El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, têkildarî siyaset û êrîşên Tirkiyeyê ya li herêmê hişyar kir û got: "Rûsya şirîkekî di bin maseyê de ye. Armanc dike ku dagirkirina Tirk ji Sûriyê berfireh bibe. Tirkiye jî armanc dike ku ji deryayê heta Kerkuk û Mûsilê kontrol bike."   

Di hefteya dawî de êrîşên Tirkiye û komên girêdayî Tirkiyeyê yên li dijî Serêkaniyê, Efrîn û Eyn Îsa zêde dibe. Têkildarî êrîşên Tirkiyê û polîtîkayên li ser herêmê tên meşandin, Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid, ji nûçegîhanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Xalid Cuma û Ehmed Elî re axivî. El-Ebid anî ziman ku Tirkiyeyê êrişên li dijî Eyn Îsa, Til Temir û Minbicê didomîne û QSD’ê li gorî agirbesta bi garantiya Rûsyayê, tev digere. El-Ebid bal kişand ser rola Rûsyayê jî û wiha got: "Dewleta Tirk êriş ranewestandiye û Rûsya destwerdanê nake. Em dibêjin ku ew ne garantor e, lê ew ji bin maseyê de şirîk e. Da ku dewleta Tirk dagirkirina herêman ji Sûriyê berfireh bike heta bigihîne rêya M4. Ji ber ku peymana wê ya bi Tirkiyê re ya derbarê  li Idlibê de temem bibe. Lê Rûsya ji ber hebûna Cebhet El-Nusra nikare li ser rêya M5 ya Laziqiyê-Şamê nikare serwer bike."
 
El-Ebid, bibîr xist ku dagirkerî tenê bi dagirkirin an jî serwerîkirina li erdnîgariyekê nake û wiha axivî: "Dagirkeriyê derbas dike û fikirên nifşên nû bê mêtînger dike, dîroka berovajî dike, xêr û berê talan dike û demografî demografiyê diguhere. Ew yek jî piştre dibe sedema avakirina şerê etnîkî. Dewleta Tirk li bakurê Sûriyê ji Idlibê heta bi Serêkaniyê vê yekê pêk tîne. Li wah herêman dewleta Tirk bi rêya komên terorîst hovanetirîn sûcên li dijî sivîlan pêk tîne, da ku wan koçber bike."
 
El-Ebid, destnîşan kir ku Tirkiye li Efrînê, navên kolan û gundan guherî, şêniyên wê bi zorê koçber kirin û malbatên çeteyan lê bi cih kirin û wiha pêde çû: "Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, çete û malbatên wan li wan herêman bi cih kirin.  Her wiha bi bîr xist ku li gorî 'lihevanînên' a di navbera Rûsya û oposîzyonê û piştre dewleta Tirk de pêk hat ew çete ji Xûta, Humis, Deraa û bajarên Sûriyê yên dîtir li Idlibê, Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih bûn. Piştî ku Rûsya, Îran û dewleta Tirk derbasî xeta danûstandinên girêdayî Sûriyê bûn, tu nûner ji rejîma Baas an jî oposîzyonê eşkere nebûn. Tenê di civînên li Astana û Sochiyê de biryara şer û lîstina bi xwîna gelê Sûriyê dida. Lê piştî projeya îxwanî li Rojhilata Navîn bi bin ket, dewleta Tirk bi rêya van çeteyan hewl da berjewendiyên xwe li Sûriyê pêk bîne. Çete ji Idlibê ji bo Cerablusê ya li bejahiyên bakurê Helebê û sînorê bi Tirkiyê re, herêmên Serêkaniyê û Girê Spî re hatin şandin, bicihkirina şêniyên resen li wan herêman wekî hinceta vê yekê nîşan dan, lê di rastiyê de ew çeteyên ku dewleta Tirk li gorî berjewendiyên xwe veguhastin wan herêman."
 
'DIZÎ Û POLÎTÎKAYÊN TIRKKIRINÊ' 
 
Der barê sûcên guhartina demografî û hewldanên tevlêkirina herêmên dagirkirî li sînorê siyasî yê Tirkiyeyê El-Ebid wiha berdewam kir: ""Li tevahî herêmên dagirkirî, alên tirkiyê li ser dibistanan ne, tê de zimanê tirkî bi zorê tê fêrkirin. Ev yek dewleta Osmanî li Lîwa Iskenderon jî kir û piştre nasnameyên tirkî dan wan û beşdarî hilbijartinan kir. Lê dema Erdogan Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin, got ez ê şêniyên wan ên resen li wan herêman vegerînim. Lê belê şêniyên wan herêman ên resen da koçberkirin û çete û malbatên wan li malên wan hatin bi cih kirin. Ma Efrîn cihê Çeçan û îgoar û çeteyên Erdogan e?"
 
El-Ebid diyar kir ku li herêmên dagirkirî zimanê Tirkî li ser sivîlan tê ferzkirin û tenê kesên bi zimanê Tirkî dizanin kar bi dest dixin, ji lew ra şênî di navbera du vebijêrkan de mane, an tirkirkirin û çetîtiyê qebûl bikin an ji birçîna bimirin û wiha got: "Tirkiyê hîn jî navên kolanan û herêman û avahiyan diguhere û ala xwe bilind dike. Navê dibistaneke li herêma Carablusê ya Sûriyê kiriye'Diya Erdogan'. Lîreya Sûriyê li hemberî nirxê dolar daketiye, nirxên kel û pelan jî bilind in, li beramberî wê dixlê welatiyan kêm e. Ji ber vê yekê welatî dibe qurbanê du lîreyan û dolar û nirxên her du lîreyan jî li ber têk çûnê ye, nexasim piştî ku ji ber siyaseta Tirkiyê ya hundirîn û destwerdana di kar û barên dewletên cîran de cezayên aborî lê hatin ferzkirin."
 
Hemdan El-Ebid destnîşan kir ku ferzkirina bikaranîna lîreya Tirkiyê isbat dike ku dewleta Tirk herêmên Sûriyê yên dagirkirine wekî berdewamiya erdnîgariya xwe dibîne û hebûna wê li wir dê dirêj bike, her wiha tê wateyê dagirkirina aboriyê ku hewl dide bi vê yekê bandora cezayên Amerîkayê jî sivik bibe. El-Ebid da zanîn ku piştî nirxê lîreya Sûriyê daket, dewleta Tirk li herêmên dagirkirî lîreya Tirkiyê ferz kir û îşaret pê kir ku di dîmenekî de ku li ser medyay civakî hatibû belavkirin kesekî lîreya Sûriyê dişewitand û lîreya Tirkiyê bi kar anî.
 
DIDIZÎN Û DERBASÎ ENQEREYÊ DIKIN?
 
Ebid wiha axaftina xwe dewam kir:"Erdogan û çeteyên wî heta bi kepa nanê Sûriyan jî rehet nehişt, hilberên zeytûnan, pembo, genim û ceh didizîn, mînaka wê jî talankirina depoyên genim ên li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî ye paşê derbasî Tirkiyê dikirin û welatiyê Sûriyê zehmetiya tunebûn û bilindbûna nirxên wan dikişînin."
 
El-Ebid got ku heta bi keviran ji dewleta Tirk a dagirker nefilitîn û got, dewleta Tirk hewl dide dîrok û mîraseya şaristanî ya herêmê xirab bike, armanca wê ji talankirina şûnwarên herêmên ne tenê qezenciya madî, di heman demê de îmhakirina nasnameya dîrokî û çandî ya herêmê ye.
 
Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çeteyan gelek gir kolan û şûnwarên tê de diznî li bazarên reş ên Tirkiyê firotin, mînake vê yekê girê Til Helef ê li Serêkaniyê ye.
 
Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku Tirkiyê dixwaze ji deryayê heta bi Kerkûkê, Musil a li Iraqê serwer bike û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk xêr û bêrên Iraq û Sûriyê talan kirin. Dema ku DAIŞ`ê herêm serwer kir  Tirkiyê petrola Sûriyê didizî û bi çavdêriya zavayê Erdogan li bazarên xwe difirot, her wiha dema Girê Spî jî dagir kir malên sivîlan, hilberîn, dikan û şûnwarên li herêmê dizîn û li bazara reş firotin. Di encamê de dewleta Tirk bi van kiryaran dixwaze nasnameya gelê herêmê biçewisîne. "
 
El-Ebid got ku dewleta Tirk li herêmê şêwazê qetilkirin û koçberkirinê dide meşandin û got: "Heke mirov kêmekî li dîrokê vegere dê bibîne ku heman siyaseta Sultanê Osmanî ye ku biryarê xwe dikuşt da ku nebe rikberê wî yê hikum, bi vî awayî şêwazên îşkenceyê pêş ket û kesên dijberî wan disekinîn yan wan dar ve dikirin û yan xazoq dikirin."
 
