Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye

  • rojane
  • 09:07 7 Mijdar 2020
  • |
img

COLEMÊRG - Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, bal kişand ser îfadeya eskeran a derbarê kuştina Şeralî Derelî û nakokiyên derbarê cihê bûyerê da û got, di mirinên li sînor de îhmalkarî ya dewletê ye. 

Di 29'ê Cotmehê de li gundê Avyan ê bajaroka Esendere ya Gever a Colemêrgê, eskeran bavê 9 zarokan Şeralî Derelî yê 61 salî kuştibûn. Cenazeyê Derelî demeke dirêj li erdê hatibû sekinandin û her wiha hespê wî yê her roj li heman cihê girêdida jî hat kuştin. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya 5 eskeran hatibû girtin. Lê belê piştî îfadedayînê her 5 esker jî hatibûn berdan. 
 
Her wiha eskeran di 31'ê Cotmehê de bera Mîsleh Qasimî yê îranî jî dabû. Qasimî, gava diçû gundê Koranê yê Ûrmiyeyê eskeran bera wî dabû û birîndar bûbûn. Qasimî niha li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê tê tedawîkirin. 
 
Serokê Baroya Colemêrgê Ergun Canan, binpêkirinên mafan ên li herêmê û mirina welatiyên ku ji hêla eskeran ve tên kuştin nirxandin. 
 
Canan, anî ziman ku di demên dawî de binpêkirinên mafên mirovan pir zêde bûne û got, ji ber ku bajêr nêzî sînor e binpêkirinên tên kirin jî aşkere dibin. Canan, bilêv kir ku mirov ji bo jiyana xwe bidomînin bazirganiya sînor dikin û got, lê belê ev yek nayê wateya ku dê kuştina mirovan bê rewakirin. 
 
ÎHMALKARIYA DEWLETÊ 
 
Canan, destnîşan kir ku mirinên li sînor îhmalkariya dewletê ne û ji bo kuştina Şeralî Derelî jî got: "Wî bazirganiya sînor nedikir. Gava li ber mala xwe hespê xwe girêdida, eskerên ji bo îxbareke cuda hatine wê derê wî dikujin. Pêvajoya hiqûqî didome. Her wiha ji du welatiyên Îranî ku yek jê hat kuştin û yek jê birîndar bû, yê birîndar tê tedawîkirin. Ev guzergah tê bikaranîn. A rast dewlet û esker bi vê rêyê dizanin. Heger hinekî din jî bi baldarî tevbigerin dê karibin van mirovan binçav bikin. Mixabin berevajî vê dikin. Ji xwe re hincetina çêdikin û welatiyê me dikujin. Ji bo pêşîlêgirtina vê ne xweşbîn im. Ji lewra gava tiliya rayedarên eskerî tê de be, darizandin jî durist nayê kirin. Delîl tên windakirin, lêpirsîn kêm dimîne. Lewma kesên tên darizandin jî an tên beraatkirin an jî hin cezayên biçûk li wan dibirin û bi vî awayî tên darizandin." 
 
Canan, anî ziman ku heger li eskerên ku Derelî kuştin cezayekî sivik bê birîn, dê bûyerên bi vî rengî bidomin û got, dê polîtîkaya bêcezatiyê ji bo mirinên wî bibe cihê "wêrekiyê". 
 
NAKOKΠ
 
Canan, bal kişand îfadeyên derbarê kuştina Derelî de jî û got: "Îxbara ku dê sewqiyata tiryakê ûçekan bê kirin ji we re tê, lê hûn radibin tenê bi 7 eskeran tên. Operasyona bi 7 eskaran derî aqilan e. Heger îxbar hene, herî kêm divê 50 esker biçin. Lê li gor me, îfadeya malbata Derelî rast e. Gava em li cihê bûyerê mêze dikin, di navbera cihê ku hesp lê hatiye kuştin û cihê ku Şeralî lê hatiye kuştin bi qasî 100 metreyî mesafe heye. Cahnî jî birîndar dibe û wî ji bo tedawiyê dibin. Em nizanin ji bo çi kirine. Li gor îfadeyên malbatê; Şeralî bi qasî 4-5 saetan li erdê maye û bi wî awayî miriye. Heger mudaxile bihata kirin, dibû ku xelas bûbûna." 
 
MA / Mujdat Can - Mazlûm Engîndenîz

Sernavên din

07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse
09:00 'Kaya înfaz kirine'
09:00 Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be
09:00 Demîrer: Heger em krîza şaristaniyê li gor a sosyalîst nenirxînin dê barbarî xwe nû bike
09:00 Lêpirsîna derbarê êrîşa li ser karkerên kurd 3 meh in wekî berê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:20 Li Amedê serdegirtina malan
05/11/2020
21:29 TJA , li Cizîrê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya
19:30 Îro 81 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:22 Ayşe Gokkan hat berdan
17:03 Heyeta KCD, DBP û HDP’ê çûn serdana malbata Derelî
16:55 Li Cizîrê jinan belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin
16:44 TJA li Riha û Colemêrgê bi jinan re hat gel hev
16:43 Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
16:19 Bûldan bang li jinan kir: Heke em tênekoşin dê desthilat me tune bike
15:43 Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin
14:56 Hevşaredarê Qelqeliyê Almaç hat berdan
14:46 Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye
14:30 Di 10 mehên ewil ên salê de 160 hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin
13:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkere kir
13:50 Bûldan bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin kir
13:26 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:26 Ayşe Gokkan derket dozgeriyê
13:02 Parazvanê wekîla AKP’ê têkildarî teqîna Qeyseriyê hat girtin
13:01 Fermandarê eskerî: Ezê vî gundî beşewitînim
Cenazeyê welatî Şeralî 12 saetan li erdê ma
12:54 Ji ber xesara erdhejê girtî ji Girtîgeha Bûcayê sewq bûn
12:17 KNK'ê ji bo Herêma Kurdistana Federe Maseya Krîzê ava kir
12:01 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê meş
11:39 Karkerê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da
11:31 Li Girtîgeha Rihayê hejmara pêketiyan zêde dibe
11:25 Emniyetê ji bo şahidê nepen ku dozger li doznameyê bar kiriye got, ‘Kesek wiha tuneye’
11:08 PDK dixwaze çi bike?
11:04 Malbata Açar serî li KCDP’ê da: Ne întîhar e, cînayet e
10:50 Dormîşa penaberan qeza kir: Penaberek jiyana xwe ji dest da
10:33 Ji îstînafê biryara ‘Doza Panzerê’: 19 hezar TL guncawe
10:26 Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag
09:59 Bi lîstika ‘Hema Hema Jin Elîzabeth’ sibê perde vedikin
09:28 Dixwazin mafê jinê ji destê wê bigirin
09:26 'Li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye'
09:25 ‘Jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin’
09:17 Zivistan hat, welatî li sobeyên erzan digerin
09:17 Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin
09:17 ‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe'
09:17 Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin!
09:12 Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal