Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn

  • rojane
  • 13:57 12 Cotmeh 2024
  • |
STENBOL - Dayikên Şemiyê vê heftê bal kişandin ser qetilkirina 11 gundiyên li navçeya Pasûrê û gotin: "Em ê tu carî dev ji daxwazên xwe yên edaletê bernedin."
 
Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê, ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de hatin windakirin û hatin qetilkirin bipirsin û faîl bên dîtin û darizandin di hefteya 1020'emîn de bi qurnefîlên sor û wêneyên xizmên xwe li Qada Galatasarayê kom bûn. Gelek parêzvanên mafên mirovan tev li çalakiyê bûn. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo 11 gundiyên ku di sala 1993'yan de li navçeya Pasûra Amedê di bin çavan de hatin windakirin edalet hat xwestin. 
 
Endama Desteya Rêveberiya Navendê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Nûray Çevîrmen daxuyanî xwend. 
 
'PEYMANA WINDAYAN ÎMZE BIKIN' 
 
Çevîrmen diyar kir ku gotinên Serokkomarê AKP'ê Erdogan ên "Erkê me ye ku em feraseta bêcezabûnê ji holê rakin û bi lez û bez fikarên civakê yên ewlekarî û edaletê çareser bikin" bi bîr xist û got: "Li Tirkiyeyê pirsgirêka feraseta bêcezabûnê nîne. Pirsgirêka hikûmetê ye ku bêcezakirinê wekî teknîka rêveberiyê bi kar tîne. Em bang li Serokomar Erdogan dikin; eger hûn dixwazin bêcezabûnê bi dawî bikin, pêşî me bibînin û bibhîsin. Kesên ku di bin çavan de hatiye windakirin wek sûç pênase bikin. Peymana Windayan a Neteweyên Yekbûyî îmze bikin û bi cih bînin." 
 
'TIRKIYE HAT MEHKÛMKIRIN' 
 
Çevîrmen di berdewamiya axaftina xwe de bi bîr xist ku di navbera 8 û 25'ê Cotmeha 1993'yan de li navçeya Pasûr û hin gundên Mûşê 11 gundî di bin çavan de hatin windakirin û wiha got: "Di operasyona leşkerî ya ku ji aliyê Tûgaya Bolu ya di bin fermandariya Serfermandar Yavuz Erturk de di navbera 8 û 25'ê Cotmeha 1993'yan de pêk hat de, gelek gundiyên ji gund û gundikên belavbûyî yên Qulp û Mûşê hatibûn binçavkirin. Gundî birin herêma nêzî gundê Alaca ya Qulpê ya ku leşker lê bi cih bûbûn. Di tevahiya operasyona ku nêzî 2 hefte dom kir de li wir hatin ragirtin. Di vê demê de malbatên wan ji wan re xwarin birin. Di vê pêvajoyê de hin gundî hatin berdan. Ji 11 gundiyên ku heta roja dawî ya operasyonê di bin çavan de hatin girtin tu agahî nehat girtin. Çend malbat serlêdanên fermî jî kirin negihastin encamekî. Di 29'ê Nîsana 1997'an de derbarê dosyayê de biryara neşopandinê hat dayîn. Lê belê li gorî biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) a 31'ê Gulana 2001'an Tirkiye berpirs hat dîtin û ji ber ku lêkolîneke bi bandor nekir hat mehkûmkirin." 
 
'SERLÊDANÊN MALBATAN HAT REDKIRIN' 
 
Çevîrmen daxuyand ku di sala 2004'an de li gundikê Kepîrê hestiyên mirovan hat dîtin û bi hewldana malbat û ÎHD'ê ev hestiyên ku hatin dîtin ji Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re hat şandin. Çevîrmen wiha got: "Di encamê de derket holê ku ev hesî aîdê 11 gundiyên ku hatine windakirin e. Piştî serlêdana Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan a Meclîsê, lêkolînek derbarê mijarê de hat destpêkirin. Di rapora ku hat amadekirin de hat diyar kirin ku di operasyonê de hin kes hatin binçavkirin û piştre hatin windakirin em di vê mijarê de îqnane. Bi israra malbatê di sala 2013'yan de lêkolîn hat destpêkirin, îdianameya ji aliyê Serdozgeriya Amedê ve hat amadekirin, ji aliyê dadgehê ve jî hat qebûlkirin. Derbarê Serfermandar Yavuz Erturk de jî bi daxwaza 11 caran cezayên heta hetayê û 25 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Lê tevî dîtina hestiyên gundiyên di goreke komî de, biryara mehkûmkirinê ya DMME'yê û rapora Meclîsê jî, doza ku li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê dihat dîtin, di 19'ê Îlona 2018'an de bi beraeta kiryar bi dawî bû. Serlêdana malbatan a îstînafê jî hat redkirin."
 
'EM EDALETÊ DIXWAZIN' 
 
Nûray Çevîrmen da zanîn ku divê kiryar û berpirsyar bên cezakirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Çend sal derbas bibin jî, ji bo Mehmet Salîh Akdenîz, Celî Azîz Aydogdu, Behçet Tutuş, Mehmet Şerîf Avar, Hasan Avar, Bahrî Şîmşek, Mehmet Şah Atala, Turan Demîr, Abdo Yamuk, Nusreddîn Yerlikaya, Ûmît Taş hemû windahiyan em edaletê dixwazin. Divê dewlet di çarçoveya hiqûqa gerdûnî de tevdigere." 
 

Sernavên din

16:45 Banga beşdariya mitînga ‘azadiyê’ li gelê Botanê hat kirin
16:37 Aldar Xelîl: Divê gelê Başûr dengê xwe bide kesên bikarin nûnertiya wan bikin
16:29 Grûba Parêzerên Netewperest êrişî parêzerên kurd kirin
15:32 Li Enqere û Stenbolê xwestin Hatîce Onaran bê berdan
15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin