ISPARTA - Li Ispartayê, cenazeyê Gulsum Dogan a 13 roj bûn winda, hat dîtin.
Jina 31 salî Gulsum Dogan, di 22'yê Kanûna 2020'an de, li Taxa Sermet a Ispartayê winda bû. Ji wê rojê ve agahî jê nedihat girtin. Cenazeyê Dogan li qadeke çoltera navçeya Aglasûn a Bûrdûrê hat dîtin.
Cenazeyê Gulsum piştî li cihê bûyerê hat lêkolînkirin, ji bo otopsiyê rakirin morga nexweşxaneya navçeyê.