RIHA – Li Rihayê polisan bi ser malan de girt û 2 kesan binçav kirin.
Hat hînbûn ku di 27’ê mijdarê de polisan li taxa Sîgorta ya navçeya Eyyûbiyeyê ya Rihayê bi ser mala welatiyê asteng Veyîs Yildirim û xizmê wî Îsa Yildirim de girtiye û wan binçav kiriye. Her du welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn hat hînbûn ku li Miduriyeta Polisan a Bajar tên ragirtin.