RIHA – Li Siwêregê polisan di serdegirtina malan de kesekî binçav kirin.
Li navçeya Siwêregê ya Rihayê, polisan duh bi ser malan de girt û Şehrîban Mîmkara binçav kirin. Polisan piştî binçavkirinê Mîmkara bi xwe re birin Miduriyeta Polisan a Bajar. Sedema binçavkirina Mîmkara nehat hînkirin.