RIHA – Ji ber xebatên KCD’ê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û mehekê cezayê girtîgehê li cîgirê berê yê şaredarê Wêranşarê Mehmet Bûrûn hat birîn.
Ji ber xebatên KCD’ê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û mehekê cezayê girtîgehê li Mehmet Bûrûn ku piştî girtina şaredara demê ya navçeya Wêranşarê ya Rihayê Leyla Guven bûbû cîgirê Leyla Guven û 4 salan vê peywirê bi rê ve biribû, hat birîn.
Mehmet Bûrûn 5 sal bûn girtibûn û danişîna biryarê ya doza wî li 5’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Rihayê hat dîtin. Dadgehê, bi hinceta xebatên KCD’ê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 8 sal û mehekê cezayê girtîgehê li Bûrûn birî. Her wiha dadgehê biryar da ku girtina Bûrûn bê berdewamkirin.