Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin

  • jin
  • 14:50 7 Mijdar 2020
  • |
img

ENQERE - Jinên ku starta 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê dan, ev bang kirin: “Werin em li dijî polîtîkayên dijminane yên desthilatdariyê yên li ser jinan li her qadê têbikoşin.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), starta çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan dan. Jinan di ve çarçoveye de li Enqerê daxuyaniya startê li avahiya partiyê li dar xistin. Di daxuyaniyê de pankarta “Li dijî tundiya dewlet-zilamî em di têkoşînê” hat vekirin. Berdevka Meclîsa Jinan a Enqerê Zeyno Bayramoglû, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Komkujiyên jinan ji aliyê dewleta zilam ve tê hewesandin. Polîtîkayên şer, zext û êrîşên tundiyê yên li dijî jinan bi lez zêde dibin. Em ê bi jinên ku me bi hevre îsyana xwe mezin kiriye re, di hefteya 25’ê Mijdarê de, li malê, dibistanê, kargehan, qadan û li her qadê jiyanê mil bidin milê hev û têbikoşin.”
 
Bayramoglû, da zanîn ku ew butçeya şer a desthilatdariyê naxwazin û wiha bang li jinan kir: “Em butçeya şer, alîger, rantê û zayendperest naxwazin. Em butçeya wekhev a zayendî dixwazin. Em ji vê derê ban li jinan dikin, werin em hemû bi hev re, li dijî polîtîkayên dijminane yên desthilatdariyê yên li ser jinan li her qadê em têbikoşin û piştevaniya xwe mezin bikin. Ji ber ku ya me bide jiyîn yekitî, piştevanî û têkoşîna me  ya birêxistinkiriye. Bi vê boneyê, em ê Xwişkên Mîrabel ên li dijî dîktatoriya bi xwîn a Komara Domînîkê têkoşiyan, di salvegera qetilkirina wan a 60’emîn de bibîr tînin.”
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê jî bi tevlîbûna berdevka HDP'ê ya Meclîsa Jinan Ayşe Acar Başaran, Parlementera HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr, rêxistinên jinan ên Mêrdîn, Êlîh, Sêrtê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Tundiya li dijî jinan re meş li dar xist. Jinên ku li dortyolê ya Cizîrê bi kincên xwe yên herêmî hatin gel hev ji aliyê wesayitên zirxî, tomayan û polîsan ve hatin dorpêçkirin. Li tevî hemû astengiyan jin heta ber avahiya HDP'ê ya navçeya Cizîrê bi dirûşmeyên "Jin Jiyan azadî, Em xwe Diparêzin" meşiyan. 
 
Li ber avahiya rêxistina HDP'ê jinan pankarta "Em Jinên Botanê Bi Tililiyên Xwe Têkoşîna Xwe Bilind Dikin û Em xwe Diparêzin" vekirin û dovîzên "Hevserokatî xeta me ya binevşiye, Jin Jiyan azadî" rakirin. Daxuyanî ji hêla berdevka HDP'ê ya Meclîsa Jinan û parlementera HDP'ê ya Êlîhê Ayşe Acar Başaran ve hat kirin. 
 
'EM Ê TU CARÎ LI HEMBERÎ  DESTHILATDARIYÊ SERÎ NETEWÎNIN' 
 
Acar, diyar kir ku devlet ji qêrîn û daxwaziya jinan a azadiyê ditirse û got:" Em li dijî tundiya mêr û dewletê tedikoşin. Em jin li dijî her cûreyê tundiyê xwe diparêzin.Her roj li ser vê axê jin ji hêla dewleta mêr ve têne qetil kirin. Di vê meha dawî de 21 jin ji hêla mêran ve hatin qetil kirin. Em jin pir baş dizanin ku dewlet piştgiriyê dide van kujeran. Dema ku em jin dixwazin li dijî van komkujî, tundî, tacîz û destavêtinê dengê xwe derxînin, ew ji hêla polîsên dewletê ve tên asteng kirin û derdora me dorpêç dikin. Dixwazin bi van astengiyan jinan bêdeng bikin û pergala xweya mîlîtarîst a faşîst li ser vê xakê ava bikin. Lê em baş bizanin ku em jin tu carî gav ve naavên. Em ê tu carî zilm û zordariya dewlet û mêrê desthilatdar qebûl nekin"
 
'LI TIRKIYEYÊ ŞERMEZARKIRINA TUNDIYÊ QEDEXE YE'
 
