Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn

  • rojane
  • 09:14 27 Mijdar 2020
  • |
img

RIHA - Hevjînên hev Halîl û Adalet Çay ku ji ber ferzkirina cerdevantiyê ji herêma Qerejdax a Sêwregê koç kirine, gava piştî salên dûr û dirêj cardin vegeriyan warê xwe, vê carê jî bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû mane. 

 
Hevjînên hev Halîl û Adalet Çay, di sala 1990'î de ji ber cerdevantî li wan hatibû ferzkirin ji herêma Qerejdax a navçeya Sêwreg a Rihayê koç kirine. Lê belê gava piştî salên dûr û dirêj cardin vegeriyane warê xwe, vê carê jî bi binçavkirin û girtinê re rû bi rû mane. Halîl Çay, jiyana xwe ya bi sirgûnê destpêkir û bi binçavkirin û girtinê dewam dike di pirtûka xwe ya bi navê "Doganin Kahramanlik Destani" de yek yeko behs kiriye. 
 
AN ÇEK AN KOÇBERΠ
 
Çay, diyar kir ku ji ber ku cerdevantî qebûl nekiriye her tim gef lê hatine xwarin û got: "Fermandar got 'sê rê li ber te ne.' Yek jê hilgirtina çeka cerdevantiyê, ya dudoyan koçberî û ya sisêyan jî bi guleyekê kuştina te. Got, 'Gere tu yekê ji van hilbijêrî.' Wê kêliyê min hew xwe girt û giriyam. Pirsî 'Ji bo çi digirî?' Min got, 'Tu dixwazî ji axa dê û bavan biçim. Aha, gora bavê min li vê derê ye. Niha ez bûme mêvan, tu jî bûyî mazûban.' Pir li zora min çû. Tiştek ji destê min nehat û mecbûr mam koç bikim." 
 
GIRTÎGEH 
 
Çay, anî ziman ku ji ber zext û zoriyan mecbûr mane di sala 1993'yan de ço bikin û wiha pê de çû: "Ewilî, em çûn Edeneyê. Ji bo debara xwe em li nav erdan şixulîn. Di sala 1996'an de ji ber îfadeyekê li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê hatim darizandin û min birin Girtîgeha Konyayê. Bi îdiaya alîkariyê 3 sal û 4 meh ceza li min hat birîn. Paşê min birin Girtîgeha Nevşehîrê. Gava girtîbûm rewşa malbata min qet nebaş bû. Ji ber ku hevjîna min bi tirkî nizanibû, me nikaribû pir hev bibîne." 
 
SIRGÛNA DUYEM 
 
Gava Çay di girtîgehê de bûye, malbata wî mal biriye navenda Rihayê û piştî hatiye berdan ji ber di nav xebatên siyasî de cih girtiye cadrin hatiye sirgûnkirin û vê carê ji mecbûrî koçî Stenbolê kiriye. Malbata Çay, 5 salan li Stenbolê dimîne. Lê ji ber ku dibînin jiyana metrepolê hem ji bo wan hem jî ji bo zarokên wan zirar e, cardin berê xwe didin Rihayê. 
 
Çay ji bo vê rewşê ev tişt gotin: "Di warê aborî de rewşa me hebikekî baştir bû. Cardin daxilî nav xebatên siyasî bûm. Cardin bi zext û zoriyan re rû bi rû mam. Vê carê berê xwe dan malbata min. Zarokên min ji kar hatin derxistin. Aşxaneyek me jî hebû. Rabûn wê jî girtin. Şerekî derûnî dikirin." 
 
GIRTIN 
 
Çay, bilêv kir ku di sala 2012'an de di çarçoveya "lêpirsîna KCK'ê de" cardin hatiye girtin û 2 sal û nîvan di girtîgehê de maye û di dema "pêvajoya çareseriyê" de hatiye berdan. 
 
