‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'

  • rojane
  • 09:03 28 Mijdar 2020
  • |
img

MÊRSÎN – Parêzer Abdûrrahman Îlgîn da zanîn ku girtiyên rojavayî li girtîgehan di hucreyên yekkesî de tên ragirtin û got: "Girtiyên rojavayî li Tirkiyeyê tên cezakirin û bi ser de jî dixwazin li Sûriyeyê jî wan ceza bikin." 

Endamê Navenda Giştî ya Komeleya PIştevaniya Ji Bo Malbatên Girtî û Hikumxwaran (TÛAY-DER) Parêzer Abdûrrahman Îlgîn, anî ziman ku li girtîgehan rewşa girtiyên ji Rojavayê nebaş e. Îlgîn, da zanîn ku ji girtîgehên Herêma Çûkûrovayê 25 girtiyên rojavayî serî li wan dane. Îlgîn, bilêv kir ku lê belê nikarin xwe bigihînin yên din û ev kes ji roja hatine binçavkirin û heya girtinê bi bêhiqûqîtiyan re rû bi rû mane. Îlgîn, diyar kir ku piranî cendirme kesên ji Rojavayê binçav dikin û got: "Gava ev kes tên binçavkirin, qanûn esas nayên girtin. Qanûnên di Qanûna Dadgehên Cezayî (CMK) de esas nayên girtin. Mesela, di dema lêpirsînê de divê wergêrên sondxwarî hebin, lê belê ev yek bi piranî ji hêla eskerên ku îdia dikin bi kurdî dizanin tê kirin. Li gor wergera esker zabitname tên amadekirin. Ev îfade li dadgehan jî esas tên girtin. Ev yek li dijî hiqûqê ye. Lê belê pênc sal in tenê ne ji bo girtiyên rojavayî ji bo tevahiya girtiyên siyasî ev yek tê kirin. Ji dêvla qanûnan, hiqûqa dijminatiyê pêk tînin." 
 
Îlgîn, bibîr xist ku piraniya girtiyên rojavayî bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" û îdiaya "propagandaya rêxistinê" tên tawanbarkirin û rojavayiyên tên binçavkirin gava di telefonên wan de wêneyên YPG'iyan hebin an jî xwişk û birayek wan an jî xizmek wan di nav YPG'ê de be, tên girtin. 
 
HUCREYÊN YEKKESΠ
 
Îlgîn, destnîşan kir ku rajavayiyên tên girtin jî dixin hucreyên yekkesî, da ku pêwendiyê bi girtiyên siyasî re daneynin û got: "Gava dixwazin li cem kesên bi heman sûcî hatine girtin bimînin, ji wan re tê gotin li girtîgehê tenê ew girtiyên siyasî ne û lewma divê di hucreyên yekkesî de bimînin. Ji ber ku pêwendiya bi girtiyên din re tê astengkirin, ew jî nikarin xwe bigihînin kesî. Ji ber vê yekê hin girtî hene ancax piştî du an jî sê salan pêwendiyê bi me re datînin. Li girtîgehên Tirkiyeyê ji bo tu girtiyî wergêran peyda nakin. Girtiyên biyanî, ji ber ku bi tirkî nizanin, nikarin daxwazên xwe jî bînin ziman. Ji ber vê yekê pirî carên daxwazên wan ên ji bo pêdiviyan pêk nayên an jî piştî çend mehan didin wan. Ji ber ku malbatên wan ne li van dera ne, bi mehan heman kinc li wan e. Heta nikarin bi pereyan jî tiştên ji wan re lazim in bikirin." 
 
‘DIXWAZIN ÇETEYAN TESLÎM BIKIN'
 
Îlgîn, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: "Faşîzma ku ji sala 2015'an de gur bûye, li girtîgehan jî heye. Gava cezayê girtiyên rojavayî hindik dimîne, xeberê didin îdareyên koçberiyê. Îdareya koçberiyê jî di cîde biryara dersînorkirinê dide. Li Herêma Çûkûrovayê jî piranî wan dişînin Dîlokê. Heger ev kes dozê nekin wan dişînin Sûriyeyê. Mesela girtiyekî efrînî heye, cardin wî şandin Efrînê. Wî ardestî OSO û çeteyên din kirin.Hem li Tirkiyeyê tên cezakirin hem jî dixwazin li Sûriyeyê jî bên cezakirin." 
 