Acar, berdewamiya axaftina xwe de bi lêv kir ku dewlet kujer û destavêjan diparêze û wiha pê de çû:" Em îro bi minesebeta 25 Mijdarê Roja li dijî tundiya li ser jinê kom bûn. Lê ev tabloya ku pêşberî me carekî nêzîkatiya dewletê ya li dijî jinê nîşan dide. Li vî welatî qetilkirina jinan ne qedexe ye. Hûn dikarin jinan bikujin û tacîz bikin.Ji ber ku dewletê ku we biparêze heye. Mîna ku di mînaka Mûsa Orhan de hat dîtin hûn dikarin bi rojan destdirêjiyê lê bikin û jinê ji azadiya we bêpar bihêlin. Ji ber ku li pişta we hêzek heye. Heta hûn dikarin bi awayeke rûreşî bêjin 'Dewlet dê ji min re tiştek neke'. Li vî welatî tacîz nayê qedexekirin. Her kes dikare rabe û tacîz bike, lê mekanîzmayek dadgehê ya mêr heye ku wî beraet bike. Lê li vî welatî şermezarkirina tundiyê qedexeye." 
 
'EM Ê LI DIJÎ TUNDIYÊ TÊBIKOŞIN'
 
Acar, di dawiya axaftina xwe de got ku li tevî hemû astengiyan wê jin li her qadan berxwe bidin û wiha got:" Dewletê hemû sazî, dezgeh û deskeftiyên jinan kirine hedef. Niha jî peymana Stenbolê dike hedef. Li her qadan antîpropagandaya peymana Stenbolê dike. Hikûmet peymana ku îmze kirî pêk na îne. Komeleya jinên Roza her roj bi êrîşê re rû bi rû ye ji ber ku ji jinan re dibêje hûn ne tenê ne ji ber ku bi jinan re ye. TJA ji ber ku tevgereke jinan e tê terorîze kirin. Em carek din dibêjin ger têkoşîna li dijî tundiyê suc be, em ê vî sûcî her roj pêk bînin. Werin em li dijî avakirina vê faşîzmê bi hev re têbikoşin û em bihevre xwe biparêzin."
 
Daxuyanî bi dîrûşmeyên "Jin Jiyan Azadî" û govend girtinê bi dawî bû
 
RIHA

Jinan li navçeya Pirsûs a Rihayê jî, starta 25’ê Mijdarê dan. Jinên ku xwestin bi meşê startê bidin, rastî astengiya polîsan hatin. Li ser astengiya polîsan, jinan pankarta “Em xwe diparêzin” vekirin, li avahiya partiya HDP’ê daxuyanî dan çapemeniyê û starta çalakiyan dan

Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Hûn çi dikin bikin, wê Pirsûsî li hemberî we serî ne tewînin. Berî 6 salan Kader Ortakaya hat qetilkirin. Kobanê dengê xwe gihand hemû cîhanê. Bi starta emê li vê derê bidin, emê dengê Kader bigihînin tevahiya cîhanê.”

'HER KU ÊRÎŞ DIKIN BIÇÛK DIBIN’

Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî, bal kişan ser berxwedana gelê Pirsûsê ya di sala 2014’an de ji bo Kobanê pêk hat û wiha got: “Başe ku hûn hene, têkoşîna we heye. Îro ji bo dengê me dernekeve bi her awayî êrîş dikin. Lê ya rast her ku ew êrîş dikin, ewqas biçûk dibin. Va her  kes dibîne em bi gelê xwe re  li ser piyane.” 

AGIRΠ

Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinê de li navçeya Bazidê ya Agiriyê jî xwestin bimeşin. Polîsan meş asteng kir û jinan daxuyanî dan. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Şevîn Coşkun, hevserokên şaredariyê û rêxistinên bajêr û navçeyan ên HDP'ê beşdarî daxuyaniya li ber avahiya HDP'ê ya li Bazidê, bûn. 

Li dî TOMA û dorpêçkirina polîsan jinan pankartên bi nivîsê "Ne hewayê îktidarê biguherin","Zimanê min nasnameya min e nasnameya min rûmeta min e" û"Jin jiyan e jiyanê nekujin" hilgirtin. 
 
Leyla Guven a ku daxuyanî da wiha got: "Em li dijî zîhniyeta baviksalarî serî hildidin. Ev hêza me heye ev cesareta me heye. Loma em ê têkoşîna xwe ya li qadan dewam bikin. Em di çarçoveya kampanyaya 'Em xwe diparêzin' de têkoşîna xwe ya li qadan didomînin. Di şexsê jinê de qirkirin pêk tên. Li ser erdnîgariya Kurdistanê talan pêk tên. Li Cizîrê, Sûrê, Heskîfê polîtikayeke hilweşandinê ket meriyetê. Li dijî vana li dijî her mijara ku me dike hedef em li berxwe didin."
 
