MÊRSÎN - Polîsan li navçeya Akdenizê ya Mêrsînê bi ser gelek malan de girt û 6 kes binçav kirin.
Polîsan li taxên Guneş, Şevket Sumer û Halê yên Navçeya Akdenîza Mêrsînê, hemwext bi ser gelek malan de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de Bedran Etiz, Xabat Aslan, Şahin Îlhan, Civan Tamur, Fatma Çetinkaya û Agit Işik binçav kirin. Polîsan 6 kesên binçav kirin, birin Midûriyeta Polîsan a Mêrsînê. Hat diyar kirin ku kesên hatine binçavkirin têkildarî teqîna bombeya deng a di 24'ê Mijdarê de li taxa Halê pêk hatibû ye.