Ozturk: Ne tenê kurd, hemû muxalefet tê tecrîdkirin

  • rojane
  • 09:08 4 Mijdar 2020
  • |
img

AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê li seranserê Tirkiyeyê belav bûye û got, hemû parêzvanên mafên mirovan, hiqûq û demokrasiyê divê li ber tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan rabin. 

Li Girtîgeha Îmraliyê ya Tîpa F'yê her ku diçe şert û mercên tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan girantir dibin. Herî dawî bi hinceta "Nexşerê" ya Ocalan ku berpêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) kiribû, hevdîtina bi parêzeran re heya 6 mehan hat qedexekirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Oztuk, derbarê tecrîda li Îmraliyê û deklerasyona ku bi dirûşmeya “Em yekitiyê ava bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin” aşkere kiribûn de ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. 
 
‘TECRÎD LI SER HEMÛ TIRKIYEYÊ YE’
 
Ozturk, têkildarî deklerasyona aşkerekiribûn de wiha got: “Desthilatdariya hikûmeta AKP’ê û MHP’ê ya faşîst 5 sal in şerê qirêj yê li hemberî gelê kurd û destkeftiyên hemû gelê Tirkiyeyê kûr dike. Hêzên mûhalîf niha nikarin li Tirkiyeyê dengê xwe derxînin. Dixwazin kesên ku li dijî wan gotinekê dibêjin ji holê rakin. Tecrîd jî tenê li ser kesayeta Birêz Ocalan nîne. Heke îro kesek nikaribe dengê xwe derxîne, mudaxile li saziyên sivîl yên civakî were kirin wê demê tecrîd li ser hemû Tirkiyeyê ye. Mînakên tecrîda li Tirkiyeyê li tu derê tune ne. Tecrîda girankirî ya Girava Îmraliyê ku evqas sal in didome nayê qebûl kirin. Ji ber wê yekê gereke kesên hiqûqê, mafê mirovan û demokrasiyê diparêzin dengê xwe derxînin.”
 
‘ÊRÎŞÊN TIRKIYEYÊ LI HEMBERÎ DESTKEFTIYÊN KURDAN E’
 
Ozturk, da zanîn ku êrîşên Tirkiyeyê li hember destkeftiyên gelê kurd pêk tên û got: “Heke em yekîtiya neteweyî di nava xwe de ava nekin wê dewleta Tirkiyeyê pergala xwe ya perçekirina kurd dewam bike. Dema em li sedsalên dawî dinêrin li her çar perçeyan jî bi vî şiklî nêzîkî gelê kurd bûne. Bi tayînkirina qeyûman li şaredariyan vîna gelê me xesp kirin û êrîşî zimanê me û çanda me kirin. Dixwazin kurdbûnê ji holê rakin. Zimanê kurdî zimanê KCD’ê, HDP’ê tenê nîne. Ev yek dijminatiya gelê kurd dide nîşandan. Gereke em li ser van esasan bifikirin. Ev yek ji bo her çar perçeyan jî wisa ye. Îro li Başûr li hemberî PKK’ê operasyonan dikin, lê em baş dizanin ku armanc ne PKK’ye. Li gelek deverên Başûr xwe bi cih kirine. Armanca vê yekê çi ye? Dema êrîş li hemberî hebûna kurd çêbibe gereke gotina me mafê gelê kurd û Kurdistanê û parastin be.”
 
‘BI BÊDENGIYÊ FAŞÎST ROJ BI ROJ BI HÊZTIR DIBIN’
 
Ozturk, bilêv kir ku cihê ku lê şer hebe faşîst xwe li her beşa civakê saz dikin û wiha berdewam kir: “Divê hêzên mûhalîf bi rê û rêbazên demokratîk bibêjin êdî bes e. Di serî de jî tecrîd heye. Çima tecrîd? Birêz Ocalan bi fikrên xwe pêşiya Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn vekir û niha jî berxwedaneke bêhempa dide. Em jî di tecrîdê de ne. Em ê çawa li ber xwe bidin? Heke îro em nikaribin li derve daxuyaniyekê bidin, di medya civakî de kes nikare bibêje aşitî, binçavkirin çêbin, nexwe tecrîd li ser me jî tê meşandin. Me ji bo ku em ê vê tecrîdê çawa bişkênin deklerasyonek îlan kir. Hewceye gav were avêtin. Bi sekinîn û bêdengiyê faşîst roj bi roj bi hêztir dibin.”
 
