Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike

img
STENBOL – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan têkildarî biryara DMME’yê ya derbarê Demîrtaş da axivî û bersiva Serokkomar Erdogan gotiye “ev biryar me eleqedar nake” da û got: “Efendîno ev biryar we eleqedar dike. Hûn neçarin hevalên me hemûyan berdin.” 
 
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan li gel parêzerên Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê têkildarî biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku xwest Demîrtaş were berdan, civîna çapemeniyê li dar xist. Civîna çapemeniyê ji aliyê gelek rojnamevanan ve hat şopandin. 
 
‘TÊKILIYA SIYASET Û DARAZÊ DERDIXE HOLÊ’ 
 
Di civînê de ewilî parêzerê Demîrtaş, Mahsûnî Karaman axivî û diyar kir ku ew rêwiyên rêyek dûr û dirêj in û spasiya kesên di vê rêyê de ked didin kir. Karaman got biryarek mezin a derbarê Demîrtaş de ku têkiliya  siyasetê û darazê eşkere dike li holê ye. 
 
‘BIRYAR RONTGENA KRÎMÎNALÎZEKIRINA SIYASETVANÊN KURD E’ 
 
Ji parêzerên Demîrtaş, Ramazan Demîr jî bal kişand ser hedef nîşandana siyasetmedarên kurd û wiha got: “Siyasetmedarên kurd di her mecrayê de hedef tên nîşadnan. Bi awayek li dijî Destûra Bingehîn destnedayîna parlamenteran rakirin. DMME li ser tevahiya pêvajoya binçavkirin û girtina di 4’ê Mijdara 2016’an de li dijî HDP’iyan hat destpêkirin dinirxîne. Ev biryar tenê ne ji bo girtina Demîrtaş û berdana wî ye. Ev biryar ji bo tevahiya siyasetmedarên kurd ku bi destê darazê tên mexdûrkirin e. Vê biryarê krîmînalîzekirina siyasetmedarên kurd a bi destê darazê wek rontgenekî derxistiye holê. DMME tespîtên pir girîng dike. DMME tespîtên ku pergala daraza Tirkiyê bi ser hevde qulîpîne dike. Heke hinek ji hiqûqê re hurmet hebe, divê derkevin dadgehan hemû bigirin. Dadgerên ku bi fermanê dixebitin. DMME bixwe viya dibêje.” 
 
‘DMME DIBÊJE KU KCD NE ŞAXEK RÊXISTINÊ YE’ 
 
Demîr destnîşan kir ku yek ji sernavên herî girîng jî yê biryara DMME’yê ji bo Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ye û wiha got: “Li Leyla Guven 22 sal û 3 meh ceza hat birîn. Demildest hat girtin. Her roj însan ji ber faliyetên KCD’ê tên cezakirin. Dadgeha Bilind a Tirkiyê KCD’ê wek şaxek rêxistinê qebûl kir. DMME jî pir eşkere dibêje ku KCD orgînasyonek yasayî ye û faliyetên wê jî nabin ‘endamtiya rêxistinê.’ DMME dibêje ku Demîrtaş nabe ku bikin ‘endamê rêxistinê’ ya KCD’ê û viya wek delîl nabîne. Dibêje tu spartinek Tirkiyê ya yasayî nîne ku van kesan ji xebatên KCD’ê sûcdar bike. DMME vê yekê cara ewile dibêje. Lewma ev pir girîng e.” 
 
DMME GOTINÊN ERDOGAN JÎ NIRXANDIYE 
 
Demîr anî ziman ku DMME balê dikişîne ser gotinên “em ê pêngavê bikin û îşê xwe biqedînin” û “me eleqedar nake” yên Serokkomarê AKP’yî Erdogan û got: “Tu tiştek ji ber çavê Dadgeha Ewropayê nereviyaye. Mudaxileyên rayedarên hikumetê yeko yeko û Serokkomar ên li ser darazê derbasî girtekan kiriye. DMME’yê gotinên di serdema pêvajoya çarseriyê de ku 5-6 sal şûn ve derdikevin pêşberî siyasetmedaran jî nirxandiye û DMME gotiye ev yek jî nayê qebûlkirin. Hemû gotinên rayedarên Tirk yek bi yek nirxandiye û hemû îdiayên dadgeriya Tirkiyê pûç kiriye û dixwaze Demîrtaş tavilê were berdan.” 
 
BIRYAREK DÎROKÎ YE 
 
Ji parêzerên Demîrtaş, Benan Molû jî destnîşan kir ku biryara Dadgeha Ewropayê ya ji bo Demîrtaş daye tenê ne ji bo Tirkiyê ji bo welatên Konseya Ewropayê jî biryarek dîrokî ye. Molû diyar kir ku biryar teqez e û divê li ber çavan were girtin û bigirin biryarê. Molû anî ziman ku pêwîste piştî vê biryarê miwekîlê wan Demîrtaş demildest were berdan. 
 
‘NEBERDANA DEMÎRTAŞ SÛCÊ ÎŞKENCEYÊ YE’ 
 
Piştî parêzerên Demîrtaş, Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan axivî û wiha got: 
 
“Biryar tenê ne ne birêz Demîrtaş eleqedar dike. Ev biryar li dijî daraza ku fermanê xwe ji îqtîdarê digire û pûç bûye hatiye dayîn. Ev biryar li dijî yek zilamtiyê û qesrê ye. Biryara DMME’yê pir çarçoveyan vedike. Gelek hûrguliyên wê hene. Li gel 13 saet bi ser biryarê derbas bûye hêj Demîrtaş nehatiye berdan. Ev di heman demê sûcê îşenceyê ye. Pêwîste Demîrtaş bihata berdan. Lê hêj pêk nehatiye. Demîrtaş, hevalên me parlamenter û bi hezaran endam û rêveberên me ji 4’ê Mijdara 2016’an vir ve li zîndanên Tirkiyê dîl hatine girtin. Çar sal in azadiya wan û mafê birêvebirina siyasetê ji destê wan hatiye girtin. Ez destnîşan dikim ku di serî de pêwîste Demîrtaş û tevahiya hevalên me dîl hatine girtin demildest werin berdan. Demîrtaş ne siyasetvanek û însanek ji rêzê nîne. Bandorek erênî û mezin li ser civaka Tirkiyê heye. 
 
Çima hêj Demîrtaş û hevalên me din dîl girtî ne? Me hêcetê vê yekê gelek caran got. Ez dikarim tenê tiştek bêjim. Ji Demîrtaş ditirsin. Ev yek tenê sedemek dîl girtina wî ye. 
 
LEYLA GUVEN RÛMETA GELÊ KURD E
 
Di biryara DMME2yê de tenê derbarê Demîrtaş de di heman demê de derbarê KCD’ê jî biryara vekirî heye. Ev pir biryarek girîng e. Hêja Leyla Guven a Hevseroka KCD’ê li gel pêvajoya dadgeha bilind hêj nehatiye dayîn jî duh hat girtin. Ev têkçûna pergala hiqûqê ya Tirkiyê nîşan dide. Ev yek dide nîşandan ku edalet çawa dixebite û dadgeh çawa girîdayî Qesrê ne. Leyla Guven rûmeta gelê kurd û jinan e. Girtina Leyal Guven deqek reş e û li rûpelên dîrokê ketiye. Pêwîste ev bêhiqûqî demildest werin bidawîkirin. 
 
EV BIRYAR WE ELEQEDAR DIKE EFENDÎNO 
 
Nikarin bêjin ‘Ev biryar me eleqedar nake.’ Em jî dibêjin efendîno ev biryar we eleqedar dike. Pêwîste hevalên me hemû serbest werin berdan. Heke we peymanên Navnetenwî îmze kiribe hûn neçarin li gorî van biryaran tevbigerin. Lazime ev biryar ji bo hêja Demîrtaş ji bo hevalên me hemûyan emsal were nîşandan û werin berdan. Ji bo ku civaka Tirkiyê û xelkê me li Demîrtaş û hevalên me xwedî derdikevin, em spasiya wan dikin. Hindik ma wê di demek kin de hevalên me di nav me de bin.” 
 
Civîn bi pirsên rojnamevanan û bersivên bo hat dayîn bi dawî bû. 
 
 

Sernavên din

23/12/2020
20:03 259 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:57 Polatê HDP’î hat berdan
16:50 341 rêxistinên civakî bertek nîşanî pêşnûmeqanûna qeyûm dan
16:48 TJA’yê ji bo piştevaniyê ji girtiyan re qert şand
16:34 Li Dersimê şahiya Khal hat lidarxistin
16:31 15 sal ceza li endamên Rosayê hat birîn
16:29 Hevşaredarê Kopê hat tehliyekirin
16:15 Parêzerê Demîrtaş: Her kêliya ku neyê berdan sûc e
15:50 Bertekên li dijî girtina Guven mezin dibin: Leyla Guven rûmeta me ye
15:47 Sancar: Biryara DMME’yê ji bo welat şansek mezin e
15:10 ‘Têkoşîna sendîkayî nikare were darizandin’
14:27 Erdogan: DMME nikare li şûna dadgehên me biryar bide
14:18 'Rakirina tecrîdê wê rê li ber aştî û çareseriyê veke’
13:53 TJA: Em biryara girtina Leyla Guven nas nakin
13:41 Bûldan ji bo biryara Demîrtaş got: Efendîno ev biryar we eleqedar dike
13:40 Hem perê wî dizîn hem jî gefa kuştinê lê dixwin
13:18 Ji ber berfê rêyên 821 gundan hatin girtin
12:03 27 sal û 6 meh cezayê girtîgehê li Can Dundar hat birîn
12:02 Xelef: Ji destê Tirkiyê were wê erdnîgariya ereb hemû dagir bike
11:44 OHD: Daraz biryarê nade radigihîne
11:43 Ji eskerê ku strana kurdî got re lêpirsîn dan destpêkirin
11:18 Zarokên wan ê ku gotin ‘hatine revandin’ di êrişa hewayî de jiyana xwe ji dest dan
11:02 Danîşana Roboskî dîsa hat taloq kirin
10:45 Di pandemiyê de xwesteka ji bo hînbûna kurdî zêde bûye
10:36 Kesên li Stenbolê hatibûn binçavkirin hatin berdan
10:11 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 27’an
10:11 Girtiyê 3 sal berê jiyana xwe ji dest da ji ‘propagandayê’ tê darizandin
09:52 Jinên bi lêgerîna tazî re rûbirû mane: Bi mehan bandor li ser me kir
09:51 Keçikên ku winda bûn hatin dîtin
09:18 4 sal in kurê xwe yê girtî nedîtiye
09:17 Hevserokê HDP'a Mêrdînê: Rêveberiya qeyûm rêveberiya diziyê ye
09:16 4 milyon TL metlûbên Şaredariya Sêrtê kêm hatiye nîşandan
09:16 Serokê Odeya Bijîşkan a Mêrsînê: Di pandemiyê de herî zêde xizan dimirin
09:15 Her tişt biha bûye: Esnaf û welatî tev de bi gilî û gazinc in
09:15 ‘Wêneyê siyasetmedarên dest kelemçekirî, helwesta fermî ya dewletê ye'
09:14 Madra: Tişta rejîma Erdogan li ser pêyan dihêle qelsbûyîna muxalefetê ye
09:00 ROJEVA 23'YÊ KANÛNA 2020'AN
22/12/2020
23:11 Leyla Guven birin Girtîgeha Xarpêtê
20:17 Daneyên dawî yên Covîd-19'ê: 251 kes mirin, 19 hezar û 256 kes pêketin
17:47 DMME'yê biryar da: Demildest Demîrtaş berdin
16:55 Baş: Ez girtina Guven bi tundî şermezar dikim
16:25 Dev Saglik-Îş: Heqdestekî ku weke mirovan bijîn dixwazin
16:07 Hevberdevka Meclisa HDK’ê ya Mersînê Yavûz: Heke em ji bo greva birçîbûnê bêdeng bimînin…
16:00 Polîsan mudaxileyî protestoya Guven kir û gelek kes binçav kirin
15:47 Odeya Tabîban a Stenbolê: Em kefîlê Dr. Gokalp in
15:46 ‘Di pêvajoya pandemiyê de ceza li ser ceza li girtiyan tê sepandin’
15:12 Ji jinan berteka Leyla Guven: Weke wê got em naçin tu derê
15:01 Platforma Jinên Kurd ên Yekgirtî salvegera xwe pîroz kir
14:22 Peyama Leyla Guven dan AKP’ê: Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin
13:53 Doza Dînk careke din taloq bû
13:45 ‘Divê muçeyê kêmane bibe 4 hezar lîre’
13:38 Li Şirnexê qeza: 3 kesan jiyana xwe ji dest da
13:22 Otobusa penaberan qelibî
13:17 Derbarê parlamenter Guzel de lêpirsîna Guven hat destpêkirin
12:50 Li hemberî Jinnews'ê êrişa sîberî
12:49 Qeyûmê Şaredariya Sûrê 85 milyon TL deyn veşartiye
12:49 Kesên li Êlihê hatibûn binçavkirin hatin berdan
12:20 Li Amedê hewldana diziyê: Kesek hat kuştin
12:07 Derbarê 12 bersûcên karesata keştiyê de doz hat vekirin
11:26 Leyla Guven ku hatibû girtin birin girtîgehê
11:12 Cezayê hucreyê û înfazê li girtiyên di grevê de ne birîn
11:12 TJA’yê biryara berdewa kampanya xwe da: Rojeva me ya sereke tecrîd e
11:01 Parêzerê Leylayê: Divê lêpirsîn were kûrkirin û sûcdaran derxînin holê
10:04 Çalakiya greva birçîbûnê ket roja 26’an
10:02 ‘Li pey biryara dûrxistina wezîfeya min, hevşaredara ku hat îxrackirin heye’
09:12 Ji bo tecrîdê bang ên li derve kir: Divê em bi berpirsiyarî tevbigerin
09:12 Derbarê 7 ciwanan de îdianame hat amadekirin
09:12 MED TÛHAD-FED: Li girtîgehan zext û zorî zêde bûne
09:12 'Daxwazên girtiyan daxwazine rewa ne, divê dengê wan bê bihîstin'
09:11 Li Tirkiyê wêneyê edaletê: Malbata Şenyaşar
09:11 Qeyûm di îhaleyekê de 2 milyon TL çirpandiye!
09:11 Parêzer Tûncer: Lêgerîna tazî li zarok û extiyaran jî tê ferzkirin
09:00 ROJEVA 22'YÊ KANÛNA 2020'AN
00:10 Leyla Guven hat binçavkirin
21/12/2020
19:32 254 kes mirin, 19 hezar û 103 kes jî pê ketin
16:58 Platforma Jinan a Dersimê ji bo 5'ê Çileyê bang kir
16:19 Nûçegihana me Dûrgût hat berdan
16:19 KESK: Ev budçe ne ya gel e budçeya kesên bê xem e
16:15 HDP: Em biryara dijminane ya li dijî Leyla Guven nas nakin
15:52 Hatimogûllari: Divê dewlet lêborînê bixwaze û komîsyonê ava bike
15:06 Meclîsa Ciwanên Yekgirtî ya Enqereyê avakirina xwe ragihand
14:39 Qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
14:37 Rapora Dîwana Muhesebatê: Li Şaredariya Amedê 11 milyon TL bêîhale hatiye kirin
14:14 Hashtaga 'Birêz Ocalan' bû TT
14:02 Li Êlihê du wêneyên cuda!
13:08 Ji bo wergirtina cenaze hêcet li ser hêcetê tê derxistin
12:22 ÎSŞP: Bila ne daxwazên karsazan daxwazên karkeran bên qebûlkirin
11:40 Dozger xwest nûçegihana me Dûrgût were girtin
11:14 Li Eyn Îsayê kî dixwaze çi bike?
11:14 Li Seyhanê bombeya deng teqiya
11:13 Dadgehê 22 sal ceza li Hevseroka KCD’ê Guven birî
10:03 Walîtiyê destûr da alên HDP’ê lê polîsan al rakirin
09:06 Ji bo qebûlkirina daxwazên karkeran banga grevê li Turk-Îş’ê kir
09:06 Li dijî hilweşandinê daxwaza veguherîna di cih de kirin
09:06 Aksoy ê ku tehliye bû: Li girtîgehan pêkanînên Nazî hene
09:06 'Tecrîd tenê ne pirsgirêka girtîgehan e’
09:06 AYM’ê ji bo karkerên KHK’î biryara ‘binpêkirina maf’ da
09:06 Ciwan di bin gefa debar û bêpeşerojê de ne
09:06 Di bin pêşandana bi hîv û stêrk de diziya 3 milyonî derket
09:00 ROJEVA 21'Ê KANÛNA 2020'AN