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid di dawiyê de bang li azadîxwazên cîhanê û NY`yê  kir ku aramî û ewlehî li herêmên wan vegerin, dagirkeran ji herêmên derxînin da ku sûrî li ser xaka xwe di erk û mafan de wekî hev bin û got: "Em bang li civaka navneteweyî dikin ku zextê li Rûsyayê bike da ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dawî li şer were." 
 
 
 

Sernavên din

02/01/2021
10:17 Yuksekdag: Dê 2021'an bibe sala gelan û ciwanan
10:07 Polîsan astengî ji nexweşa atiyê re derxist!
09:38 Hêjmara 10'emîn a Zrîngê di sala nû de li benda we ye
09:13 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 37'emîn de didome
09:12 Li eskeriyê îşkence: Cixare li ser canê wî tefandin
09:11 Li sînor guleyên ku dipengizin hemû li kurdan dikevin!
09:11 Qeyûm dê bi pereyê şaredariyê karê şaredariyên AKP'î bike
09:10 Li girtiyên ku binpêkirinên mafan protesto kirin, ceza birîn
09:10 ‘Naveroka tayinkirina qanûna qeyûman wekî navê xwe ne xêrxwaz e'
09:09 'Divê berteka civakî bê bilindkirin'
09:08 Li Geverê dengê komekê olan dide: Koma Dengda
09:08 Gursucû: Peymana Parîsê ne çareseriya avhewayê ye
09:00 ROJEVA 2'YÊ ÇILEYA 2021'AN
01/01/2021
20:09 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 21 hezar û 93
16:11 Walîtiya Colemêrgê: Di êrîşa hişyariyê de birîndar bû
14:52 Jinan binçavkirina Buse Uçer şermezar kirin
14:07 El-Ebid: Tirkiyê armanc dike ku Kerkûk û Mûsilê kontrol bike
13:31 Cenazeyê dayika 4 zarokan li nava kuçeyê hat dîtin
13:19 Vaye lîsteya pirtûkên kurdî yên di 2020'an de hatine çapkirin
12:22 Hejmara nû ya Newaya Jinê derket
12:15 Qeyûm 84 karker ji kar avêtin
11:47 Jinên çalakger: Bila tu kes rehet li paldanka xwe rûnenên
11:20 'Em amadene li dijî tecrîdê her bedelî bidin’
11:16 Li Edeneyê 3 welatî hatin girtin
10:58 Uçer a bertek nîşanî qetilkirina jinan da hat binçavkirin
10:33 Berteka kuçeyê ya li dijî bihayê asgarî: Ji Qesrê re heye ji me re tuneye
09:59 Penaberan qeza kir: 2 kes mirin
09:16 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 36'emîn dewam dike
09:09 Ji ber nimêja cenaze 6 sal ceza li mele Akdag birîn
09:08 Parêzera Yuksekdagê: Divê biryara DMME'yê pêk bînin
09:05 'Leyla li hundir, em ê jî li derve bibin dengê jinan'
09:04 Hestiyên kurê xwe dixwaze
09:03 Peyama sala nû ya jinan: Wekhevî, azadî û jiyaneke nû
09:02 Şêniyên Geverê: Çima vê zilmê li me dikin?
09:00 ROJEVA 1'Ê ÇILEYA 2021'AN
07:59 Eskeran li Rûbarokê ciwanek birîndar kir
31/12/2020
19:47 239 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:03 Cenazeyê Aylîn Sozer hat veşartin
15:26 Başaran: Em ê di sala 2021'an de jî, li qadan bin
15:20 Li Colemêrgê qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin
15:16 Di roja dawî ya salê de ji bo jinên hatin kuştin derketin kolanan
15:12 Rêxistinên Ciwanan: Em ji gef û tacîzan natirsin
14:46 Malbata Akman ê hat cezakirin dest bi greva birçîbûnê kir
14:40 Ji MEBYA-DER’ê rapora 2020’an: Gor rûxandin, cenaze nedan
13:48 Xebatkarên tenduristiyê hempîşeya xwe bibîr anîn
13:39 Ji Hevserokên HDP'ê peyama sersalê
12:39 Komîsyona OHAL’ê 99 hezar serlêdan red kirin
12:20 Parêzer û malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan
12:11 Sînema wê heta 1’ê Adarê girtî bin
12:06 ‘Jin wê di 2021’an de piştevaniyê mezintir bikin’
11:24 Parêzer Ozen: Ewil biryara DMME’yê belav kirin, dûre Guven ceza kirin
11:12 Gundî: AKP dewletê dide pişt xwe û li dijî gundiyan biryaran digire
10:39 HDP’ê ji girtiyan re qertên sersalê şand
10:03 Ji jinên girtî nameya binpêkirinan: Mafên me ji me girtin e
09:44 Xelîl: Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin
09:25 Greva birçîbûnê di roja 35'emîn de dewam dike
09:13 Sancar: Ocalan mifteya çareseriya pirsgirêka Kurd e
09:12 Tekane hêviya wan vekirina deriyê sînor e
09:12 'Modela qeyûm veguheriye awayekî rêvebirinê'
09:11 Li welat qirkirina cinsî heye: AKP berpirsiyare
09:11 Tevgera Deyndarên KYK'ê: Em li benda betalkirina deynên xwe ne
09:10 ‘Tecrîd çiqas giran bibe, aştî ewqas ji me dûr dibe'
09:09 'Ji bo derziyan divê civak bê serwextkirin'
09:08 Projeya HES’ê ya li ser Geliyê Zorê dê veguhezînin darazê
09:07 Zext, koçberî, îşkence û hesreta du zarokan
09:06 Dê ji bo daxwazên girtiyan komîsyonan ava bikin
09:00 ROJEVA 31'Ê KANÛNA 2020'AN
08:15 Robîn Bakir li Edenê hat definkirin
30/12/2020
23:43 Cenazeyê Vedat Ok ê HPG'yî cara dudoyan hat definkirin
20:04 254 kesên din mirin, 15 hezar û 692 kesên din jî pê ketin
16:54 Fîncanci: Em bihêrs in, wiha berdewam nake
16:32 Polisan eriş bir ser çalakiya jinan û 7 jin biçav kirin
16:31 Malbatê piştî çend mehan şûnde cenazeyê zarokên xwe girtin
16:31 Qurbaniyên komkujiyên kanûnê hatin bibîranîn
16:16 Helbestvan Yilmaz Odabaşi hat girtin
15:30 Dayikên Aştiyê bertek nîşanî girtina Leyla Guven dan
15:29 ‘Tunekirina rêxistinên mafên zarokan nayê qebûlkirin’
15:19 Kedkarên tenduristiyê: Êdî bes e, em dixwazin bijîn û bidin jiyîn
15:09 OHD: Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe
14:49 Dag: Heta tecrîd ranebe wê demokrasî neyê welat
13:43 Li Cizîrê kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn
13:30 Bertekên li dijî qetilkirina 3 jinan: Bi xirabiyên xwe re rûbirû werin
13:29 Ji jinên girtî re kartên sersalê şandin
13:28 Gergerlîoglû giliyê Soylû kir
12:39 MED TUHAD-FED'ê rapora salê ya binpêkirinên mafan ên li girtîgehan eşkere kir
12:27 AYM, daxwaza tazmînatê ya karkerên KHK'î mafdar dît
12:01 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Îdeala jiyana me wê bibe rêbera sedsala bê
10:50 Parêzerê Tûrgût û Şiban: Daxuyanî bandor li lêpirsînê dikin
10:36 Li Erziromê 10 girtî di greva birçîbûnê de ne
10:31 Hunermendan bertek nîşanî ‘Muzeya Tuncelî’ dan: Ev travmayek nû ye
09:20 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 34'emîn de ye
09:03 Şaredariya AKP'î di 21 mehan de: Tenê parke bi cih kirin û hin tenekeyên çopê kirîn
09:03 ‘Cardin mehkûmî birçîbûnê hatin kirin'
09:03 Saetên ceryanê bi dîrekan ve zeliqandin, fatûre du qat zêde tên
09:03 Nerazîbûna ji bo 'qanûna qeyûm': Armanc eciqandina muxalîfan e
09:03 Hunermend: Kurd dê bi yekîtiya neteweyî êrîşan tar û mar bikin
09:03 Kesê 2 meaşan ji şaredariya AKP'ê digire dîsa xwe xist kar
09:03 Endamê Rêveberiya Mexmûrê Ûnver: Helwesta NY’yê ne helwesteke insanî ye
09:00 ROJEVA 30'YÊ KANÛNA 2020'AN
29/12/2020
19:47 253 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin