Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin

  • rojane
  • 09:12 20 Kanûn 2020
  • |
img

STENBOL - Ummu Gulsum Tûran ku kurê wê Abdullah Tûran ê ji stû berjêr felcî ye û nayê berdan, anî ziman ku dest, mil û nigên kurê wê nagirin, lê dîsa jî nayê berden û bi vî awayî îşkence lê tê kirin. 

 
Abdullah Tûran, di Girtîgeha Metrîsê ya Jimare 2 a Tîpa R'yê de ye. Ji stû berjêr laşê wî felcî ye. Saziya Tiba Edlî (ATK) di 3'yê sibata 2020'an de rapora "nikare di girtîgehê de bimîne" daye wî. Piştî raporê parêzerê wî ji bo berdanê serî li dozgeriyê dide. Dozgerî jî serî li emniyeê dide û emniyet dibêje berdana wî dê ji bo civakê "xetere" be û serlêdana ji bo berdanê tê redkirin. Piştî vê parêzer serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) dide. Parêzer li benda biryara AYM'ê ye. 
 
Her wiha Tûran, di 24'ê Mijdarê de şev nîvê şevê nerihet dibe û wî radikin Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê. Li nexweşxaneyê tê muayenekirin. Bijîşk tenê dermanan dide Tûran û wî cardin dibin girtîgehê. Gava wî dibin, di heman rojê de cardin nerihet dibe û cardin wî dibin nexweşxaneyê. Bijîşk cardin dermane dide wî û wî cardin dibin girtîgehê. 
 
Piştî vê di 14'ê Kanûnê de jî ji ber ku xwîn ji mîzoka Tûran hatiye wî rakirine Nexweşxaneya Bajêr a Başakşehîrê. Piştî mûayeneyê hatite tespîtkirin ku enfeksiyon girtiye û bijîşk gotiye, ji bo emeliyat bibe divê enfeksiyon nemîne û ji bo vê jî gere li nexweşxaneyê bimîne, lê belê Tûran birine girtîgehê. 
 
DIVÊ BÊ BERDAN 
 
Bav Mehmet Zahît Tûran roja pêncşemê çûye girtîgehê, cem kurê xwe. Bav Tûran, anî ziman ku di dema hevdîtinê de gardiyanekî telefona biankesor daye ber guhê kurê wî û wisa bi hev re axifîne. Tûran, bilêv kir ku kurê wî niha dermanên enfeksiyonê dixwe û roja duşemê wê cardin wî bibin nexweşxaneyê û tê payin roja sêşemê wê bê emeliyatkirin. Bav Tûran, destnîşan kir ku ne mimkun e ku kurê wî di van şert û mercan de baş bibe û xwest rojek berî rojekê bê berdan û li nexweşxaneyeke baş bê tedawîkirin. 
 
WEKÎ MIRIYA YE 
 
Bav Tûran, anî ziman ku ji ber enfeksiyonê diviyabû kurê wî li nexweşxaneyê bimana, lê belê cardin wî birine girtîgehê û got: "Kesekî nikare xwe ji cihê xwe bileqîne û wekî miriyane cardin birine girtîgehê. Li ser miriyan kevir hene, li ser kurê min jî betanî heye. Ji stû berjê nikare xwe bileqîne. Ru tê de tune ye. Bi tena serê xwe nikare avê jî vexwe. Li ser sedyeyê, li ser piştê ye." 
 
‘MA YÊ KARIBE ÇI BIKE?' 
 
Tûran, diyar kir ku hindik maye cezayê kurê wî biqede, lewma divê bê berdan û got: "Heger edalet hebûna, dê wî berdana. Ma ev edalet e? heqê mirovekî wiha berdan e. Ji Tirkiyeyê we ye ku bi vî awayî edaletê pêk tîne. Ma ev edalet e? Gava bê berdan wê nikaribe tiştekî jî bike. Ma yê karibe çi bike? Nikare biçe tuwaletê jî. Ma ji Xwedê jî natirsin? Li girtîgehê baş lê nayê nihêrîn. Em dixwazin bê berdan û em wî xwedî bikin." 
 
HEGER TU KURD BÎ, TU SÛCDAR Π
 
Tûran, bertek nîşanî Serokomarê AKP'î Tayyîp Erdogan da û got: "Edaleta wan, aqilê wan pere ye. Ketine etra dê çawa pereyê gel bidizin û çawa gel bixapînin. Em nayên bîra wan. Hele tu kurd bî, tu sûcdar î. Sûcê me yê mezin, krudbûna me ye. Lewma girtiyên nexweş û zarokên me nayên berdan. Çi dibe bila bibe divê kesên mexdûr bên berdan. Çi heqê wan heye, van tiştan dikin. Gune ye, heyf e." 
 
‘ÎŞKENCE DIKIN' 
 
Dayik Ummu Gulsum Tûran jî anî ziman ku du sal in kurê wê di vî halî de ye û tê îşkencekirin. Dayik Tûran, bilêv kir ku kurê wê nikare bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne û tedawiya wî bi derengî tê xistin. Dayik Tûran got: "Dest, mil û nigên wî tune ne. Tenê zimanê wî digere. Heger kesek gepek nan nede devê wî, nikare tiştekî bixwe. Doza çi li kurê min û li me dikin? Gava wî dibin nexweşxaneyê jî destê wî kelemçe dikin. Heqaretê li me dikin. Ji be rku qaweta me têra wan nake, wiha dikin. Em nikarin doza heqê xwe jî bikin. Beleheq vî zarokî îşkence dikin. Ma çi kiriye, sûcê wî çi ye? Hîn xwendekar bû, dê biçûna eskeriyê. Li ser înşeatê dixebitî. Tu sûcek wî jî tune ye. Em dixwazin bê berdan." 
 
MA / Mehmet Aslan

Sernavên din

20/12/2020
19:47 Li navçeya Sûrê wêneyek balkêş
19:32 Gotinên nûçegîhana me Dûrgût hatin girtin: Nûçe jê hatin pirsîn
16:08 Li Êlihê operasyona Kobanê: 4 binçav kirin
15:25 Hejmara kesên di şewata nexweşanê de mirin derket 11’an
14:22 Çalakiya destekdayîna Asayîşa Êzidxanê di roja 19'emîn de ye
13:51 Gardiyenan bi ser qawîşan de girtin: 2 girtî hatin sewqkirin
12:51 Berdevkê QSD'ê: Armanca êrîşên li dijî Eyn Îsa dagirkeriye
12:42 Li Efrînê di 2 salên dawî de 200 jin hatin revandin
12:11 Li Girtîgeha Curnê Reş girtî dibin rîskê de ne
11:31 Dozgeriyê 9 fezlekeyên din şandin Meclîsê
09:25 Ji 2 karkerên dibin hezanê de man yek jê jiyana xwe ji dest da
09:18 Li ser medyaya civakî ferzkirina sîxurtiyê
09:18 Rapora derbarê qeyûm de: Karê dijî mewzûatê, dijî mebestê bikaranîna dahatê
09:14 Sînan Çîftyurek: Heger kurd li dor stratejiyeke hevpar tevnegerin dê perçeperçe bibin
09:12 Dayika Tûranê felcî: Îşkencê lê dikin
09:11 Keça manewî ya qeyûm pereyên şaredariyê ji bo daweta û rojbûna xwe xerc kiriye
09:09 Ekolojîst Turkay: Li dijî krîza avhewayê, çareserî îqtidarên şoreşger e
09:06 Rojnameya Xwebûnê salek li pey xwe hişt
09:03 Rewşa girtîgehên Tirkiyeyê û girtiyan
09:02 Di pandemiyê de jî ekolojî hat rûxandin!
09:00 ROJEVA 20'Ê KANÛNA 2020'AN
08:21 Li Wanê bi pileya 4.5 erd hejiya
19/12/2020
23:08 Hejmara kesên ku di teqîna li nexweşxaneyê de mirin bû 10
20:17 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bi ser 2 milyona ket
16:43 Li Edeneyê welatiyek hat girtin
16:13 Li ‘Komkujiya Gurgumê’ komkujiyên din zêde kirin
15:44 Di ‘Rûniştina F’ de, Komkujiya 19’ê Kanûnê hat şermezarkirin
15:39 Kesên di Komkujiya 19’ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn
15:11 Ciwanan ji bo piştevaniya greva birçîbûnê pankart daliqandin
15:08 Nûçegihana me Zeynep Dûrgût bi parêzera xwe re hevdîtin pêk anî
14:58 Tedawiya girtiyê nexweş Yildirim nayê kirin
14:10 26 salin agahî ji Ahmet Bîçîmlî yê ku Hizbûllahê revand nayê girtin
14:03 Dayikên Şemiyê: Destê dewletê ketiye xwîna kurdan
13:59 Polîsan li Êlîhê welatiyek binçav kirin
13:16 Ji bo 10 girtiyên nexweş banga lezgîn a berdanê hat kirin
11:25 Di teqîna li nexweşxaneyê de 8 kes mirin
11:17 Ji bo emelîyata ku nexweşiya wê biqedîne li benda alîkariyê ye
11:01 Ji ber ku lêgerîna tazî red kir, hat derpkirin
10:42 HDP’ê derheqê ATV’ê de cara duyemîn serî li RTUK’ê da
10:37 Li Amedê mij bandora xwe didomîne
10:13 Li Girtîgeha Rihayê pêketî zêde bûne û test nayên kirin
10:12 Li dijî Şaredariya CHP’ê ‘operasyona bertîlê’
