STENBOL - Dozgeriya Komarê ya Stenbolê binçavkirina 18 kesên ku polîsan ew di 26'ê mijdarê de binçavkirin û birin midûriyeta polîsan, 4 rojên din dirêj kir.
Polîsan di 26'ê mijdarê de bi ser gelek malên siyasetmedar, nivîskar, rojnameger û rewşenbiran de girtibûn. Polîsan di serdegirtinê de 18 kes binçav kiribûn. Dozgeriya komarê binçavkirina 18 kesan 4 rojên din dirêj kir. 18 kesên di bin çavan de li Midûriyeta Polîsan a Kolana Vatanê tên rawestandin.