Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin

  • rojane
  • 09:07 26 Kanûn 2020
  • |
img

MÊRSÎN - Piştî ku PTT'ê beriya sersalê kampanyaya daşikandinê da destpêkirin, kar û barê xebatkaran jî giran bû û xetereya ku bi şewbê bikevin jî zêde bû. Xebatkarên PTT'ê ji welatiyan xwestin ku heya ne mecbûrî be bi rêya kargoyê danûstandinê nekin.

PTT'ê di navbera 25-31'ê Kanûnê de ji bo posteyên lezgîn û kargoyan kampanyayeke daşikandinê ya ji sedî 25'ê da destpêkirin. Lê belê ev yek kir ku barê xebatkarên PTT'ê girantir bibe û xetereya ku bi şewbê bikevin jî zêde bibe.

Xebatkarên PTT'ê bal kişandin ser kampanyaya navbirî û pirsgirêkên ku pê re rû bi rû dimînin.

Rêvebirê Sendîkaya Kedkarên Çapemenî û Postayê (Haber-Sen) a Şaxa 7'an a Mêrsînê Îbrahîm Halîl Okdem, anî ziman ku di dema pandemiyê de barê sektora lojîstîkê pir giran bûye. Okdem, diyar kir ku ji ber ku li qadê dixebitin di nav koma xetere de ne û her roj bi metirsiya ku dê bi şewbê bikevin û dê seba wan malbatên wan jî pê bikeve diçin kar. Okdem got: "Mixabin xizmên hin xebatkaran jiyana xwe ji dest da. Ji xebatkarên ku bi şewbê ketin û bi rojan rihet nebûn, rapor xwestin."


Okdem, anî ziman ku di vê serdemê de xwestine barê wan bê sivikkirin lê belê daxwaza wan nehatiye qebûlkirin û got: "Bi şewbê re nexasim jî alvêra bi kargoyê zêde bû. Ev yek kir ku barê me yê giran hîn girantir bibe."

BANGAWAZÎ

Okdem, xwest şert û mercên wan bên başkirin û li kargehan pîvana mesafeya fizîkî esas bê girtin. Okdem, bang li welatiyan kir ku di serdemeke wiha de heya ku ne mecbûrî be bi awayê kargoyê danîstendinê nekin.

Rêvebirê sendîkayê û xebatkarê PTT'ê Adanir Eren jî diyar kir ku di dema pandemiyê de piştî kedkarên tenduristiyê barê giran li ser milê xebatkarên PTT'ê ye.

PEYMAN HATIN FESIXKIRIN

Eren, bilêv kir ku çi di belavkirina poste û kargoyan de çi jî di kar û barê gîşeyan de liv û tevgereke zêde çêbûye û got: "Di vê pêvajoyê de me xwest bi awayekî rêk û pêk xebatkar bên testkirin, lê belê di serdemeke wiha de peymanên bi nexweşxaneyên taybet û saziyên tenduristiyê re hatin fesixkirin û yên nû nehatin çêkirin."

HEM EW HEM JÎ MALBATÊN WAN MEXDÛR BÛN

Eren, anî ziman ku xebatkarên PTT'ê daxilî nav xebata dorveger û sist nehatine kirin û got: "Ne tenê me, malbat û zarokên me jî mexdûr dikin. Ji ber ku pergala perwerdehiya dûra dest pê kiriye, zarokên me li mal in. Dê û bav di warê dersan de alîkariya wan dikin." Eren, diyar kir ku gelek xaran daxwaz kirine ku di bin banê PTT'ê de kreş bên vekirin, lê nehatin vekirin û bi ser de yên heyî digirin. Nexasim jî xebatkarên jin di vî warî de pir mexddûr bûne."

'HEJMARA XEBATKARAN KÊM E'

Eren, destnîşan kir ku ji roja ku pandemî dest pê kiriye heya niha ew xebatkarên PTT'ê xwe bi xwe tevdîrên xwe digirin û got: "Mixabin tevdîrên ji bo PTT'ê hatin girtin ji bo tevahiya kargehan nehatin girtin. Mesela li midûriyetên navendî li ber gîşeyan sîpre hene, lê ev li gelek şaxên PTT tune ye. Li navendê maske û dezenfektan tên peydakirin, lê li şaxan ev tişt bi rihetî nayên peydakirin. Rêveberiya PTT'ê kadroya normî ya şaxan kiriye dudoa. Lê belê jî li gelek şaxan tenê kesek dixebite."

Eren, destnîşan kir ku ji bo şert û mercên kar baş bibin û barê wan sivik bibe, divê hejmara xebatkaran bê zêdekirin.


MA / Omer Akin

Sernavên din

26/12/2020
15:06 ÎHD’ê Aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê winda pirsî
14:53 ÎHD: Kaygûsûza 62 salî ya di koma xeternak de berdin
13:30 Dayikên Şemiyê aqûbeta Bahçecî yê 26 sal in winda ye pirsî
13:24 Li Şaxê bi pileya 3.9 erdhej çêbû
13:21 Cihên dîrokî yên Amedê vala man
12:44 ATO’yê salname neda HDP’ê
12:34 Ji bo Ozçelîkê ji sedî 71 astgeng e daxwaza tehliyeyê kirin
12:31 Çalakiya greva birçîbûnê mehek li pey xwe hişt
12:29 Hevserokên Giştî yên DBP’ê serdana Aksoy kirin
12:04 Wexta ku birin hevdîtina telefonê tazî kirin
11:55 Ji Arslanê berasteng 23 sal in agahî nayê girtin
11:26 Dozger ji bo Endamê TTB'ê 55 rûpel îdeaname amade kir
11:12 Li Roboskê hiqûqa berovajî: 34 mirin 34 doz
11:12 Beşa yekemîn a ‘tayînkirina qeyûman a ser rêxistinên sivîl’ qebûl bû
11:03 Karkerên li Sakarya bûn hedefa êrîşan: Xwestin êrîşê veşêrin
10:57 Sezgîn: Li hemberî lîstikên tên leyîstin çareseriya tekane yekitiye neteweyî ye
09:07 Parêzerê OHD'î: Bila mewzûat pêk bê
09:07 Aydin: Pêkanîna biryara DMME'yê dê ji bo demokrasiyê pir girîng be
09:07 Ji bo Roboskiyê jibîr neke li ber goristanê xanî çêkir
09:07 Amedê kirin du şeq!
09:07 Şerên di bin sîya şewbê de
09:07 Şewb dê kengî têk biçê?
09:07 Esnaf: Heqê kirê ne bes e, bacê jî kêm bikin
09:07 Xebatkarên PTT'ê: Heya ne mecbûrî be danûstandina bi rêya kargoyê nekin
09:00 ROJEVA 26'Ê KANÛNA 2020'AN
25/12/2020
20:22 Nûçegihana Jinnewsê Gulîstan Azak hat binçavkirin
19:51 256 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
16:37 Piştî ku mir, derket holê 15 salan bi nasnameyeke cûda jiyaye
16:26 Girtiyê nexweş li dîjî tecrîdê di grevê de ye
16:10 Serdanên HDP’ê yên li Wanê didomin
15:07 Li Mêrsîn û Hatayê qurbaniyên Komkujiya Mereşê hatin bibîranîn
15:00 23 baroyan daxuyaniya hevpar da: Demîrtaş berdin
14:48 Siyasetmedar Şerafettîn Elçî li ser gora xwe hat bibîranîn
14:38 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat berdan
14:34 Meclîsa Ciwanan a HDP’ê kart û pirtûk şandin girtîgehan
14:31 Bertek nîşanî dirêjkirina Komîsyona OHAL’ê dan
14:26 Cenazeyê kurê xwe dixwaze
14:02 'Her ew guliyên me bibirin ew ê kokên me belav bibin'
13:24 ÎHD: Divê Demîrtaş demildest were berdan
13:18 Fotografek heye Leylayê li Roboskî hêsirên Sevîmê paqij dike…
12:46 Gergerlîoglû giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê kir
12:18 Leşkergeha li Dersimê veguherandin muzeyê: Zîhniyeta komkujiyê didome
12:06 HDP'ê Noel û Cejna Yaldoyê pîroz kir
12:00 Li Edenê 3 welatî hatin girtin
11:43 Partiyên DEVA û Pêşerojê: Biryara DMME mecbûriyeteke qanûnî ye
11:07 Klîba bi kurdî ya salê hat bijartin
10:51 Kedkarên AFAD’ê 20 sal in nikarin mafê xwe yê reha werbigirin
10:41 Beştaş: DMME tomar kir ku îqtîdar fermanê dide darazê
09:21 Di 2020'an de mirov ji hêlîkopterê avêtin û tecawizkar serbest berdan
09:19 'Em bi piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê dikarin rûpeleke nû vekin'
09:12 Îdianameya karesata keştiyê: Li keştiya bêbelge zêdetirî kapasîteyê rêwî hatine siwarkirin
09:12 Li Efrînê kirinên wekî yên DAIŞ'ê ku jinan 'heram' nîşan didin
09:11 Prof. Omeroglû: Em bûne amadekarên merasîmên cenazeyan
09:00 ROJEVA 25'Ê KANÛNA 2020'AN
08:41 Dema wezîfeya Komîsyona OHAL’ê salek hat dirêjkirin
24/12/2020
21:05 Hejmara kesên ku ji ber Covîd-19'ê mirin bû 19 hezar û 115
18:53 Halîse Aksoy ku cenazeyê kurê wê bi kargoyê jê re hatibû şandin hat binçavkirin
16:40 Rêberê ESP’ê Ok hat girtin
16:16 Demîrtaş bersiv da dijberên biryara DMME’yê
16:15 Jinan li Silopiya banga yekîtiyê kir: Em nebin yek em ê herin yek bi yek
16:01 Li Êlihê cînayeta kar: Kesek mir û 2 kes jî birîndar bûn
15:46 Berteka li dijî zextên li ser endamên ciwantiya HDP’ê
15:27 Taş: Guven bi fermana qesrê hat girtin
15:13 Ji rojnamevan Şahîn re 15 sal ceza hat xwestin
14:56 Rêxistinên civakî yên Amedê: Bila teklîfa qanûnê paş de were kişandin
14:46 Zilamê faîlê îstismarê xwe ‘hişê min ne li serê min e’ parast
14:36 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran hat berdan
14:26 Gergerlîoglû dê giliyê Midurê Polîsan ê Ûşakê bike
14:01 Doza ‘propagandaya’ di weşana zindî de hat dîtin
14:01 Doza sereke ya Ozgur Gundemê hat taloqkirin
13:50 Hevserokê HDP’a Agiriyê hat binçavkirin
13:43 ‘Doza Parêzeran a KCK’ê hat taloqkirin
13:35 Biryara yekkirina dozên Eren Keskîn hat dayîn
13:34 Berdevka HDP’ê Gunay: Biryara DMME’yê piştrast kir ku siyasetmedar dîlgirtî ne
13:28 Ji Yeneroglû ji bo Soylû: Wezîrê ku ji mewzûata xwe haydar nîne
13:12 Li Colemêrgê rêyên 57 gundan ji ber berfê hatin girtin
13:04 Nobeta Şengaliyan ket roja 23’yan
13:02 Danişîna hevşaredarên girtî hat taloqkirin
12:48 Baroya Sêrtê derbarê biryara Demîrtaş de daxuyanî da
12:35 Li Wanê 3 hezar 251 esker û cerdevan derketin operasyonê
12:32 Ji bo Leyla Guven ji Wezîrê Karên Hundir ê Îngilistanê re name şandin
12:30 Abbas Şahîn ê Egîtîm Senî hat berdan
12:03 Soza ji sedî 25 dan karkeran, bi qeyûm re li ser ji sedî 5'an li hev kirin
11:59 Dozger dê ji bo doza rojnamevan Boltan mutala amade bike
11:50 Doza parlamenter Dundar hat taloqkirin
11:46 Fîncanci: Ji ber şewbê divê rêveberiyên dewletan hemû bên darizandin
11:39 Greva birçîbûnê di roja 28’an de ye: Li Wanê 7 girtî di grevê de ne
11:36 Soylû, ji bo biryara DMME’yê ya Demîrtaş got ‘tu meneya biryarê tuneye’
11:18 Îdianameya rojnamevan Karataş amade bû: Nûçeyên wî sûc hatine dîtin
10:57 Pasaja Mehmethan a li Sûrê jî wê hilweşandin
10:43 Sererastkirina Ajansa Hawîrdorê li Meclîsê hat qebûlkirin
10:03 Parêzerê Leyla Guven: Biryar sosretiya hiqûqê ye
09:11 Esnafê ku kirêya wî 6 hezar TL ye: Em ê bi 500 TL'yî çi bikin û çi nekin?
09:10 Îdareya girtîgehê ji bo faksa ku tê de behsa binpêkirina mafan hatiye kirin got 'xetere ye'
09:10 Ajovanên dolmîşan: Gava îqtidar be her tişt heye, lê ji bo gel tu tişt tune ye
09:09 'Bêdengkirina rêxistinên civaka sivîl, dê darbeyek be li dijî jiyana sivîl'
09:09 Pêşbîniya welatiyan a ji bo budçeyê: Di nikaribe barê 2021'ê hilgire
09:08 Bêyî delîl 5 salan di girtîgehê de man
09:08 2020 bû sala girtina siyasetmedarên Kurd
09:00 ROJEVA 24'Ê KANÛNA 2020'AN