‘LI SER TECRÎDÊ DESTHILATDARIYA XWE BERDEWAM DIKIN’
 
Ozturk, qala girîngiya rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hikumeta AKP’ê û MHP’ê ya faşîst li ser tecrîda di kesayeta Îmraliyê de li hemû Tirkiyeyê tê meşandin desthilatdariya xwe berdewam dike. Naxwazin ku gel birêxistin bibe, saziyên sivîl dengê xwe derxînin û ji ber vê yekê tecrîd li ser gel giran kirine. Pirsgirêka herî girîng a Tirkiyeyê pirsgirêka gelê kurd e. Wê çawa çareser bibe? Dema em sed salên dawî yên Tirkiyeyê dinêrin tim koçberî, qetlîam çêbûne. Ji ber wê em dibêjin rol û mîsyona Birêz Ocalan gelek girîng e. Gereke hemû gelê Tirkiyeyê vê bibîne.” 
 
Ozturk, anî ziman ku ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan were rakirin girêdayî deklerasyonê çalakî dane destpêkirin û wiha lê zêdekir: “Hevalên jin û ciwan ji bo şikandina tecrîdê bername danîne pêşiya xwe. Bi pêvajoyeke demdirêj li gor esasên deklerasyonê em ê jiyana xwe birêxistin bikin û gav biavêjin.”
 
‘HIQÛQEKE CÛDA LI SER ÎMRALIYÊ TÊ MEŞANDIN’
 
Ozturk, bibîrxist ku di 23'yê Îlonê de bi hinceta “Nexşerê” ya Ocalan ku ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû hevdîtina parêzeran a bi Ocalan re heya 6 mehan hatiye qedexekirin û got: “Pergalek û hiqûqeke cuda li ser Îmraliyê tê meşandin. Li Tirkiyeyê berê usulek hebû, lê niha her tişt bi kêfî ye. Ji bo Birêz Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne û tecrîda bêhiqûqî ji holê rabe hevseroka me Leyla Guven û gelek hevalên me ketin greva birçîbûnê. Hin hevalên me li girtîgehan şehîd bûn. Wê demê Wezîrê Dadê got 'ji bo Birêz Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê pêk bîne tu pirsgirekeke hiqûqî tune ye.' Lê îro 'Nexşerê' ya Birêz Ocalan a ku 11 sal berê şandiye dikin sedem. Naxwazin dengê Birêz Ocalan were bihîstin. Ji ber wê yekê ji DMME û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) re hincetan çêdikin. Ji ber pêşerojê ji aliye hiqûqê ve tiştek neyê pêşiya wan, ceza didin. Demekî dirêj e dewlet vê qûrnaztiyê dike. Lê qûrnaztiyê tu car encam negirtiye û nagire jî. Encamnegirtina wê dîsa girêdayî me ye. Gereke li hember tecrîdê gav biavêjin û bertekên xwe yên demokratîk nîşan bidin.”
 
‘BERIYA 11 SALAN HIŞÊ WE LI KÛ DERÊ BÛ?’
 
Ozturk, destnîşan kir ku ji hevdîtinên Îmraliyê yên berê re digotin ‘koster xerabûye’ niha jî ji bo sedemekê bibînin û bingeha wê amade bikin ceza didin Ocalan û wiha pê de çû: “Madem Nexşerê sûcê dîsîplînê bû, nexwe 11 sal berê hişê we li kû derê bû? We çima wan çaxan ceza neda, lê îro didin. Ewropa jî ji ber berjewendiyên xwe dengê xwe dernaxîne, saziyên mafê mirovan ên Ewropayê jî bêdeng in. Tespîtên CPT’yê ne yên îro ne. Ji ber wê yekê hewceye gav were avêtin. Ji sala 1999’an û vir ve tecrîd heye lê pişt re dem dem li gor çareserkirina pirsgirêka kurd carina giran kirine carina jî sivik kirine.”
 
‘DIVÊ EWROPA BIRYARÊN GIRTINE PÊK BÎNE’
 
Ozturk, diyar kir ku biryara Komîteya Daîmî ya Meclîsa Konseya Ewropayê ya derbarê rakirina tecrîda ser Ocalan de biryareke girîng e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heger CPT erka xwe bi cih bianiya, jixwe îro me qala tecrîdê nedikir. Gereke CPT li gor armanca xwe gav biavêje. Hewceye li hemberî îşkence û tecrîdê seknekê nîşan bidin û ji vir û şunde biryarên ku girtibin pêk bînin. Heta niha Tirkiyeyê dewletên Ewropayê bi şantajan bêdeng hiştin. Birêz Ocalan, hem ji bo Tirkiyeyê hem jî ji bo Rojhilata Navîn di siyasetê de aktorekî mezin e. Lewma ji bo ku îro rola xwe bilîze divê di şert û mercên azad de xebatên xwe bike. Hewceye ev şert û merc werin avakirin. Ez bi hêvî me ku wê Ewropa biryarên xwe pêk bîne û gavina biavêje. Divê di gotinê de nemîne. Erka wan çi be çi diparêzin gereke wê pêk bînin.”
 
