ENQERE - Polîsan nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamyayê Hakan Yalçin, di serdegirtina malê de binçav kirin.
Polîsan serê sibê bi ser mala nûçegîhanê Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) Hakan Yalçin a li Navçeya Keçîoren a Enqereyê de girt û li malê ew binçav kirin. Polîsan li mala Yalçin a li taxa Yukseltepeyê de legerîn kirin û piştî lêgerînê bi îdeaya “Endamê rêxistinê ye" Yalçin binçavkirin û birin Midûriyeta Palîsan a Enqereyê.