
16:50 HDP'ê li 12 navendan Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Kobanê ruhê hevpar e
16:26 Uca: Berxwedana Kobanê bû roja rizgariya gelan
14:57 Eskeran li Geverê kolberek kuşt
14:51 HDP'ê li Cizîrê 1'ê mijdarê pîroz kir
14:21 Aydenîz: Kobanê xeta Kurdan a sor e
13:46 HDK: Kobanê ku bûye kabusa AKP-MHP'ê geş dibe
12:53 Hêjmara qurbaniyên erdhejê derket 51'an
12:44 'Hesp, canî û bavê min li ser hev kuştin'
12:22 Pêveka jinê ya Yenî Yaşamê derket
12:16 Rêxistinên jinan piştgirî dan pêngava Kongreya Star
11:56 22 fezlekeyên nû anîn rojeva meclîsê
11:33 DBP: Şoreşa jinê bû hêviya cîhanê
11:13 Şaredariya AKP'ê naxwaze bajarvaniya Çelexwarî bibîne
10:39 HDP: Kobanê bû hêza gelên cîhanê
10:23 Rojnameya Xwebûn bi manşeta 'Dejenerasyon û zimankujî' derket
09:05 Dozger der barê Rojnamevan Boltan de îdianame amade kir
09:04 Cotkarên silqokê hem mexdûrê kotayê ne hem jî yên avê
09:04 Hunermend Yilmaz: Li dijî êrîşan tekane bersivê 'nedestjêberdan' e
09:03 Bayindir: Peymana Şengalê wê rê li ber êrîşên DAÎŞ’ê veke
09:01 Burhan Kuzu yê AKP'î bi Covid-19'an mir
09:01 Di 'Ferhenga Botan'ê de 850 peyvên winda berhev kirin
09:00 ROJEVA 1'Ê MIJDARA 2020'AN
08:43 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmirê derket 43’yan.
31/10/2020
23:42 AFAD: Heya niha 39 kesan jiyana xwe ji dest daye
22:44 Tîma Voleybolê ya Jinan a Şaredariya Sîlopiyayê Tîma Mêrdînê têk bir
20:22 75 kesên din bi Covîd-19'ê mirin
19:06 Hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 35
17:05 Eskeran li Bajêrgehê gundiyek bi hespê wî ve kuştin
16:04 'Ne Ayşe Gokkan ne jî jinên din wê serê xwe ji êrişan re netewînin’
16:02 Li Bedlîsê operasyona eskerî û şewata daristanan
15:34 Ji HDP'ê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan
15:17 Polisan dayika laçik spî Aysel Ateş binçav kirin
15:16 ‘Divê girtiyê nexweş Yamaç bê tedawîkirin’
14:36 Li Wanê daxuyaniya jinan hat astengkirin
14:30 Ji HDK’ê pêngava ‘Li dijî qrîza kapîtalîzmê têkoşîna hevpar a gelan’
14:10 Dayikên Şemiyê: Ji bo doza JÎTEM'a Kerboranê hişyar bin
13:56 Hevserokê HDP'ê Sancar birîndar ziyaret kirin
13:35 'Rîska girtî qeyrana dil derbas bike pir zêde ye, serbest berdin'
13:34 Pêveka jinê ya Yenî yaşamê sibê dertê
13:25 Li Erdîşê xebatkarekê PTT’ê întîhar kir
13:08 Gundî çalakiya xwe ya li dijî sondajê dewam dikin
13:07 Li Semsûrê daxuyaniya Roja Kobanê
12:33 Gelê Kobanê qedera xwe bi xwe diyar kir
12:06 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan derket 25’an
11:50 Siyasetmedarê kurd Necmedîn Kerîm jiyana xwe ji dest da
11:23 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re red kirin
11:15 Aqûbeta Odûncû yê 25 salin windaye pirsîn
11:08 Pêşengiya jinan a ji Geziyê ber bi Kobanê: Kader Ortakaya
10:27 Li Amedê 4 kes hatin girtin
09:44 Rewşenbirên Êzidî: Bi peymana Şengalê dixwazin komkujiyê berdewam bikin
09:42 Bîlanço zêde dibe: Hejmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê derketin 24’an