MA / Fahrettîn Kiliç - Cahît Ozbek

Sernavên din

05/11/2020
09:17 Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin
09:17 ‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe'
09:17 Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin!
09:12 Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal
09:12 Kûafor û berber: Hem di warê aborî hem jî di warê derûnî de tede li me dibe
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2020'AN
04/11/2020
20:27 77 mirovên din jî bi Covîd-19 mirin
20:03 CHP, dê derbarê Farqînê de raporekê amade bike
18:48 Olûç: 4'ê Mijdarê êrîşa li ser siyaseta demokratîk e
17:26 KCD’ê bang li PDK û PKK’ê kir ku rê nedin şerekî navxweyî
17:00 AKP-MHP’ê pêşniyaznameya 4’ê Mijdarê ya HDP’ê red kirin
16:47 Polisan rojnameger Îbrahîm Karakaş binçav kir
16:39 Li Hatayê firîna pereşûtê hat qedexekirin
16:25 Li Amedê gelek esker, gardiyan û girtî bi koronayê ketin
16:05 Bi ser avahiya HDPê ya Osmaniyeyê de hat girtin
15:56 Şermezarkirinên 4’ê Mijdarê: Em ê li hundir û derve li ber xwe bidin
15:30 Guven: Jinên kurd bi nêrînên Ocalan hebûna xwe îspat kirin
14:53 HDP 'li dijî tundiya zilam-dewletê' di 7’ê mijdarê de li qadan e
14:27 Çerkezoglû: Tazmînata Qidemê xeta me ya sor e
13:48 Jinên Elewî: Dest nedin xwezaya me
13:05 Li Amediyê dema derbasbûna wesayîtekî teqîn çêbû
12:00 Ji 6 HDP’iyên ku li Osmaniyeyê hatin binçavkirin 4 jê hatin berdan
11:56 Danişîna Roboskiyê hat taloq kirin
11:33 Hê jî cenazeyê kolberê ku hat kuştin radestî malbata wî nehatiye kirin
11:10 Li Mêzgêrê têketin û derketin qedexe bû
11:01 Tacîz kirin û rêya derketina ji kar dan berê
10:12 Kesê ku li Dihê hatibû revandin mirî hat dîtin
09:52 HDP: Meşa me ya azadiyê bi hêvî û bawerî didome
09:37 Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bi dawî bûn: 114 kes jiyana xwe ji dest dan
09:36 Parêzerên welatiyên ku ji helîkopterê hatibûn avêtin serî li AYM’ê dan
09:18 Li Osmaniyeyê serdegirtina malan: HDP’î hatin binçavkirin
09:08 Hejmara qurbaniyên erdhejê derket 112’an
09:08 Ji ber toz û telaza komirê nikarin bêhnê bistînin
09:08 Ozturk: Ne tenê kurd, hemû muxalefet tê tecrîdkirin
09:08 Xurdefiroş nikarin heqê kirêya xwe jî bidin
09:08 Li avahiya Barzanî biryara 'şer'
09:08 Hamzaoglû: Talûke li ber derî ye, lê tevdîr nayên girtin
09:08 Derbarê eskerê êrîşeke nîjadperest lê hatibû kirin de lêpirsîn dan destpêkirin
09:00 ROJEVA 4'Ê MIJDARA 2020'AN
03/11/2020
23:16 Hejmara kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bû 111
20:50 79 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane
16:54 Serlêdana hevdîtina bi Ocalan re hat redkirin
16:53 Serokê HEP’ê yê Bajêr Sakik ê hatibû qetilkirin hat bibîranîn
16:48 Leşkerên gumanbarên cînayetên Derelî hatin berdan
16:00 Di şewata Wanê de 100 dikan şewitîn
15:52 Hejmara qûrbaniyên erdheja Îzmîrê derket 107’an
15:50 Li wêranşare kesek hat binçavkirin
15:20 TJA'yê li Cizîrê starta xebatên 25'ê mijdarê da
15:07 Hinavên girtiyê nexweş Yildirim îltîhap girtin