09:21 Di doza Girtîgeha Bayrampaşayê de xetereya bêcezatiyê
09:20 Ji ber komira nebaş nikarin bêhnê bistînin
09:20 Di malbatê de kes nemaye ku ceza li wan nehatiye birîn!
09:16 Karkeran bang: Em nikarin debara xwe bikin
09:14 Qeyûm ji îhaleya bi 15 milyona TL'yî 30 milyon TL çirpandiye
09:12 Unsal: Kurd êdî bêstatubûnê qebûl nakin
09:10 'Dixwazin bi tecrîdê heyfa Rojava ji me bistînin'
09:03 Ji bo rakirina tecrîda li Îmraliyê bang li Wezîrê Dadê kir
09:01 ROJEVA 19'Ê KANÛNA 2020'AN
18/12/2020
21:00 246 kes mirin, 26 hezar û 410 kes jî pê ketin
20:57 Nûçehgihana me Dûrgût birin Wanê
16:42 Cezayê hefsa malê dan Hevserokê Navçeyê yê HDP’ê
16:41 Walîtiya Sêrtê ji bo 15 rojan çalakiyan qedexe kir
16:24 TUHAY-DER’ê ji bo grevên birçîbûnê serdana partiyên siyasî kir
16:22 HDP’ê Komkujiya Gurgumê li Meclîsê bi bîr anî
15:57 Rêxistina Efûyê ji bo Siddik Meşe bang kir
15:44 Leyla Guven: Em ê tu carî nedin jibîr kirin
15:42 Di erdheja Sêrtê de 52 jê giran 737 avahî xesar dîtine
15:23 Endama Dîwana KCD’ê Jiyan Taş hat berdan
15:23 Koalîsyona Jinan a Rojnamegeran ji bo nûçegihana me Dûrgût bang kir
15:19 Parastvanên Maf: Doza Komkujiya 19’ê Kanûnê 20 sal in bi dawî nabe
15:01 Di hevdîtinên budçeyê de herî zêde parlamenterên jin ên HDP’î axivîn
14:44 Polîsan di mudaxileya daxuyaniya greva birçîbûn de, gelek kes binçav kirin
14:43 KESK: Ev budçe ne ya me ye
14:11 Platforma Jinan a Antalyayê: Piştgirî da Altin a rastî tundiyê hatibû
13:34 MÎT’ê siyasetmedarên ewropayî jî kiriye hedef
13:18 BES: Bergiriyên pêwîst bigirin, em naxwazin bimirin
13:03 HDP’ê Cejna Êzî ya civata êzidî pîroz kir
13:00 Dadgehê 10 sal û 7 meh ceza li Hevseroka berê ya MEYA-DER’ê birî
11:47 Li Girtîgeha Konyayê 5 girtî beşdarî grevê bûn
11:36 Li 5 bajaran operasyona li dijî Eniya Gel
11:23 Ketina Îçkaleya Amedê hat qedexekirin
11:16 Li Eyn Îsayê şerekî dijwar rû dide
11:15 Rojnameger Dûrgût a di bin çavan de wê bibin Wanê
10:43 Emîne Şenyaşar: Kê zarokên min kuşt?
10:42 Kêm jî be qezenca wan di berîka wan de dimîne
10:03 4 girtî hatin sewqkirin
09:55 Greva birçîbûnê di roja 22'yemîn de ye: Li Rihayê 9 girtî tevlî bûn
09:29 Li 17 bajaran rapirsî: Pirsgirêka herî bingehîn pirsgirêka kurd e
09:24 Ozen: Qirkirina Mereşê îro jî berdewam dike
09:22 Ozturk: Em yekîtiya neteweyî pêk bînin, tifaqa xwe çêbikin
09:21 Jiyan li gundên Colemêrgê: Şertê îkametgahê, destûra ji bo nexweşxaneyê, kotaya ji bo erzaq
09:19 ‘Armanc, em pêşî li ber bişaftinê bigirin'
09:16 Şahida komkujiya 19'ê Kanûnê: Armanc civakê hepsî hcureyan bikirana
09:14 'Wesayîta qeyûm bi pereyê bertîlê hat stendin'
09:13 Arslan: Meaşê jiyaneke mirovane sînorê xizaniyê ye
09:11 Dek û dolabên Midûriyeta Polîsan: Pêşî binçav kirin, dû re biryar girtin
09:09 ‘Mahmût Baksî ji bo nifşê nû hêvî bû'
09:08 Bazara Heywanan a Agiriyê di nava heriyê de ma
09:05 Dayika Girtî: Ew li hundir em jî wê li derve li berxwe bidin
09:02 ROJEVA 18'Ê KANÛNA 2020'AN
17/12/2020
19:26 243 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
18:57 4 rojnamevan hatin binçavkirin
16:41 Partiyên Saadet û Pêşerojê bertek nîşanî gotinên Bahçelî dan
16:26 Leyla Guven: Dem dema yekitiya neteweya kurd e
16:10 Ferdên malbata Şenyaşar bi şertê kontrola edlî hatin berdan
16:08 Rêxistinên ciwanan çûn seredana karkerên Sînboyê
16:07 HDP'ê têkildarî budçeyê gel agahdar kir