Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin

  • rojane
  • 11:42 27 Mijdar 2020
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li hin bajaran vê sibehê polîsan bi ser gelek malan de girtin û bi dehan kes binçav kirin. 

 
Li dijî welatî, kesayet, siyasetmedar û sazî û rêxistinên sivîl ên civakî bênavber operasyonên pêla binçavkirin û girtinê pêk tên. Vê sibehê jî li ser fermana dozgeriyan li hin bajaran polîsan bi ser malan de girt û gelek kes binçavkirin. Polîsan di serdegirtina malan de kelûpelên welatiyan jî serûbin kirin. 
 
 
ŞIRNEX
 
Li navçeya Hezex a Şirnexê polîsan bi ser mala rêvebirê HDP'ê yê berê Husnu Babat de girtin û binçav kirin. Babat ê ku sedemê binçavkirina wî nehat zanîn birin Midiûriyeta Polîsan a Hezexê. 
 
WAN 
 
Polîsan duh bi şev bi ser avahiya Rêxistina HDP'ê ya Bajêr a Wanê de girt. Bêyî ku agahî bidin rêveberek partiyê serdegirtin pêk hat û polîsan li qata çaremîn a ku aydê Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ye lêgerîn pêk anîn. Dest danîn ser hardîsk û hin pirtûkan. Polîsan li ser depê li odeyê jî nîşeya "Selamileleykim, o em hatin" nivîsandin. 
 
Li aliyê din vê serê sibehê polîsan bi ser gelek malan de jî girt. Di serdegirtinan de Denîz Adar Eldemîr, Dilaver Eldemîr, Ferhat Azan û Arjîn Tuncer hatin binçavkirin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Ferhat Eldemîr jî li Xarpêtê hat binçavkirin. 
 
AMED 
 
Li navenda Amedê jî polîsan vê sibehê bi ser hin malan de girt. Di serdegirtinên malan de endamê Rêveberiya Odeya Avahîsazan a Şaxa Amedê Azîz Yagmûr û kesê bi navê Mehmet Yalçin hatin binçavkirin. 
 
Polîsan deriyê mala Azîz Yagmûr şikandin û ketin hundir. Polîsan 4 kesên li malê bi ser dev dirêjkirin û sîleh xistin serê wan. Polîsan bi qûndaxa sîlehê li Umît Akbiyik dan. Her wiha pol3isan pê li pişta Çeko Mîmkara û birayên Azîz Yagmûr, Mehmet û Fûrkan Yagmûr kirin û li wan dan. Polîsan heqaret û tehdît kirin. Hemû kelûpelên malê serûbin kirin û dest danîn ser telefon û pirtûkan. 
 
Akbiyik û Mîmkara ji bo rapora lêdanê werbigirin çûn nexweşxaneyê. Hêceta binçavkirinê nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. 
 
Tê gotin dibe hejmara binçavkiriyên li Amedê zêde bibin. 
 
SÊRT 
 
Li Sêrtê jî polîsan bi ser mala Endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Cemîle Altan de girtin û li malê lêgerîn pêk anîn. Piştî lêgerînê Cemîle Altan binçav kirin û birin Miduriyeta Polîsan a Sêrtê. 
 
ÊLIH 
 
Hat zanîn ku li Êlihê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Tê gotin derbarê 15 kesan de biryara binçavkirinê heye û 14 kes bi îdiaya bûyerên 6-7-8'ê Cotmehê yên Kobanê hatine binçavkirin. 
 
ÎZMÎR 
 
Li îzmîrê jî polîsan serê sibehê bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de kelûpel hatin belavkirin û dest danîn ser materyalên dîjîtal, telefon û computeran. 
 
Di serdegirtinan de Zerga Ozturk, Fadîme Kocakaya, Zûhal Çelebî, Hediye Tekîn û Mutaber Akgul bi îdiaya "endamtiya rêxistinê û propaganda rêxistinê" hatin binçavkirin. Her wiha hat zanîn ku biryara qedexeya hevdîtinê ya 24 saetan danîne ser binçavkiriyan. 
 
ENQERE 
 
Li Enqereyê jî Serdozgeriya Komarê derbarê gelek kesan de biryara binçavkirinê derxist. Polîsan di çarçoveya lêpirsînê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de Endama Meclîsa HDP'ê ya berê Erol Çîftçî, endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Tûnahan Gozlugol, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Newroz Gulen, Mesût Çîftçî, Ezgî Orak û Mahmût Altan ê 73 salî yê ku nexweş e hatin binçavkirin. Hat gotin ku bi hêceta "propaganda rêxistinê kirine" hatine binçavkirin. 
 

Sernavên din

28/11/2020
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin