ÎZMÎR – Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê yên erdhejê bi dawî bûn û AFAD’ê ragihand ku 114 kesan jiyana xwe ji dest daye.
Di erdheja Îzmîrê ku navenda wê navçeya Seferîhîsar bû de hejmara qurbaniyên erdhejê derket 114’an. Serokatiya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatê ya Wezareta Karên Hundir (AFAD), derbarê agahiyên dawîn ên erdhejê daxuyaniyek da û diyar kir ku 114 kesan jiyana ji dest daye, hezar û 35 kes birîndar bûne û 137 kes jî bi saxî hatine rizgarkirin.
Bi van agahiyan re hat ragihandin ku xebatên Lêgerîn û rizgarkirinê yên li avahiyê kavil bi dawî bûye.