Îlgîn, destnîşan kir ku heger girtiyên rojavayî serî li wan bidin şandina wan a Sûriyeyê radiwestînin û got: "Gava di vî warî de serlêdan tên kirin, em jî serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê didin û îtiraz dikin. Paşê em diçin Dadgeha Îdareyê û doza betalkirinê dikin. Heya doz bi dawî nebe nikarin wan kesan bişînin Sûriyeyê. Daxwaza îlticayê bi hinceta 'ewlehiya cemaweriyê' tê redkirin. Gava wisa be, em jî ji bo welatekî din li rêya îlticayê digerin." 
 
MA / Omer Akin

Sernavên din

28/11/2020
16:05 Li Cizîrê 2 ciwan hatin binçavkirin
15:19 Xwestin girtiya nexweş Rûken Yildiz were berdan
15:16 Erebistana Siûdî êdî bi awayekî fermî berhemên Tirkiyeyê boyqot dike
14:55 Cenazeyê mamosteyê Ocalan hat veşartin
14:44 ÎHD'ê pirsa bersûcên Ayşenûr Şimşek kir
14:31 Çaglar Demîrel dest bi greva birçîbûnê kir
14:14 'Çi dikin bila bikin em ê bi ser bikevin’
13:55 Nobeta li Şengalê di roja 3'emîn de ye
13:47 Hevjîna Aydogan ê hat windakirin: Ez dixwazim tenê gorek wî hebe
13:47 Sancar: Tu niyetek dewletê û hikumetê nîne ku kuştina Elçî ronî bike
13:22 Meclîsa Ciwanên HDP'ê: Me serî netewand em natewînin
12:53 Di ser komkujiya Roboskê re 107 meh borîn
Rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe
12:49 MED TUHAD-FED'ê: Bi polîtîkayên çetewarî wê nikaribin encam bigirin
12:44 Tahîr Elçî tê bibîranîn: Em li kujerên bi zirxa bêcezakirinê tên parastin digerin
12:28 Jina ku di derketina edliyê de hatibû birîndarkirin jiyana xwe ji dest da
12:27 Rewşa girtî Ramazan Dûrmaz giran e
12:05 TÎHV'ê binpêkirina mafên Akademîsyenên Aştiyê kirin rapor
12:02 Piştî gotina 'reformê' ya Erdogan, 415 kes hatin binçavkirin
11:34 Îdîanameyên 4 jinên li Nisêbînê hatibûn girtin hatin amadekirin
11:23 ‘Tahîr Elçî parêzvanê mexdûran bû’
11:19 Z.N. ya 2 ewlekaran tecawizî wê kirin, 4 meh şûnde şandin mêvanxaneyê
10:53 Li Amedê serdegirtina malan
10:37 Kardeş Turkuler ji bo bîranîna Tahîr Elçî strana ‘Hewar’ parve kir
10:29 Beştaş: MHP aşkere îlan kir ku pişta xwe dide mafyayê
10:28 Li Dîlokê 13 siyasetmedar hatin berdan
10:27 Hevşaredara Hezoyê Avci hat binçavkirin
10:16 Li Bûrsayê sê parêzer hatin berdan
10:07 ‘Li Dersimê dixwazin nasnameya elewîtiyê tune bikin’
09:05 Welatiyên di ser 65 salan re: Ên şewbê belav dikin ne em in
09:04 Meşkên ji axlemûr û bîşengê
09:03 Parêzerê girtiyê nexweş Tûran: Li ber mirinê ye
09:03 ‘Dixwazin girtiyên Rojavahiyî du caran ceza bikin'
09:03 Polîsan sîxurtî lê ferz kir, dozger got 'çima te qebûl nekiriye?'
09:00 ROJEVA 28'Ê MIJDARA 2020'AN
27/11/2020
23:09 Li Efrînê zarokek û kalekî 70 salî hatin kuştin
20:39 Li Tirkiyeyê îro 177 kes ji ber Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
20:02 KNK û Şandeya Şengalê: Dê tu peymanên ku êzidî ne di nav de bin neyên qebûlkirin
19:32 Esnafên Stenbolê daketin qadan: Em ê li ber xwe bidin
16:16 Rêxistinên parêzeran: Em destûr nadin parastinê tune bikin
16:09 Orhan: Hişmendiya DAIŞ'ê wê nekare me teslîm bigire
16:08 Mirovê qeyûm ê herî girîng hat girtin
14:58 Li Êlihê 15 kes hatin binçavkirin
14:42 Ji polîsan derp û gef: Em ê hesaba vê rojê ji we bipirsin
14:32 4 meh in nikare cenazeyê kurê xwe bigire
14:25 Berdevka HDP’ê Gunay: Reforma rasteqîn çûyîna pergala we ya xerabûyî ye