'EM HENE, EM SERÎ HILDIDIN'
 
Guven, da zanîn ku jinên li Agiriyê bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û wiha got: "Kesên li dijî jinan sûc dikin ji aliyê dewletê ve tên parastin. Bi destên medya û darazê ev kes tên parastin. Bersûc ji vê sîstemê cesaretê digirin. Bi devê îktidarê dibêjin 'Tu wekî jinekê huş be'. Her roj bi zimanê xwe yên zayendperest hewil didin tundiya li ser jinê rewa bikin. Jin ne tenê li vir, li her derê cîhanê serî hildidin. Bi Reqsa Las Tesîsê, li dijî DAÎŞ'ê li Rojava jin li her derê serî hildidin. Erê em hene û em ê li dijî zîhniyeta mêr serî hildin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Jin jiyan azadî","Em xwe diparêzin" bi dawî bû. 
 

Sernavên din

07/11/2020
20:31 Joe Bîden bi ser ket
19:59 81 kes ji ber Covîd-19'ê mirin, 2 hezar û 483 kes jî pê ketin
16:21 Ji mamosteyên hatibûn binçavkirin 3 jê hatin berdan
16:02 Sancar serdana gundên Haymanayê kir
15:44 ÎSÎG: Di 10 mehan de 1734 karke mirin
15:07 ÎHD: Girtiya nexweş Ekîm Polat berdin
14:51 ÎHD'ê xwest nexweşê 65 salî serbest berdin
14:50 Jinên starta 25’ê Mijdarê dan banga têkoşînê li jinan kirin
14:22 Dayikên Şemiyê: Dem dibore lê hêrs û êşa me nabore
14:09 MEBYA-DER: Daxwazên girtiyan qebûl bikin
13:39 Ne li ‘kampa rêxistinê’ di Nobeta Nûçeyan de bû
13:37 Rewşa girtî Kaya yê 85 salî xeter e
13:10 Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê Jeffrey îstifa kir
12:15 Xizmên Windayan: Aqûbeta Togcû ku 26 sal in winda ye pirsîn
11:52 Ji gardiyanan ji bo girtiyan: Çawa be hûn ê bimirin
11:38 Sengawî yê YNK’î: Me bi fermî ji PDK’ê re gotiye em ne alîgirê şerin
10:24 Leyla Guven: Em ê bi têkoşîna gelan tecrîdê bişkînin
09:57 Gelo li Dersimê çi di qewime?
09:45 Ji ber dirûtina nîvîna xwe 10 meh ceza li hunermend Benlî birîn
09:14 Serokê Banka Navendî ji peywirê hat girtin
09:14 Malbata Mûhammed û Fûrkan: Ma xew bi çavê wan dikeve?
09:13 'Ne munferît e, şideta rêxistinbûyî ya mêran e'
09:08 Derbarê kesên ku gor xera kirine tiştek jî nehatiye kirin
09:07 Serokê Baroya Colemêrgê: Mirinên li ser sînor îhmalkariya dewletê ye
09:07 Esnafên kargehên wan bûn arî: Êdî em ê nikaribin nan jî bibin mala xwe
09:06 Li Enqereyê avahiya herî qelebalix dadgeh û midûriyetên îcrayê ne
09:04 Kesên dixwestin şanoyan bigirin şewb ji xwe re kirin firsend
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2020'AN
08:33 Li Keçîorenê dayik û zarokên xwe hatin qetilkirin
06/11/2020
23:06 Rojnamevan Karakaş hat girtin
23:02 Şanoya Bajêr a Amedê dest bi serdema nû kir
20:15 Îro 83 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
16:04 Parêzerên dadgehê ruhsata wan betal kirin: Me mahkûmî mirina civakî dikin
15:57 Cenazeyê Mîsleh Kasimî yê eskeran qetil kiribû hat girtin
14:58 Endezyar Dag: Hûn li gorî zagonên xwezayê tev negerin xweza dê we ceza bike
14:49 Jinan li Pirsûsê dikandar ziyaret kirin
14:18 Hevseroka TUAY-DER’ê Harran hat berdan
14:11 ‘Di Cotmehê de 42 mirov hatin kuştin'
13:49 Dayikên Aştiyê bang kirin: Bila şerê birakujiyê çênebe
13:38 DFG: Di cotmehê de 91 rojnameger hatin darizandin
13:24 Li dijî Egîtîm Senê operasyon: 26 mamoste hatin binçavkirin
13:00 Li Amedê qeza: Yek jê giran 3 kes birîndar bûn
12:38 Karkerê li ser sînor dîwar lê dikir bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest da
12:17 Gunay: Em bê navber dest bi çalakiyan dikin
