AMED - Li Lîcê, Mehmet Şah Bozkuş ê ku piştî operasyona eskerî hatibû binçavkirin, hat girtin.
Li çoltera gundên Cînezur, Derxust, Hiseynik û Mişirfê yên girêdayî navçeya Lîcê ya Amedê, duh piştî şerê rû da, dest bi operasyona eskerî hatibû kirin. Operasyon hîn jî dewam dike. Polîsan li Taxa Rezan a Amedê, bi ser mala Azîze Bozkuş û hevjînê wê Mehmet Şah Bozkuş de girtin û binçavkirin. Azîze Bozkuş piştî li Miduriyeta Polîsan a Lîcê îfade da, serbest hat berdan.
Hevjînê wê Mehmet Şah Bozkuş jî, piştî îfade da dozger îdîaya "endamtiya rêxistinê" û bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sûlhê ya Lîcê kir. Mehmet Şah Bozkuş bi heman îdîayê hat girtin û şandin girtîgehê.
Li aliyê din, hat hînbûn ku ketin û derketin hin gundan hatiye qedexe kirin û hîna jî dibin ablûkeyê de ne.