ENQERE - Li Navçeya Pursaklar a Enqereyê di garaja apartmanekê de 3 ciwan mirî hatin dîtin.
Li Navçeya Pursaklar a Enqereyê, di garaja apartmanekê de 3 ciwanên 20-25 salî mirî hatin dîtin. Li Kolana Orhangazî ya taxa Yunus Emre li garaja avahiyekê bedena 3 ciwanên mirî hat dîtin. Yekîneyên tenduristiyê yên hatin cihê bûyerê diyar kirin ku 3 ciwanên 20-25 salî jiyana xwe ji dest dane. Têkildarî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.