Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide

  • rojane
  • 10:04 27 Kanûn 2020
  • |
img
ROBOSKÎ – Parlamenterê berê yê HDP’ê Ferhat Encu diyar kir ku piştî Komkujiya Roboskî bazirganiya sînor bi temamî qediyaye û şêniyên gund li dijî spartina “ya koçberî ya jî cerdevanî” li ber xwe didin. 
 
Bi ser Komkujiya Roboskî re 9 sal derbas bûn. Heta niha hêj berpirsiyar nehatine darizandin. Li gundê Roboskî 9 sal in şîn li dar e û ew daxwaza edaletê dikin. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê yê berê Ferhat Encu yê ji gundê Roboskî têkildarî salvegera komkujiyê ji ajansa me re axivî. Encu diyar kir ku beriya sînor di nava kurdan de werin xêzkirin herêm çavkaniya debarê bûye û tevî ku xelkê ji xwe re bazirganiyê kiriye jî lê wek “qaçaxvanî” hatine pênasekirin û ev yek xelet hatiye ziman. Encu bal kişand ser israrkirina sînor û got: “Tiştek mîna sînor nîne. Ev der sînor e, bi tel e, barîqat çêkirine an jî dîwar lêkirine nîne, tiştek wiha nîne. Ji rêzeçiyayan re gotine sînor, bi gotina wan heke tu ji wî çiyayê derbas bibî tê binpêkirin. Pişt wî rêzeçiyayî ax, erazî û cihê giya dirûtina însanê me ye. Kengê leşker li vir hatin bicihkirin ji vir re gotin ‘ev der sînor e’ heta wê demê kesî nizanibû sînor çi ye.” 
 
GA BI GAV SEPAN KETIN DEWRÊ 
 
Encu sepanên polîtîkayên leşkerî yên di salên 1980 û 1990’î ku bi pirsgirêka kurd re ketin dewrê rêz kir û got: “Ewilî li ser ‘sînor’ mayinan bicih kirin. Her kesê di wir de derbas dibû û pê li mayinan dikir fêm kir ku ew der sînor e. Her pê li mayinan dikirin êş nûjen dibû. Gundên sînor hatin valakirin. Bi valakirina gundan însanan neçarî koçberiyê kirin. Yanî xwestin wan jîngehan bê însan bihêlin. Pişt re jî bi awayê aborî girêdan xwe.” 
 
XELKÊ NEÇARÎ VÊ RÊYÊ KIRINE
 
Encu destnîşan kir ku bi koçberiya darê zorê re sewalkarî û çandinî ku çavkaniya debara însanan e qediya û însanan ji neçarî berê xwe da sînor û got: “Tenê rêyek li ber însanan ma ku sînor derbas bikin. Berê xelk ji bo serdana hev diçû û hat, lê ev çûnehat veguherî debara jiyanê. Çimkî sewalkarî qediya, erazî nîne. Însanan her tiştî da ber çavê xwe û sînor derbas kirin. Însan birîndar bûn, dihatin girtin û malên wan desteser dikirin… Spartina ‘di milê aborî de hûnê girêdayî me bibin’ li ser însanan ferz kirin.” 
 
‘CERDEVANÎ Û LEŞKERIYÊ LI XELKÊ FERZ DIKIN’ 
 
Encu anî ziman ku piştî Komkujiya Roboskî însanan di vê rêyê de debara xwe dabîn kirin lê piştî ku di sala 2016’an de du ciwan bi guleyên topê hatin kuştin ev kar bi temamî qediya û wiha domand: “Piştî Komkujiyê ev rêwîtî hêdî hêdî qediya. Piştî şer dîsa dest pê kir sînor bi temamî hat girtin. Baregehên leşkerî hatin çêkirin. Her ku însanên me diçûn dihatin qetilkirin. Piştî van bûyeran însanan dev jê berde. Berê ciwanên me jî ket metropolan. Pergala cerdevaniyê li însanan ferz kirin. Ji ber feqîriyê însanan rahişt çekan. Niha rewşa herêmê wisa ye. Tenê ev ne li Roboskiyê wisa ye, li gundên derdorê jî wisa ye. Çekan didin wan û leşkeran têdigihînin. Yanî naxwazin însan li ser axa xwe azad bijîn. Wan neçarî leşkeriyê dikin. Çekan didin destê însanan. Her dever kirine qereqol, baregeh û kalekol. Bal axwe bidin pereyên ji bo polîtîkayên ewlehiyê. Seranserî rê 7-8 bendav çêkirine. Ev bendavên ewlehiyê ne. Li herêmê polîtîkaya ewlehiyê ya dewletê serdest bûye. Ji xelkê re dibêjin ‘ya hûnê çek bidin destê xwe û bibin leşkere min an jî hûnê van deran terk bikin.’ Maf û şansê jiyankirina li ser vê axê bernadin. Ji xelkê me re tenê rêyek hiştine, yanî dibêjin ‘ya hûnê bibin cerdevan an jî bibin leşker.’ Em jî dibêjin Roboskî li dijî feqîrî û cerdevaniyê li ber xwe dide. Tekane rêya ji vê yekê pişta hev girtin û têkoşîna li dijî van polîtîkayan e.” 
 
