Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan

  • rojane
  • 10:56 10 Kanûn 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Komeleya Wêjevanên Kurd, Komeleya Nivîskarên Mezopotamya û Pena Kurd, bi boneya 10'ê kanûnê Hefteya Mafên Mirovan daxuyanî dan û xwest hemû nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan.
 
Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê, bi minasebeta 10'ê kanûnê daxuyanî dan. Komeleyê di daxuyaniyê de anî ziman ku di 10'ê Kanûna 1948'an de Danezana Mafên Mirovan ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hat qebûlkirin û wiha got: "Loma ev roj her sal wekî Hefteya Mafên Mirovan a Cîhanê tê pîrozkirin. Li gor madeyên 1-2-3 yên danezanê hemû mirov di warê mafên wekhevî, azadiyê de wekî hevdu ji dayik dibin. Hemû mirov bêyî ku cudatiye reng, zayend, ol, siyaset û hwd. dikarin fêdeyê ji azadî û hemû mafan bigirin. Mafê jiyanê, azadiyê, ewlehiyê mafên hemû kesan e. Lê mixabin dema em li pratîka cîhanê dinêrin dewletên ku îmze avêtine binê vê danezanê mafên hemû mirovan naparêzin û binpêkirina mafan her tê rojevê.  Li Tirkiyeyê jî bi taybet piştî hewildana darbeyê ya 15'ê Tîrmeha 2016'an êriş li ser mafê jiyanê, civîn, mafê xwepêşandanê, azadiya raman tên kirin. Îro li girtîgehên Bakur û Tirkiyeyê dema em dinêrin bi sedan rojnameger û nivîsakr di zindanan de ne û mafên wan tên bipêkirin. " 
 
Komeleyê destnîşan kir ku tevî mafê rewa yê axaftin û perwerdeya bi zimanê kurdî hîn nehatiye mîsogerkirin, nivîskar û rojnameger nikarin ramanên xwe bi awayekî azad bînin ziman, dema tînin ziman bi tundî, zext û binpêkirina mafan rû bi rû tên hiştin û wiha bi dawî kir: "Divê nivîskar û rojnamegerên di girtîgehan de tên girtin serbest bên berdan û binpêkirina mafên pê bi rû bi rû dimînin bi dawî bibe. Zext û tundiya li ser wan ne adîlane ye. Em ê wekî Komeleya Wêjekarên Kurd û Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê heta dawî li dijî vê yekê bin. Di Roja Mafê Mirovan de em hêvî dikin ku nivîskar û rojnamegerên kurd ên hêz û baweriya civakê ne û nivîskar û rojnamegerên hemû cîhanê bigihêjin azadiya xwe. Bi pênûs û kamereya xwe ragihandina rastiyê bi awayekî azad bidomînin."  
 
 
PENa KURD: 70 SALIN EV ROJ TÊ PÎROZKIRIN LÊ BINPÊKIRINA MAFAN ZÊDE DIBE
 
Lineya PENa Kurd jî bi sernavê "Sebaret bi 72 saliya ‘Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan’ ‘Mafên Mirovan’ her roj pîroz e, ne rojek!" daxuyanî da. Pena Kurd di daxuyaniyê de anî ziman ku ‘Roja Mafên Mirovan’ ew roj e ku ji sala 1950-î ve her sal 10-ê Berfanbarê ango Kanûnê, li seranserê dinyayê tê pîrozkirin û wiha got: "Sedema hilbijartin û pîrozkirina vê rojê ew e ku 10ê Berfanbara 1948-ê, ‘Danezana Gerdûnî ya Mafên Mirovan’ hatiye pejirandin. Ev roja ku 72 sal beriya niha ji hêla Neteweyên Yekbûyî ve hatiye pejirandin, ji 30 xalên bingehîn ên mafên mirovan pêk tê."   
 
PENa Kurd da zanîn ku piştî Şerê Cîhanê Yê Duyemîn, dewletên dinyayê bi armanca ku maf û azadiyên mirovan bêne garantîkirin û parastin, li hev kom bûn û derbarê vê yekê de ketin nava keftûleft û hewldanekê û wiha lê zêde kir: " 'Belavoka Mafên Mirovan’, ji hêla ‘Komîsyona Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî’ ve, Hezîrana 1948-ê hate amadekirin û 10'ê Berfanbara 1948-ê, di civat û rûniştina Lijneya Giştî ya vê dezgehê ku li Parîsa paytextê Fransayê pêk hat de, hate pejirandin. Ji 58 welatên endam, 56 welat beşdarî rûniştinê bûne. 6 welatên Sosyalîst, bi hinceta ku wê çîna karker bi çînên serdestan re bikevin nava lihevkirinan, li beramberî hinek xalan şerha xwe danîn û bêalî man. Ew welatên ku bêalî man ev bûn: Yekitiya Sovyeta Sosyalîst, Belarus, Ukrayna, Çekoslovakya, Polonya û Yugoslavya. Ji bilî van 6 welatan, Erebistana Siûdî û Yekitiya Efrîkaya Başûr jî, ji bo tevahiya belavokê dengê ‘bêalî’ bi kar anîn. Belavok, bi dengên welatên din ango bi dengên 48 welatên mayî hate pejirandin. Du sal piştî pejirandina danezan û belavokê ango sala 1950î, 10ê Berfanbarê wekî ‘Roja Mafên Mirovan’ hate pejirandin û ji wê rojê ve tê pîrozkirin." 
 
PENa Kurd bibîr xist ku danezan ango Belavoka Gerdûnî ya Mafên Mirovan heta niha li bêhtirî 300 zimanên dinyayê hatiye wergerandin û wiha berdewam kir: "Bi vê taybetmendiya xwe, bûye belgeya mafên mirovan ku herî zêde li zimanên dinyayê hatiye wergerandin. 4 meh piştî pejirandina danezanê, Tirkiyeya ku endameka Neteweyên Yekbûyî ye, di Nîsana 1949-ê de, ev danezan pejirand.  Cihê mixabîniyê ye tevî ku 72 sal di ser vê danezanê re derbas jî bûne û 70 sal in ku ev roj tê pîrozkirin jî, li seranserê dinyayê di warê maf û azadiyên mirovan de binpêkirin kêm nebûne, berevajî vê her ku çûye zêdetir bûye." 
 
PENa Kurd, herî dawî destnîşan kir ku mixabin gelek welatên ku mohra xwe li bin vê danezanê dane, ji destpêkê heta niha serkêşiya binpêkirina mafên mirovan kirine û hê jî dikin u wiha bi dawî kir: "Gelê kurd yek ji wan miletan e ku para xwe bi awayeke zêdebarî ji vê yekê standiye. Neteweyên Yekbûyî bixwe jî yek ji serkêşên van binpêkirinan e û di vî warî de bi giştî li ber gelek neteweyên belengaz, bi taybetî jî li ber gelê kurd gunehkar e. Di binpêkirina her dewletê de, erêkirin û rola Neteweyên yekbûyî bixwe heye. Loma jiholêrakirina van binpêkirinan ku ev 72 sal in her berdewam in, peywir ango wezîfeya vê dezgehê bixwe ye. Navenda PENa Kurd, di bin sîwana PENa Navneteweyî de qedir û qîmeteke mezin dide mafên mirovan, derbirîna fikir û ramanan û ev nirxên hanê ji bo wê xetên sor in. Hê jî mafên bingehîn ên gelê kurd nehatine parastin û mîsogerkirin, zimanê wan hê jî di bin çepera qedexekirin û pişaftinê de ye, fikir û ramanên wan hê jî di bin astengiyê de ne. Nivîskar, wergêr, akademîsyen û rojnamegerên wan yan di hepis û zindanan de ne, yan li ber deriyên hepsan in yan jî li dîwanên dadgehan bixwe ne.  
 
Bi vê helkeftê em ‘Roja Mafên Mirovan’ bi dilekî xemgîn pîroz dikin û eşkere dikin ku ji bo bicihanîna maf û azadiyan em ê herdem di nava hewldanan de bin û li ber xwe bidin." 
 
