ÊLIH - Li Êlihê, bi hinceta tevlîbûna çalakiyên Kobanê yên 6-7'ê Cotmeha sala 2014'an, 4 kes hatin binçavkirin
Polîsan di saetên serê sibê de li navçeya Hezo ya Êlihê, bi ser hin malan de girtin. Di serdegirtina malan de, Kemal Arzik, Nazmî Boral, Ahmet Tûfan û Kûdbettîn Atak, hat binçavkirin. Polîsan her 4 kes birin Miduriyeta Polîsan a Hezoyê. Hat hînbûn ku her 4 kes bi hinceta tevlîbûna çalakiyên Kobanê yên 6-7'ê Cotmeha sala 2014'an, hatine binçavkirin