Çay, anî ziman ku piştî hatiye berdan cardin daxilî nav xebatên siyasî bûye û di sala 2016'an de gava MEYA-DER'a ku wê demê ew serokê wê bûye hatiye girtin cardin hatiye girtin. Çay got: "Vê carê 20 mehan di girtîgehê de mam. 9 sal ceza li min birîbûn. Lê piştî Dadgeha Îstinafê ceza xera kir, hatim berdan. Dû re dosye beraet kir. Piştî sal û nîvekê, vê carê jî di bin navê 'pergala zindanê' de cardin hatim girtin. 7 mehan girtî mam. Berî bêm berdan bi pênc rojan, min di nûçeyan de bihîst ku hevjîna min jî hatiye binçavkirin. Gava hatim berdan hevjîna min di binçavan de bû. Min ji heyeta dadgehê re got 'A ku hûn dikin êdî ne darizandin e. Hûn înfazê dikin.' Hîn jî em ne rihet in. Tim li derdora mala me ne. Zext û zorî didome. Armanca wan, em xwe radestî wan bikin. Lê belê me tiştek nekiriye ku em xwe radest bikin." 
 
HEPSA MALÊ 
 
Dayika Aştiyê Adalet Çay a 60 salî jî, di 6'ê Cotmehê de tevî 3 dayikên aştiyê hatiye binçavkirin û 9 rojan di binçavan de maya û bi cezayê hepsa malê hatiye berdan. Çay, niha meheke di mala xwe ya li Taxa Yenîşehîrê ya li navçeya Halîliyeyê di hepsa malê de ye. Ji ber vê nikare ji malê derkeve. 
 
Dayik Çay, anî ziman ku gava sirgûnî bajarekî ku bi zimanê wê nizanibû bûne, bi zor û zehmetiyên mezin re rû bi rû mane. Çay, destnîşan kir ku di rewşeke wiha de zarokên xwe bi tahb û rebenî mezin kiriye. Çay, bilêv kir ku piştî hevjînê wê hatiye girtin jiyana wan zehmtir bûye û got: "Min bi tirkî nizanibû. Îcar gava hevjînê min hat girtin, em perîşan bûn. Kurê min li cem qesabekî dixebitî. Tenê ew dixebitî. Kesekî me tune bû. Em bi tena xwe bûn. Ji ber ku tirkiya min tune bû, min nizanibû ez ê çawa biçim girtîgehê, hevdîtinê bi hevjînê xwe re bikim. Umrê me li ber deriyên girtîgehan derbas bû. Gava mirov bê sirgûnkirin, van tiştan tînin serê wan. Me dev ji her tiştê xwe berda û em çûn." 
 
‘NIKARIM BIÇIM GUNDÊ XWE' 
 
Dayik Çay destnîşan kir ku dayik ji bo êşê nekişînin li ber xwe didin û wiha got: "Em naxwazin tu dayik bigirîn. Em li ber her tiştî bûne sîpre. Çawa li xwe difikirim, li dayikên din jî difikirim. Divê xweyî wijdan bin. Tim binçav dikin û digirin. Niha jî nahêlin ji avahiyê derkevim. Ez dayik im, ez ji avahiyê derkevim ê çi bibe, dernekevim ê çi bibe? Di warê ruhî de rewşa min nebaş e. Nikarim derkevim derve. Nikarim biçim gundê xwe. Dixwazim biçim, lê nikarim. Ev rewş her diçe xirabtir dibe. Ma mirov tiştekî wiha tîne serê dayikekê? Çi sûcê min heye? Ji ber ku doza aştiyê dikim, van tiştan tînin serê min. Ev zilm e. Dayika Emîneyê di girtîgehê de jiyana xwe ji dest da. Ji min re dibêjin, 'ji bo çi tu çûyî şîna wê?' Êdî bes e, bila ev êş biqedin." 
 
MA / Bariş Polat 

Sernavên din

28/11/2020
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin