STENBOL – Li Stenbolê polîsan mudaxileyî rêveber û endamên DBP’ê û HDP’ê yên xwestin girtina Leyla Guven şermezar bikin kirin. Polîsan di mudaxileyê de li parlamenterên HDP’ê jî da û gelek kes kirin binçavan.
Rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Bajêr a Stenbolê xwest têkildarî geşedanên li Başûrê Kurdistanê û girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven li Meydana Metroyê ya Aksaraya Stenbolê daxuyanî bide çapemeniyê û şermezar bike. Beriya daxuyaniyê polîsan meydanê dorpêç kir. Tevî dorpêçê jî Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Hevberdevka HDK’ê Îdîl Ûgûrlû, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û gelek rêveber û endamên HDP’ê û DBP’ê hatin meydanê.
GELEK KES HATIN BINÇAVKIRIN
Polîsan ji girseyê re ragihand ku Qeymeqamiya Fatîha Stenbolê daxuyaniyê qedexe kiriye û ji ber vê yekê ew ê destûr nedin daxuyaniyê. DBP û HDP’iyan diyar kir ku ew mafên xwe yên demokratîk bikar tînin û dê daxuyanî bidin.
Nîqaşên navbera girseyê û polîsan demek dom kir. Pişt re polîsan mudaxileyî girseyê kir û di mudaxileyê de li parlamenteran dan. Polîsan di mudaxileyê de Hevserokên Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci jî di nav de gelek kes binçav kirin.