 
 
 
 

Sernavên din

11/12/2020
10:20 Keda karkerên çandiniyê tê xwarin
10:06 Li şûna ‘bertîlxwaran’ derbarê ajans û nûçegihanê me de lêpirsîn hat destpêkirin
09:55 Bersivên ‘kopîkirin-bizeliqîne’ didin pêşniyazpirsên muxalefetê
09:12 Dayika Nafiye: Min qîrek wisa da, erd û asîman hejiya
09:11 Komeleya Çand û Hunerê ya Dîcleyê dê xebatên xwe bi awayekî onlayn bidomîne
09:10 Ji Stenbolê berê xwe da gundê xwe: Divê mirov pêwendiyê bi civaka xwe re deyne
09:09 'Şikandina tecrîdê dê pêşî li ber aştiya civakî veke'
09:08 Li Dersimê polîtîkayên Cemaeta Gulen di dewrê de ne
09:07 Li Wanê kurseke kurdî jî tune ye
09:00 ROJEVA 11'Ê KANÛNA 2020'AN
10/12/2020
20:07 Welatiyê ku xwe kuşt li ser destê xwe 'îş-aş' nivîsandiye
19:42 Îro jî 220 kes ji ber şewba Covîd-19'ê mirin
17:16 IFJ: Tirkiye ji bo rojnamegeran girtîgeh e
16:48 AKP'ê cezayê hişyariyê da Arslan
16:22 Bersivên bi nakok dan hevjîna girtiyê ku bi telefonê negeriya
15:57 Di hefteya mafên mirovan de bang kirin: Li dijî binpêkirinan têbikoşin
15:53 Malbatan êrîş kirin polîsan binçav kirin
15:33 Heyeta KCD’ê li Silopya hin serdan kirin
15:32 TUAY-DER: Daxwazên girtiyan bi cih bînin
14:59 Bayindir: Wê berxwedana li dijî tecrîdê statuyê pêk bîne
14:58 Yuksekdag: Pêdivî bi têkoşînek xurt a mafan heye
14:22 Danişîna rojnameger Orûç û Çaksû taloq kirin
13:49 ‘Ji bo têkoşîn bidome peywîr dikeve ser milê herkesê’
13:39 Ji ber ku dozger nehat danişîna rojnameger Aslan taloq bû
13:30 Enstîtuya Çapemeniyê ya Navneteweyî kampanya #Çapemeniya Azad da destpêkirin
12:55 Dadgehê di 2020’an de 27 rojnameger girtin
12:43 Yuksekdag: Ji bo em darizînin em derdikevin dadgehê
12:00 Keskîn: Bi qasî dewletê muxalefet jî ji binpêkirina mafan berpirsiyar e
11:25 Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
11:24 805 welatiyan banga ‘tifaqa demokratîk’ li muxalefetê kirin
10:56 Wêjevan û nivîskarên kurd: Bila nivîskar û rojnamegerên girtî bên berdan
10:37 Piştî 111 rojan ‘bê mele’ hat veşartin
10:37 Di komîsyona butçeya jinan diyar bike de jin tune
10:21 Endamê Meclisa Ciwanan a HDP'ê Oguz hat girtin
09:32 5 sal derbas bûn di ser qedexeya Cizîrê re
09:31 Hemû liv û tevgerên HDP'ê dibin mijara fezlekeyan!
09:30 Xwestin bi biryareke sixte nûçeya derbarê şaredarê AKP'î de rakin
09:28 Ûca: Dixwazin Şengalê vala bikin
09:24 Xwestin HES'a li Çemê Zoravayê bê betalkirin, 15 hezar TL ceza li wan hat birîn
09:22 Banga li dijî tecrîdê 'têkoşîneke topyekûn'
09:16 Menguç: Berpirsiyarê rewşa xedar AKP ye
09:15 'Îspat bû ku saziyên muxalif giş tên guhdarîkirin'
09:00 ROJEVA 10'Ê KANÛNA 2020'AN
09/12/2020
20:17 Îro 217 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
17:10 Ji HDP’ê serdana budçeyê ya esnafan
16:52 Li Edene û Mêrsînê 6 kes hatin binçavkirin
16:37 Li ser gilîkirina Altûn jina 80 salî hat binçavkirin
16:36 Barzanî li şûna xwe berpirsiyar bibîne, derve sûcdar kir
16:20 Serokwezîrê Iraqê Kazimî tê Enqerê
