NAVENDA NÛÇEYAN - Kesên dixwazin ji bo tevlibûna “Mitînga Azadiyê” ya li Amedê, li gelek bajaran hatin astengkirin. Li qadên kombûnê astengkirin tên protestokirin.
Îro dê li Amedê bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rakirina tecrîdê û çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêyên demokratîk, li Amedê “Mitînga Azadiyê” bê lidarxistin. Welatiyên dixwazin ji bajarên cuda bên Amedê û tev li mitîngê bibin, li gelek bajaran ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.
DÊRSIM
Welatiyên dixwestin li Dêrsimê ber bi Amedê ve bên, li Truşmekê ji hêla polîsan ve hatin rawestandin. Welatiyan li dijî astengkirinê bi kornoyên wesayîtên xwe xistin û polîs protesto kirin.
ŞIRNEX
Li navenda Şirnexê û navçeyên wê Elkê, Qileban, Hezex, Basa, Silopiya û Cizîrê jî bi sedan kes ji bo beşdariya mitîngê ketin rê. Welatiyên ku cil û bergên kurdî li xwe kirin, li pêşiya avahiyên partiyê hatin gel hev. Welatî bi çepik, tililî û dirûşman bi rê ketin.
RIHA
Li navçeya Karakopru ya Rihayê jî bi sedan welatî hatin gel hev û xwestin ber bi Amedê ve bikevin rê. Lê belê partiyî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyan jî ev rewş protesto kirin. Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û welatî li bendê ne.
WAN
Li Wanê bi hezaran kes li Parqa Îpekê ya li navçeya Rêya Armûşê hatin gel hev. Girseya ku parlamenter, hevşaredar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl jî di nav de bûn, li parkê li ber stranan govend gerandin. Cil û bergên kurdî yên jinan bal kişand. Girseyê li dijî astengkirina polîsan çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Welatiyan, di tevahiya çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Na ji şer re aştî a niha” berz kirin.
Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Veysî Dîlekçî di çalakiyê de axivî û wiha got: “Destûrnedayina me, dijbertiya aştiyê ye. Pergala tecrîdê ya li Îmraliyê binpêkirina hiqûq û qanûnan e. Ne di hiqûqa navxweyî ne jî di ya navneteweyî de tiştekî wiha tune ye. Di serî de pirsgirêka kurd, ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan, ji ewil divê tecrîda li ser birêz Ocalan were rakirin. Ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên Rojhilata Navîn, divê bi birêz Ocalan re muzakere bên destpêkirin. Divê bi birêz Ocalan re hevdîtin bên kirin.”
'MUXATABA BIRÊZ OCALAN E’
Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî wiha got: “We baş dizanî ku dê bi sedhezaran kes tev li mitîngê bibin lewma hûn tirsiyan. Bila soz be ku gelê kurd ê li hemberî we serî netewîne. Dê dostên gelê kurd jî serî li ber we netewînin. Ji birêz Abdullah Ocalan 43 meh in tu agahî nayên girtin. Ji bo aştiyê, birêz Abdullah Ocalan muxatab e. Hûn hewl didin li ser hemû qadên jiyanê tecrîdê ferz bikin. Em ê li dijî vê li ber xwe bidin. Heta ku li ser vê xakê aştiyeke birûmet pêk tê dê têkoşîna me bidome. We mitînga Amedê qedexe kir lê ji bo me her der Amed e. Her der qada berxwedanê ye. Waliyê vî bajarî, ne bi ser qanûna vî welatî re ye.”
Dayikên Aştiyê jî bertek nîşanî biryarê dan.
AMED
Welatiyên dixwestin ji navçeya Pîranê ya Amedê ber bi navendê ve bên jî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan, avahiya DEM Partiyê dorpêç kirin. Destûr nehate dayin wesayîtên li vir bi rê kevin. Welatî jî bi wesayîtên xwe yên taybet ketin rê. Lê belê di derketina navçeyê de careke din hatin sekinandin. Welatiyên dixwazin tev li mitîngê hêj li wir disekinin.