09:11 Xaniyê wî şewitandin, hevjîna wî kuştin: Dadgeha Bilind jî xwest cezayê muebeta giran lê bê birîn
09:10 Jina hilberîner hîn bihêztir e
09:09 Dêra Germûşê hêdî hêdî hildiweşe
09:08 Wê xetereya mirinê ya tenduristkaran zêde bibe
09:08 'Wê budçe bertekên 'nikarim nan bibim mala xwe' zêdetir bike'
09:07 Ciwan ji bo 'azadiya Ocalan' tevdigerin
09:02 Esnafên nikarin fatûreyên xwe bidin dikanên xwe digirin
09:00 ROJEVA 31'Ê COTMEHA 2020'AN
30/10/2020
22:40 Nivîskar û welatpêrêzê kurd Osman Akdag koça dawî kir
20:32 Daneyên dawî yên AFAD'ê: 12 kes mirine, 419 kes jî birîndar bûne
19:09 78 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirine, 2 hezar û 322 kesên dn jî pê ketine
18:14 AFAD: 4 kesî jiyana xwe ji dest daye, herî kêm 152 kes jî birîndar bûne
17:49 Hevserokên HDP'ê yên Amedê hatin girtin
16:16 ‘Nasnameya jinên muhalîf hedef tê girtin’
15:55 Li Sîlopiyê panela "Em xwe diparêzin" hat lidarxistin
15:28 Karkerê Madenê: Ku soza xwe pêk neynîn emê bimeşin Enqereyê
15:24 Li Îzmîrê bi pileya 6.6 erd hejiya
14:55 Gulîstan Dokû 300 rojin windaye
14:43 ‘Li benda mirina xebatkarên tenduristiyê ne’
14:23 Rapora Girtîgeha Kampusa Tarsusê: Girtî di hucreyan de ne tecrîd heye
14:10 Ala Azerbaycanê bi Mizgeftê ve kirin
13:21 Gunay: Em destûrê nedin ku Rojava bibe hedefa êrişên nû
12:51 Li Çewligê bi pîleya 4.1 erdhej çêbû
11:44 Hevserokên HDP’î piştî 8 rojan derxistin edliyê
11:22 Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
11:16 Temellî: Alternatîfa budçeya faşîzmê, budçeya rêya sêyemîne
11:02 Vezîryan: Tirkiye hewldanên aştiyê yên li Kafkasya pûç dike
10:41 Mirovên Şemiyê: Ji Susurlukê heta niha hişmendî nehat guhertin
10:15 Derbarê rojnamevan Gok de îdiname hat amadekirin
09:55 Li Riha 2 girtî bi vîrûsê ketin
09:17 Aborînas Mihemed Hisên: Nelirêtî li Iraqê hatiye bisazîkirin
09:16 Sembola êş û azarê: Zinarên digirîn
09:16 Pirtûka Gotinên Pêşiyan der çû: 4 cild, 50 hezar gotinên pêşiyan
09:15 Dê ji bo rojnamevanên girtî serî li AYM'ê bidin
09:14 Çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan di roja 47'an de ye
09:12 6 caran bûye şampiyon, lê li nav erd firingiyan berhev dike
09:12 Li Mêrdînê 'veguherîna bajêr': Dê sîlûeta bajêr xera bikin
09:11 Hevserokê HDP'î Avci ji bo têkoşîna li dijî tecrîdê bang li her kesî kir
09:00 ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2020'AN
08:45 Polîsan Berdevka TJA'yê Ayşe Gokkan binçav kirin
08:31 Li Edenê di serdegirtina malan de 5 kes hatin binçavkirin
29/10/2020
19:51 Hejmara kesên bi Covîd-19'ê ketine bû 370 hezar û 832
16:50 Lêpirsîna rojnameger Kanbal bi neşopandinê bi dawî bû
16:41 ‘130 hezar kedkarên hatine îxrackirin bila vegerên karê xwe’
16:40 Pencewînî: Ger şer derkeve wê li Kurdistanê belav bibe
15:18 Hikumeta Elmanyayê ji bo Îmraliyê bang li Tirkiyeyê kir
15:00 Endamên KESK’ê: Em ê têkoşîna xwe ya bi KHK’an re bidomînin