15:56 Xelata şefafiyê dan TTB’ê
15:52 Erdogan fermanda ku Demîrtaş neyê berdan
15:50 Ji ÎHD û TÎHV’ê rapora binpêkirina mafan: Îşkence û girtiyên nexweş…
15:40 Sêyemîn salvegera Xerzanê: Berpirsyar hikumet e
15:23 Li Amedê herî kêm 2 hezar kedkarên tenduristiyê enfekte bûne
15:01 Rêxistina Efûyê pirsa rewşa Lêpirsîna îşkenceya Şaxê ji Tirkiyeyê kir
14:47 Ji serokê dadgehê bo rojnamevan: Karta te ya zer a çapemeniyê heye?
14:27 Haber-Sen: Sirgûnan paşve bigirin
14:16 Beştaş: Guhdarîkirina muxalefetê ne sincî ye
14:06 Îtîraza rojnamevan Paksoy hat redkirin
14:02 'Divê li Kercewsê edalet bê bicihanîn'
13:58 Tirkiye di duriyanê de ye
13:42 HDP: Tu têkiliya me bi Halît Şaşmaz re nîne
13:29 9 meh cezayê girtîgehê li bersûcê li ser medya civakî tacîz kir hat birin
13:22 Ji Çavdêriyê ji bo Tirkiyeyê name: Bila Dr. Şeyhmûs Gokalp bê berdan
13:15 Doza Berkîn Elvan cara 18’emîn hat taloqkirin
13:14 Xelkê Şengalê 8 rojin li ber xwe didin
12:19 Li Payîzavayê mirina jinekê ya bi guman
11:54 Berfê rêyên 132 gundên Dêrsimê li çûn û hatinê girt
11:33 Armanca êrişên li ser Eyn Îsayê çi ye gelo?
11:13 Şeva borî li Pêncwên çi bû?
11:08 Lijneya Ewlehiyê li Silêmaniyê ketin û derketina bajar qedexe kir
10:25 Li bajarên heremê berf û baran bi bandor dibe
10:17 Îşkenceya li herêmê bê navber zêde dibe
09:56 Heyeta ÎHD’ê bi Wezîr Gul re hevdîtin kir
09:43 Piştî sed rojan cenazeyê Olgun li Wanê hat definkirin
09:17 Li Aydinê di mehekê de 400 xebatkarên tenduristiyê bi Covîd-19'ê ketine
09:17 Ji bo AKP'ê hiqûq e, ji bo HDP'ê pepûk e!
09:17 Karkerên OSTÎM'ê: Em nikarin bi meaşê kêm debara xwe bikin
09:16 ‘Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin, tecrîd bi dawî bibe'
09:16 'Serdema turîzmê bi dawî bû, şewb para bajêr ket'
09:16 Aborîzan Sonmez: AKP şova qalikguhertinê dike
09:12 Li Îmraliyê hevdîtina malbatan jî hat qedexekirin
09:12 Bangawaziya ji bo grevên birçîbûnê
09:12 'Meaşê kêm herî kêm divê bibe 3 hezar û 500 TL'
09:00 ROJEVA 9'Ê KANÛNA 2020'AN
08/12/2020
20:17 Li Tirkiyeyê îro 211 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
18:16 Li Başûrê Kurdistanê zarokekî 12 salî hat kuştin
16:49 Testa rêveberê HDP'ê yê dibin çavan de pozîtîf derket
16:44 Jin li dijî tecrîdê meşiyan: Em deng bidin dengê girtiyan
16:37 Endamê Meclîsa HDP'ê Ercan Oguz hat binçavkirin
16:37 15 sal cezayê girtîgehê ji rojnameger Dolan re hat xwestin
15:55 Wezîr Gul, bi serokê TBB’ê Feyzîoglû re hevdîtin kir
15:54 Jin li dijî destdirêjiya Kercewsê daketin meydanan
15:52 Li Dersimê bertek: Rektor ji peywirê bigirin
15:18 Rêxistinên Tenduristiyê yên Mersînê: Baweriya gel bi hikumetê nayê
14:43 KESK 25 salî ye: Em ê têkoşîna xwe mezintir bikin
14:25 Girtiyan banga xwedî derketana grevên birçîbûnê kirin
14:06 KCD’ê li Şirnexê malbat ziyaret kirin
13:50 Platforma Demokrasiyê ya Wanê: Bila tecrîd were bidawîkirin
13:32 Rapora meha Mijdarê ya ISÎG’ê: 294 karkeran jiyana xwe ji dest da