AMED - Hevseroka TUAYDER’ê Elîf Harran a ji ber xebatên komeleyê girtî dihat darizandin, hat berdan.
Danişîna doza derbarê Hevseroka TUAY-DER’ê Elîf Harran a bi sûcdariya “Endamtiya rêxistinê” hatibû vekirin, li 10’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Harran ji girtîgehê bi pergala SEGBÎS’ê tevlî danişînê bû û parêzerên wê Mehdî Ozdemîr û Yûsûf Çakas di danişînê de amade bûn.
'ÎFADEYÊN ŞAHID RED KIRIN’
Harran parastin xwe bi kurdî kir û da zanîn ku kesê li ser wê îfade daye, bêbextiyê lê dike. Harran, îfadeyên şahidê nepen red kir û daxwaza berdana xwe kir.”
DOZGER CEZA XWEST
Dozger piştî parastina Harran, mutalaya xwe şakere kir û xwest Harran ji ber sûcdariya ‘endamtiya rêxistinê’ bê cezakirin. Parêzerên Harran Mehdî Ozdemîr û Yûsûf Çakas jî, parastin ku muwekîla wan beşdarî çalakiyeke der qanûnî nebûye û xistin bê berdan.
HAT BERDAN
Şandeya dadgehê rewşa delîlan û dema girtina Harran li ber çavan girt û Harran bi şertê kontrola edlî serbest berda. Harran a ji bo wê qedexeya derketina derveyî welat hat dayîn, wê her 15 roj carekê biçe îmze bide qereqolê.