12:02 Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin
11:53 Li Edenê 2 kes hatin girtin
11:42 Namzetê parlamenterê AKP’ê tayînî alîkariya qeyûm hat kirin
11:32 Heftiyeke agahî ji girtiyê 85 salî nayê girtin
10:43 Parêzerî ÎHD'ê: Gotinên walî û malbatan li dijî hevin
10:38 Partiyên Îtîfaqa Kurdistanî: Roj roja yekitiya netewî û parastina destkeftiya ne
10:17 Qoser bû gola heriyê
10:06 Endamê Dadgeha Bilind ÎHD'ê kir hedef
09:00 Hejmara 17'emîn a dilopê derket
09:00 AKP'ê li Şirnexê bi dizî mirov kirin endamên xwe
09:00 Patron û Îş Kûr bûn yek, karkerên sendîkayî baypas kirin
09:00 Bektaş: Tirkiye ji Rêveberiya Xweser ditirse
09:00 'Kaya înfaz kirine'
09:00 Rojnamevan Salaz: Heger şer biqewime dê tenê ne li çiyê be
09:00 Demîrer: Heger em krîza şaristaniyê li gor a sosyalîst nenirxînin dê barbarî xwe nû bike
09:00 Lêpirsîna derbarê êrîşa li ser karkerên kurd 3 meh in wekî berê ye
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN
08:20 Li Amedê serdegirtina malan
05/11/2020
21:29 TJA , li Cizîrê bi rêxistinên civaka sivîl re civiya
19:30 Îro 81 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dane
18:22 Ayşe Gokkan hat berdan
17:03 Heyeta KCD, DBP û HDP’ê çûn serdana malbata Derelî
16:55 Li Cizîrê jinan belavokên 25'ê Mijdarê belav kirin
16:44 TJA li Riha û Colemêrgê bi jinan re hat gel hev
16:43 Ayşe Gokkan bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kirin
16:19 Bûldan bang li jinan kir: Heke em tênekoşin dê desthilat me tune bike
15:43 Siyasetmedarên Kurd bang li Barzanî kirin: Dawî li Birakujiyê bînin
14:56 Hevşaredarê Qelqeliyê Almaç hat berdan
14:46 Ûca: Serdozgeriyê girêdana Omer Guney a bi MÎT’ê re îttîraf kiriye
14:30 Di 10 mehên ewil ên salê de 160 hatin revandin û sîxûrtî ferzî wan hat kirin
13:51 Meclîsa Jinan a HDP'ê bernameya 25'ê Mijdarê aşkere kir
13:50 Bûldan bi malbata Gulistan Dokû re hevdîtin kir
13:26 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:26 Ayşe Gokkan derket dozgeriyê
13:02 Parazvanê wekîla AKP’ê têkildarî teqîna Qeyseriyê hat girtin
13:01 Fermandarê eskerî: Ezê vî gundî beşewitînim
Cenazeyê welatî Şeralî 12 saetan li erdê ma
12:54 Ji ber xesara erdhejê girtî ji Girtîgeha Bûcayê sewq bûn
12:17 KNK'ê ji bo Herêma Kurdistana Federe Maseya Krîzê ava kir
12:01 Ji Meclîsa Ciwanan a HDP’ê meş
11:39 Karkerê ceyranê pê girt jiyana xwe ji dest da
11:31 Li Girtîgeha Rihayê hejmara pêketiyan zêde dibe
11:25 Emniyetê ji bo şahidê nepen ku dozger li doznameyê bar kiriye got, ‘Kesek wiha tuneye’
11:08 PDK dixwaze çi bike?
11:04 Malbata Açar serî li KCDP’ê da: Ne întîhar e, cînayet e
10:50 Dormîşa penaberan qeza kir: Penaberek jiyana xwe ji dest da
10:33 Ji îstînafê biryara ‘Doza Panzerê’: 19 hezar TL guncawe
10:26 Nave têkoşîna bênavber a 40 salan: Osman Akdag
09:59 Bi lîstika ‘Hema Hema Jin Elîzabeth’ sibê perde vedikin
09:28 Dixwazin mafê jinê ji destê wê bigirin
09:26 'Li Şirnexê pergala perwerdehiyê têk çûye'
09:25 ‘Jin dê bixwe cihê xwe yê di nava civakê de ava bikin’
09:17 Zivistan hat, welatî li sobeyên erzan digerin
09:17 Dixwazin ser dosyeya Khalediyê îranî bigirin
09:17 ‘Divê ji bo aştî û demokrasiyê Ocalan azad bibe'
09:17 Têkildarî dosyeya Îslam Kaya hîn jî tu tişt nehatiye kirin!
09:12 Ji bo kesên bi îdiaya 'endamtiya rêxistinê' hikim xwarine biryareke emsal