14:42 Yolerî: Kesên di bin çavan de dest bi grevê kirin
14:22 Bûldan: Darbeya 4’ê mijdarê 2’emîn Plana Islahata Şerqê ye
14:16 Li Kurkçulerê, girtiyan li dijî zextan dest bi greva birçîbûnê kirin
13:56 Di mehekê de 29 jin hatin qetilkirin
13:18 Di doza Rahîpê Suryanî de şahid hatin guhdarkirin
13:18 Ji konfederasyonên karkerên daxuyaniya hevpar: Bila pêşniyarqanûn paşve bê vekişandin
12:59 Di doza Leyla Aydemîr de, îtîraza biryara beraetê
12:18 Banga beşdarbûna hatina gel hev a jinên elewî
12:02 Gulum: Divê bondara şewbê ya li ser jinan bê lêkolînkirin
11:56 Girtiyê bi pençeşêrê bi vîrûsa koronayê ket
11:38 HDP’ê li herêma erdhejê Meseya Koordînasyonê ava kir
10:54 Li Kiriklarê 2 girtî kirin hucreyê
10:47 Parêzerên Ocalan ji nû ve serlêdan kirin
09:40 Agir bi Bazara Rûs ket
09:05 Li Endamê Meclîsa Şaredariya Cizîrê sîxurtî ferz kirin
09:05 Xelef: Em parastina kesên em bi tenê hiştin naxwazin
09:05 Li Edeneyê hîmê 360 avahiyan riziyaye
09:05 SES: Fatûreya pêvajoyê li tenduristkaran tê birîn
09:05 Lêpirsîna derbarê keştiya penaberan de wekî berê ye: Rê ber bi polîtîkaya bêcezatiyê ve diçe
09:05 ‘Di rojekê de 4 bijîşk dimirin, binpêkirinên mezin hene'
09:05 DEDEF: Divê em li dijî projeya li Mûnzûrê, ji bo çandê şer bikin
09:00 ROJEVA 3'YÊ MIJDARA 2020'AN
08:26 Hêjmara kesên di erdeja Îzmîrê de mirin gihişt 100'î
02/11/2020
21:07 Hejmara kesên di erdheja Îzmîrê de jiyana xwe ji dest dane bû 92
20:12 76 kes mirine û 2 hezar û 302 jî pê ketine
16:14 Tevlîbûna hevserokên HDP’a Amedê ya kongreya partiya wan bû sûc
16:06 Mirina bi guman a Gamze Acar a 17 salî
15:38 ÎHD: Bila Rafet Fahrî Semîzoglû bê berdan
15:32 Li Îzmîr hejmara qurbaniyên erdhejê derket 85’an
15:17 Jinên Pirsûsî xwe ji 25’ê Mijdarê re amade dikin
15:16 Walîtiya Colemêrgê: Qetilkirina Derelî li gorî mevzûatê ye!
14:56 35 sal cezayê girtîgehê li siyasetmedaran birîn
14:36 Doza JÎTEM’ê ya Kerboranê: Hin kes naxwazin dozger biaxive
14:09 Jinan Las Tesîs parastin: Ma ji Mûsa Orhan bi talûketir bû?
13:56 Osman Şîban: Tevî 2 cenazeyan em ji helikopterê avêtin
13:28 DAKAP’ê ji bo çalakiyên meha Mijdarê star da
12:36 DÎB: Dîsa bar danîn ser milê gel
12:28 Osman Şiban: Ji helîkopterê avêtin 100-150 leşker bi ser mede hatin û bi kulm û phînan li me dan
11:57 Hejmara girtiyan derket 291 hezar û 546 kesan
11:22 83 binçavkirin û ji 200 zêdetir lêpirsîn
09:56 Hêjmara qurbaniyên erdheja Îzmîrê gihişt 79'an
09:56 Hejmara nû ya Newaya Jin derket: Banga parastina cewherî
09:29 Hejmera kesên li Îzmîrê jiyana xwe ji dest dan derket 73'yan
09:08 TJA: Em ê di mijdarê de rêxistinbûyîn û têkoşînê pêş bixin
09:07 Êlekên Xemrî yên jinên Yûrik: Sembola mafên jinan e
09:07 Di Avahiyên War ên Civakî de ‘qezenca bêmaf’
09:06 Nirxandina qanûna torbe: Bi vê ‘koleyên ciwan’ armanc dikin
09:05 Li ser Youtubê gav bi gav fêrî kurdî dike
09:05 Prof. Dr. Kûrûl: Hûn 80 ‘zanîngehên jinan’ vekin jî, ger bergeh neguher…
09:00 ROJEVA 2'YÊ MIJDARA 2020'AN
01/11/2020
21:03 Biraziyê Derelî yê eskeran kuşt: Li ser hev apê min gulebaran kirin