 
 

Sernavên din

29/12/2020
17:41 Destûr nedan wesiyeta Dayika Aştiyê bi cih bê
17:10 Dayikên Aştiyê: Bi lez Leyla Guven serbest berdin
16:12 Rojnamevan Yilmazoglû nehat berdan
15:53 Heyeta doza 10’ê Cotmehê guherandin
15:45 Li rojnameger Dolan 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birîn
15:21 Ji Canbaza HDP’î ji bo Altûn: Hedê xwe bizanibe
15:15 Li Stenbolê jina hîndekar hat qetilkirin
15:14 Rêxistina HDP'ê kongreya xwe pêk anî
15:14 Rêxistinen demokratik 34 welatiyên li Roboskî hatibûn qetilkirin bi bîr anîn
14:16 Di doza Fendîk de xwesteka girtina polîsê bersûc hat redkirin
14:15 Girtîgeha Sîncanê 2 ciwan tazî kirin
14:03 Li Girtîgeha Karabuk 13 girtî bi koronayê ketin
13:59 Ciwanên HDP’yî name ji girtiyan re şandin
13:35 Onlu ‘Muzeya Tuncelî’ bir rojeva Meclîsê
13:33 Nûnerên partiyan bertek nîşanî mûçeya kêmane dan
13:31 'Bi Leyla Guven çong nedan şikandin'
11:58 Danişîna Ferhat Tûnç hat taloqkirin
11:31 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 33’yemîn de dewam dike
11:16 ‘Bi biryara DMME’yê divê hemû girtiyên Kobanê bên berdan’
11:10 Li Wanê hemşîriyek ji koronayê mir
11:07 Parêzerê Ocalan serî li dozgeriyê dan
10:48 Malbatan banga xwedîderketina çalakiya grevê kirin
10:37 Hevberdevka HDK’ê Ûgûrlû: Sala 2021’an dê bibe sala têkoşîna giştî
10:33 Temellî: Em ê li Roboskî pêşiya pêvajoya hiqûqî vekin
10:03 Hêzên navdewletî tecrîda Îmraliyê giran kirin û Kurd kirine hedefa xwe
09:03 Bi hinceta ku operasyon asteng kirine polîsan li wan xist
09:03 Şêniyên Geliyê Zorê: Em ê nehêlin HES bê çêkirin
09:03 Karkerên destûra wan hatiye binpêkirin hezar saet zêde hatine şixulandin
09:03 'Bi salan e em dewletê xwedî dikin, lê dewletê nikaribû 2 mehan debara me bike'
09:03 Parêzerê Ocalan: Tekane çareseriya pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye
09:03 ‘Bi êrişên li ser Eyn Îsayê re dixwazin Rêveberiya Xweser perçe bikin'
09:00 ROJEVA 29'Ê KANÛNA 2020'AN
28/12/2020
20:04 257 kes ji ber Covîd-19'ê mirin
16:38 Olûç û Başaran serdana Demîrtaş û Zeydan kirin
16:38 Dadgehê biryara dewama girtina 20 siyasetmedaran da
16:25 Li Amedê xizanî û îhmalkarî bû sedema mirina Devran
16:18 DÎB: Bila Demîrtaş demildest were berdan
16:06 Rêxistinên civakî qanûna 'tayînkirina qeyûman' protesto kir
15:36 Bûldan: Heke li qatil û terorîstan digerin bila bizivirin û li Roboskî binêrin
15:31 Egîtîm-Senê giliyê Sofûoglû kir
15:10 Berteka li dijî qanûna qeyûman a ser rêxistinên sivîl: Bila pê re bê vetokirin
15:00 Li gelek bajaran komkujiya Roboskê şermezar kirin
14:42 DAKP: Bila Leyla Guven were berdan
14:32 Dengbêj Cemalê Mihê hat emeliyatkirin
13:48 Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê dê heqê kêm 3100 tl bide
13:40 Sendîkayên karkeran: Bi vê muçeyê karker mehkûmî birçîbûnê hatin kirin
13:26 Danişîna polîsê pişta parêzer Balci şikand hat dîtin
13:25 ‘Rêya edaletê di Roboskî de derbas dibe’
12:45 Çerkezoglû bertek nîşanî muçeya kêmane da: Em ê hesab bipirsin
