ŞIRNEX - Nûçegihanên ajansa me Zeynep Dûrgût û Azad Kaya û nûçegihanên Jinnewsê Rojda Aydin û Derya Ren, gava ji Şirnexê hatin Cizîrê hatin binçavkirin.
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Zeynep Dûrgût û Azad Kaya û nûçegihanên Jinnewsê Rojda Aydin û Derya Ren, gava ji Şirnexê ber bi Cizîrê ve dihatin, li têketina navçeyê hatin binçavkirin. Polîsan çek spart rojnamevanan û nasnameyên wan sehî kirin.
Hat diyarkirin ku nûçegihana me Zeynep Dûrgût, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê de ku derbarê nûçeya Osman Şîban û Servet Tûrgûtên ji helîkopterê hatibûn avêtin de hatiye binçavkirin. Polîsan destên Dûrgûtê ji paş de kelemçe kirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Şirnexê.
Her sê rojnamevanên din jî piştî sehîkirin hatin berdan.