14:06 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin bi parêzeran re hevdîtin kirin
13:56 Rojnamegerên bertek nîşanî girtinan dan: Pêdivî bi piştevaniyê heye
13:34 Malbat ji bo biçin Îmraliyê carek din serlêdan kirin
13:30 Mor Çati 30 salî ye
13:07 Li Eyn Îsayê mayinek teqiya: 2 zarok mirin
13:00 Girtiyên hatibûn derpkirin di greva birçîbûnê de ne
12:57 Şaredarê Şîşliyê: Binçavkirina cîgirê xwe ji nêz ve dişopînim
12:40 Rojnameya Welat dest bi weşanê kir
12:35 Li Meletiyê erd hejiya
11:42 Li gelek bajaran operasyon: Bi dehan kes hatin binçavkirin
10:50 Jinan bertek nîşanî budçeyê dan: Em ne alîkariyê, azadiya aboriyê dixwazin
10:17 Nûçegihanê me Karataş xistin hucreyê
09:24 Li Qoserê kesek hat binçavkirin
09:20 Polîsan nûçegîhanê me Hakan Yalçin binçav kirin
09:19 Romana ‘Rêwiyê Demên Windayî’ derket
09:18 Bijîşkê girtîgehê teşxîsa diyabetê danî, lê derket holê ku pençeşêr lê peyda bûye
09:17 Qeyûm 6 midûriyet xistine destê kesekî
09:17 Dadgeh: 'Dijminê kurdan Erdogan' ne rencîdekirin e
09:16 Li Manîsayê rojê 2 hezar kes bi Covîd-19'ê dikevin
09:16 Daxwaza welatiyan a ji HDP'ê: Ji bo şikandina tecrîdê têbikoşin
09:15 Dozgeriyê tam 5 salan 'têkiliya bi rêxistinê' ra ya 24 sivîlên hatin kuştin vekolaye
09:14 Jiyaneke mişt sirgûn, zext û zorî û têkoşîn
09:14 Serokê Giştî yê EMEP'ê Akdenîz: Îqtidar hewl dide temenê xwe dirêj bike
09:12 Ehmed: Niha dixwazin pêkanînên DAIŞ’ê bi qanûnan bixin meriyetê
09:00 ROJEVA 27'Ê COTMEHA 2020'AN
26/11/2020
19:41 Îro 174 kesên din jî mirin û 29 hezar û 132 kes jî bi şewbê ketin
16:41 Rojnamevan Ûçar hat berdan
16:38 Nûçegihanê me Karataş hat girtin
16:32 Doza îstîsmarê ya derbarê mele de hat taloqkirin
16:22 Li Dîlokê jinek hat binçavkirin
16:14 Li Girtîgeha Curnê Reş 2 girtî bi koronayê ketin
16:06 ‘Qeyûmê Colemergê 50 milyon TL nelirêtî kiriye’
15:22 AYM'ê daxwaza berdana 4 rojnamevanan red kir
15:08 Polîsan li Mêrsînê 6 kes binçav kirin
14:52 Malbatên girtiyan: Nexweşên Covît-19 xistin nava girtiyan
14:51 DMME biryarek sosret da: HDP ne di statûya mexdûriyetê de ye
14:47 Kedkarên Tenduristiyê: Hûn bi hejandina tiliyê nikarin pirsgirêkan çareser bikin
14:46 Kurdî vê carê bû 'zimanê nayê famkirin'
14:35 Sancar wê 3 rojan li Mêrdînê hevdîtinan pêk bîne
14:29 Fîncanci bi bîra şagirtê xwe Koca xist: Nexweş û weqa eynî ne
14:06 'Personel koronayê dibin Girtîgeha Rihayê’
14:05 Nûçegîhanê me Karataş bi hevdîtinên li ser nûçeyan tê tawanbarkirin
13:29 Polîsan bi ser HDK'ê de girtin û amûrên dijîtal desteser kirin
13:17 Li Şaredariya Colemêrgê bertîlxwarin: Birayê namzetê AKP’ê hat girtin
13:02 Wekîlê HDP’ê ji doza KCD'ê 6 sal û 3 meh ceza xwar
12:32 Armaca Soylu 30 hezar notirvan in
12:31 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
12:01 Leyla Ozturk bi sîleha cerdevaniyê hat kuştin
11:46 Makîneyên giran ên kar xesarê didin sûran
11:34 Uca jinên li Efrinê hatin revandin ji wezîr pirsî
11:33 Îfade dayîna nûçegihanê me Karataş dest pê kir
11:20 Dadgehê danişîna rojnamevan Evren taloq kir
11:05 Buldan: Di nava îqtîdarê de şerê bi destxistina qadê heye
10:54 Sewqiyata ber bi Şengalê ve didome
10:52 2 midurên qeyûm ji peywirê hatin girtin