Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake

  • rojane
  • 09:05 17 Kanûn 2020
  • |
img

ÎZMÎR - Binevş Silik, anî ziman ku meheke xeberê ji hevjînê xwe girtiyê nexweş Ahmet Silik negirtiye û got: "Êdî min û zarokên xwe nas nake. Ji ber ku bîrsarî bûye, nikare ji gardiyanan re bibêje 'dermanên min bidin min.' Bila dawî li vê zilmê bê." 

Li Girtîgeha Menemen a Îzmîr a Tîpa R'yê rewşa girtiyê nexweş Ahmet Silik ê 76 salî her diçe xirabtir dibe. Silik, di 4'ê Mijdara 2011'an de ji ber îxbarekê li navçeya Bayrakliyê hatiye binçavkirin û piştî 4 rojên di bin çavan de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" hatiye girtin. Piştî salekê yanî di 19'ê Cotmeha 2012'an hatiye berdan, lê belê du meh şûn de Dadgeha Cezayê Giran a 9'an a Amedê bi îdiaya "alîkariya rêxistinê kiriye" 6 sal û 6 meh û 22 roj ceza lê biri. Dadgeha Bilind jî di 21'ê Sibata 2017'an de cezayê lê hatibû birîn pesend kir û Silik di 9'ê Adara 2018'an de di dema kontrolkirina nasnameyê de cardin hatiye girtin û ew şandine girtîgehê. 
 
Berê nexweşîna prostat, şekir, qelb û tansiyona zêde bi Silik re hebû û ji ber xitimandina demara mêjî 2 caran emeliyatt bûbû. Lê belê piştî ketiye girtîgehê rewşa wî xirabtir bûye. Piştî hatiye girtin felcî û bîrkorî bûye. Niha nikare bi tena serê xwe dermanên xwe jî bixwe. Her wiha Saziya Tiba Edlî (ATK) rapora "nikare bi tena serê xwe bijî" daye wî. 
 
HER TIŞT JIBÎR KIRIYE
 
Hevjîna wî Binevş Silik a 73 salî, anî ziman ku her diçe rewşa hevjînê wê xirabtir dibe. Silik, bilêv kir ku hevjînê wê êdî ne wê û ne jî zarokên xw enas nake û bi hinceta ku "diçe nexweşxaneyê tê di karantînayê de ye" meheke nikare xeberê ji hevjînê xwe bigire. Silik got: "Ez ji ber ku extiyar im, nikarim pir derkevim. Zarokên min dixwazin biçin, lê belê tim dibêjin 'di karantînayê de ye.' Niha em nikarin bi telefonê jî pê re biaxivin. Em nizanin rewşa wî çawa ye. Di hevdîtina dawî de hevjînê min nizanibûye kincên xwe jî li xwe bike. Jibîr dikir avê jî vexwe. Ji ber ku bîrsarî bûye nikare ji gardiyanan re bibêje 'dermanên min bidin min.' Hevjînê min berê rojî digirt, nimêj dikir. Êdî nimêj jî jibîr kiriye. Nizane kîjan roj, hefte, meh û demsal e." 
 
‘GIRTIYÊN NEXWEŞ ÇIMA GIRTÎ NE?' 
 
Silik, bilêv kir ku di hevdîtina dawî de hevjînê wê bi sendelyeya biteker anîne û nigekî wî felcî bûye. Silik, diyar kir ku mehek berê bi telefonê bi hev re axivîne, lê belê ji ber ku hevjînê wê nikaribûye telefonê hilgire pir neaivîne. Silik bang kir: "Hikûmet çima girtiyên nexweş di girtîgehê de dihêle?"
 
Silik got: "Min ji midûrê girtîgehê re got, 'hevjînê min berdin, çima hûn wî bernadin?2 Wî jî got, 'tiştek di destê mind e tune ye, heger bibêjin berdin, em ê berdin.' Rapora wî heye. Lê dozgerê Îzmîrê dibêje dikare di girtîgehê de bimîne. Wî bixwe jî digot, 'Bawer nakim ji vê derê derkevim.'" 
 
Silik, xwest rojek berî rojekê girtiyên nexweş bên berdan û got: "Hikûmet girtiyên siyasî bi mirinê re rû bi rû dihêle. Êdî bila ev zilm biqede. Em naxwazin kes li girtîgehan bimire. Em ê bêdeng nemînin. Ma Wezîrê dadê Abdulhamît Gul qey vê zilmê nabîne?" 
 
MA / Rûken Demîr

Sernavên din

17/12/2020
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir
16:05 Gergerlîoglu: Hatin û mirovan tazî dikin
16:04 Beştaş: Rûniştina li pêş HDP'ê serbest e, lê li pêş AKP'ê qedexe ye!
15:28 Di doza Ayten Adiguzel de biryar nehat dayîn
15:26 Haber Sen: Sirgûnanan rawestînin
15:14 Komîsyona ÎHD’ê ya jinan: Tekane sûcdarê tacîzê tacîzkare
14:38 Dozger 4 girtiyên ku daxwazname şandin ceza kir
14:00 Ji gelê Şirnexê coşa yekitiya neteweyî
13:49 Serokwezîrê Iraqê Kazimî gihîşt Enqereyê
13:22 Serokkomarê Fransayê Macron bi koronayê ket
13:17 YPG: Hêzên me bi tu awayî êrişî baregehên pêşmergeyan nekirine
13:01 Di doza Hrant Dînk de parêzeran parastin nekir
12:57 Daxwazên rojnameger Karataş ê girtî nayin pêşwazî kirin
11:37 Li Stenbolê jinek hat qetîlkirin
11:23 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
10:59 Li Amedê mijekî zêde
10:22 Grevên birçîbûnê ket roja 21’an
10:22 Mexdûrên erdhejê: Hikûmetê soz dan lê pêk neanîn
10:21 Mihrîcana Fîlmên Kurd a Hambûrgê dest pê dike
09:59 Dengbêjê nemir: Mihemed Arif Cizrawî
09:12 Nêzî milyonek TL cezayê pandemiyê li HDP'iyan birîn
09:10 Kakşar Oremar: Em bi dengê Çarçira bibin yek
09:10 Guven: Daxwaza bi milyonan kesî bidawîkirina tecrîdê ye
09:05 Malbatên girtiyan: Bila daxwazên wan bên qebûlkirin
09:05 Qeyûm tiştên ku nekiriye jî wekî ku kiribe nîşan dide
09:05 Girtiyê nexweş êdî hevjîna xwe û zarokên xwe nas nake
09:05 Hevserokê SES'ê: Piştî daxuyaniya RTC'ê rewşa şewbê jî aşkere bû
09:04 Baskin Oran: Gotina reformê ji ber bê çaretiyê ye
09:00 ROJEVA 17'Ê KANÛNA 2020'AN
16/12/2020
20:10 Hejmara miriyan bû 17 hezar û 121
16:25 Kesên li ber HDP’ê tên sekinandin hewl dan êrişî rojnamevanan bikin
16:07 Dev Turîzm-Îş: 10 milyon kes kêmî heqê herî kêm dixebitin
15:44 Gergerlîoglû: Divê lêgerîna tazî û îşkence were qedexekirin
15:43 Li ser Youtubeyê perwerdeya kurdî dest pê kir
14:59 HDP'ê ji bo rê li pêş mirinê bigirin pêşniyara 28 rojan derneketine bi ewle kir
14:28 Çalakiya karkerên Fabrîkeya Ekmekçîoglû tê astengkirin
14:23 ÎHD û OHD: Rewşa Tûran giran e bila were berdan
13:48 Dozgeriyê 4 fezlekeyên din şandin meclîsê
13:23 Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî hat tehliyekirin
12:49 Dadgehê cezayê bijîşk Isi yê hevjîna xwe kuşt erê kir
12:48 Ozturk: Tecrîda li Îmraliyê li tevahiya Rojhilata Navîn belav bûye
12:22 Li Antalyayê mêrekî jinek qetil kir
12:19 Ji KNK'ê banga lezgîn a diyalogê
12:16 Hat angaştkirin ku li Sakaryayê zarokekî karker întihar kiriye
11:33 Li Amedê dolmîş qelibî 7 kes birîndar bûn
11:26 Li Girtîgeha Bafrayê 2 girtî ketin greva birçîbûnê
10:58 Dayikên Aştiyê: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
10:43 Girtiyê 60 salî bi koronayê ket
10:17 Polîsan li Edeneyê welatiyek binçav kir
10:16 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 20’an