11:53 Doza Fendîk ê ku bi guleya polisan hat kuştin 3 sal in bi dawî nabe
11:44 Mûçeya kêmane eşkere bû: 2 hezar û 825 lîre
10:49 Cenazeyê leşkerê di bin aşîtê de mabû hat dîtin
10:49 Eskerên TSK'ê gundê Mielik, Mişêrfê û rêya M4 bombebaran dike
10:25 Li Geverê qezaya trafîkê: 4 mirî 5 birîndar
10:01 Greva birçîbûnê di roja 32'yan de didome
09:58 Xwê şekir û lîmonê nadin girtiyên di grevê de
09:37 Îsal şano girtin û lîstik qedexe kirin
09:35 Bendewariya kedkarên tenduristiyê ji sala 2021’an: Em dixwazin bêhna xwe vedin
09:25 Yalçindag: Biryara DMME’yê îtîrafa ecêbiya hiqûqê ya 5 salên dawî ye
09:23 Karataş: Rûsya, Tirkiyê li ser kurdan wek şivekê bi kar tîne
09:06 ‘Ji bo parlamenteran ji sedî 200 zem ji bo karkeran sedaqet didin’
09:05 Di şertên zivistanê de 9 hezar û 600 zarok di konan de dijîn
09:05 Girtiyê 273 roj di rojiya mirinê de ma: Divê em bibin dengê girtiyan
09:04 'Nenaskirina biryara DMME'yê helwesta Komara Mûzê ye'
09:00 ROJEVA 28'Ê KANÛNA 2020'AN
08:35 Qurbaniyên Komkujiya Roboskî dê li ser gorên xwe bên bibîranîn
08:22 Velî Encu: Wê têkoşîna me ya edaletê bidome
27/12/2020
19:43 Li Tirkiyê 254 kesên din jî ji koronayê mirin
17:10 Bûldan: Divê sala 2021’an bibe sala destkeftiyên jinan
15:12 Li Tarsûsê du girtiyan greva birçîbûnê dewr girt
13:56 Bi xêzkirina wêneyan piştgirî da greva birçîbûnê
13:37 Tanrikûlû: 90 sal jî derbas bibe wê hesabê Roboskî were pirsîn
12:28 Ji HDP’ê peyama erdhejê
12:25 Sewalkar ji ber buhayê êm nikarin pez xwedî bikin
12:17 Li Amerîka êrişa çekdarî: 3 kes hatin kuştin
11:31 Girtiyê nexweş Abdullah Tûran anîn Amedê
10:31 Li Colemêrgê leşkerek mir leşkerek jî winda ye
10:30 Meclîsê tayînkirina qeyûman a Rexistinên Sivîl erê kir
10:12 Greva birçîbûnê koma 7’an dewr girt û ket roja 31’an
10:05 Xarpêt bi hêza 5.6 pileyan hejiya
10:04 Encu: Roboskî li dijî hejarî û cerdevaniyê li ber xwe dide
10:00 Bûn destê hev!
09:21 'Tekane çare tifaqa demokrasiyê ye'
09:20 Piştî li ser hev hat binçavkirin û gef lê hatin xwarin serî li ÎHD'ê da
09:19 Li malbatên ku zarokên wan di şer de jiyana xwe ji dest dane doza tazmînatê dikin
09:17 Berf bariya berasteng hepsî malê bûn
09:15 ‘Heya daxwazên me neyên qebûlkirin dê têkoşîna me dewam bike'
09:13 Her du kurên wê jî di meha kanûnê de jiyana xwe ji dest dan
09:11 Kaplan: Her kêliya ku Demîrtaş nayê berdan, wekî sûc li ber navê Tirkiyê tê nivîsandin
09:09 ‘Lêgerîna tazî realîteyeke girtîgehên Tirkiyê ye'
09:08 Di 2020'an de tecrîd li tevahiya Tirkiyeyê belav bû
09:01 ROJEVA 27'Ê KANÛNA 2020'AN
26/12/2020
20:04 Li Tirkiyeyê hejmara pêketiyên Covîd-19'ê bû 2 milyon û 133 hezar û 373
17:49 Dadgeriyê serlêdana ji bo berdana Demîrtaş red kir
16:28 Bersûcê êrişa zayendî bi hinceta ‘şewbê’ tehliye bû
16:15 Nûçegihana Jinnewsê Gulistan Azak hat berdan
15:57 Li Rihayê şerê çekdarî: 5 kes mirin
15:47 Hunermend Nûrşanî hat veşartin
15:20 Li Xarpêtê bi pileya 4.1 erd hejiya
15:19 Komîsyona Bihayê Asgerî wê cara dawîn roja duşemê kom bibe