Di heman demê de welatiyên ku bi dolmîşê di saetên serê sibehê de gihiştin Amedê, li Qada Şêx Seîd a Amedê sekinîn. Pişt re polîsan derdora welatiyan girtin û dest danîn ser nasnameyên welatiyên ku ji bo mitîngê hatine, li dolmîşê siwarkirin û ligel maşîneyên zirxî ji bajêr derxistin. Polîsan piştî ku welatî heta sêgeşoya rêya Amed, Mêrdîn û Bismilê birin, nasnameyên wan radestî wan kirin û li wir berdan. Welatî li petroleke sêgoşeya rêyê disekinin.
‘EM Ê LI BER XWE BIDIN’
Yek ji dayikên ku ji bo mitîngê hatibû û rastî vê mûameleya polîsan hat Makbûle Aşan bertek nîşanî vê pêkanîna polîsan da û wiha got: “Em hatibûn berxwedanê dijminî rê nedame. Hezar caran bêlome ji bo tişta bi serê me anîn. Tu tank û top bi me re nebûn. Heta ku em sax bin em ê li pey doza xwe bin. Îro evqas mirov ji Edenê, Mêrsînê ji her derê kom bûne û hatine. Xwedê vê yekê qebûl dike? Bi xwedê em ê serîhildin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî em ê li ber xwe bidin. Em ji bo aştiyê hatine, xwedê vê qebûl nake. Heta ku em hebin em ê li ber xwe bidin. Dê tirsa me di dilê wan de be. Bijî Kurdistan.”
DÎLOK
Gelek kesên dixwestin ji Dîlokê bên Amedê jî hatin sekinandin. Welatiyên hatin pêşiya avahiya DEM Partiyê, daxuyanî dan. Hevserokê Bajar Mehmet Satan anî ziman ku heta ku demokrasî, maf û hiqûq tê welêt, heta ku zindan tên valakirin û azadî û aştî pêk tê dê têkoşîna xwe bidomînin. Satan, got: “Dilê me li Amedê ye.”
ÇEWLIG
DEM Partiyiyên ji Çewligê bi rê ketin jî li Kurudereyê hatin sekinandin. Koma ku Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Hulaku jî di nav de bû, bertek nîşan dan û çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. Berxwedana welatiyan didome.
ÊLIH
Polîsan di derketina bajêr de pêşiya welatiyên ku ji Êlihê ber bi Amedê ve bi rê ketin girtin. Polîsên ku qedexeya Walîtiya Amedê weke hincet nîşan dan gotin ku destûrê nadin ku welatî ji bajêr derkevin. Li ser vê yekê welatiyan xwest biryara qedexeyê nîşanî wan bê dayîn. Lê polîsan biryareke nivîskî nîşan nedan. Welatiyên ku bertek nîşanî astengkirina polîsan dan cade girtin û dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Welatiyên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin sirûda “Herne Pêş” gotin û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” , “Zext nikarin me têk bibin” û “Bijî berxwedana zindanan” berz kirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Êlihê Mûstafa Mesût Tekîk ê li vir axivî, diyar kir ku destûra welatiyên ku dixwazin mafên xwe yên demokratîk bi kar bînin û li dijî tecrîdê derkevin nayê dayîn û wiha got: “Li vir bêhiqûqiyek heye. Biryara ku Walitiya Amedê wergirtiye ji bo Êlihê ne derbasdar e. Mafê me yê gerê tê astengkirin. Ji bo ku bêhiqûqî heye polîs nikarin li vir biryarê nîşan bidin.”
Çalakiya rûniştinê ya welatiyan bi çepik, dirûşm û tilîliyan berdewam dike.
SÊRT
Welatiyên ji Sêrtê derketin di rê de hatin sekinandin. Welatiyên ku bi coşeke mezin bi rê ketin di derketina bajêr de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Welatiyên ku bertek nîşanî rewşê dan dest bi gerandina govenda “azadiyê” kirin. Sêrtiyan li ber stranên ku gotin re govend gerandin û bendemayîna xwe didomînin.
MÊRDÎN
Girseya ku ji Şirnexê bi rê ketibû gihişt Mêrdînê. Girseya ku bi welatiyên li vir disekinîn re hate gel hev, ber bi Amedê ve kete rê. Girseyê heta demekê govend gerand û gelek caran dirûşmên “Na ji tecrîdê re, ji Ocalan re azadî”, “Berxwedan jiyan e” û “Her der Amed her der berxwedan” berz kir.