09:24 'Wê jin xwe biparêzin'
09:23 Li girtîgehên Xarpêtê binpêkirinên mafan zêde bûne
09:22 Di diyarkirina meaşê kêm de karker nayên temsîlkirin
09:21 'Çawa yê xwe zem dikin bila yê me jî wiha zem bikin'
09:21 Kûçikên ku qeyûm ew biribûn çopgehê dimirin
09:20 Şingalî: Pêdiviya şingaliyan bi hikûmeta Iraqê û PDK'ê tuneye
09:19 Heqareta li parlamenterê HDP’ê hêjayî şopandinê nedîtin!
09:18 Ev cara 3’yemîn e dikevin greva birçîbûnê: Tecrîd dijminê aştiyê ye
09:18 Goristana Bêkesan a Colemêrgê di bin xetereya hezazê de ye
09:00 ROJEVA 16'Ê KANÛNA 2020'AN
15/12/2020
20:17 Îro 235 kes ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan
15:24 Dozger belavkirina rojnameyê û nûçe sûc dît
15:11 Endama meclîsa şaredariyê ya berê hat binçavkirin
14:47 Berdevkê AKP’ê bertek nîşanî CAATSA da
14:30 Polisan Hevserokê HDP’ê yê Bêrecûkê binçav kirin
14:30 Di Girtîgeha Duzceyê de nexweşên koronayê zêde bûn
14:27 Di doza Redhackê de mutalaa hat xwestin
13:52 Dozên Ozgur Gundemê hatin taloqkirin
13:43 Dayika Aştiyê Garîp Erînçê jiyana xwe ji dest da
13:31 Ji ber taloqbûna danişînê malbatên qurbaniya Komkujiya Enqereyê bertek nîşan dan
13:14 Li ser berteka HDP’ê, Çavûşoglû neçar ma ku DAIŞ’ê şermezar bike
13:13 Leyla Guven: Şerê navxweyî qebûl nekin
13:04 Parêzerên Ocalan ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
13:04 Sûriyê li NY’yê giliya Tirkiyê kir
12:54 HDP: Kesên ji ber şewbê mirin derdora 70-80’î hezariye
12:22 HDP li RTUK’ê giliya ATV’ê kir
12:16 ‘Wezaret dixwaze bi vê raporê fihêlên qeyûman veşêre’
12:15 Greva birçîbûnê di roja 19’emîn de ye: Divê daxwaz bên qebûlkirin
11:59 Doza Hrant Dînk taloq bû
11:39 Çavûşoglû: Hilbijartin çêbibe jî wê desthilat ji we re neyê dayîn
11:22 Mazlûm Ebdî êrişa PDK’ê şermezar kir
10:19 Ji Bulbul bo Soylû: Dewama zîhniyeta JÎTEM, Esat Oktay, Yeşîl û Mehmet Agar e
09:14 16 meh e cenaze nedane malbatê: Tenê destekê wî jî mabe, em dixwazin
09:14 Polîs li midûriyetê heqaret li parêzer kir û hewl da lêbixe
09:13 ‘Em ê nehêlin çapemenî bibe berdevkê bilêvkirina nêrza'
09:12 Jinên ku dibêjin 'bila xew li we biherime': Aşkerekirin heq e
09:12 Ji ber tevlîbûna meş û civînan 7 sal ceza lê birîn
09:10 Pitika 110 rojî ji ber şewba Kovîd-19'ê mir: Ji mirovên zanyar veşartin
09:10 Pirtûka ‘Korona Gunlerînde Mahpûslûk’ hat çapkirin
09:09 'Bajarê ku mafên mirovan lê tune ye: Wan
09:08 Di 4 mehan de 2 caran derp kirin û kirin hucreyê
09:08 Greva birçîbûnê di roja 19'emîn de ye: Banga ‘dengê hevpar’ li muxalefetê hat kirin
09:07 Kiliçaslanê girtî: Armanca greva birçîbûnê azadiya Ocalan e
09:00 ROJEVA 15'Ê KANÛNA 2020'AN
08:52 Li Wanê bi pileya 4.7 erd hejiya
14/12/2020
20:45 229 kesên din jî ji ber şewbê Covîd-19'ê mirin
16:59 Erdal Eren li ser gora wî bi bîr anîn
15:50 HDP’ê ji bo kongreyê bang kir
15:14 Guven: Çawa Demîrel û Çîller çûn, ew ê jî biçin