Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin

  • rojane
  • 12:09 12 Cotmeh 2024
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên bakurê Kurdistanê baro kongreyên xwe li dar dixin. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren nerazîbûn nîşanî polîtîkaya necezakirinê da û dê baroya wan kevneşopiya têkoşînê a li dijî vê bidomîne. 

Baroyên bajarên Amed, Êlih, Şirnex, Mêrdîn û gelek bajarên din kongreyên xwe li dar dixin û dê rêveberiyên nû bijêrin. Kongreyên baroyan ku wê îro û sibê bidomin, ji bo serokatiya nû û endamên rêveberiya nû bên bijartin dest pê kir. Li hin bjaran wê îro hilbijartin bê kirin. Li hin bajaran jî kongre du rojan bidome û sibê hilbijartin bê kirin. 
 
AMED 
 
Civîna Desteya Giştî ya 49’emîn a Baroya Amedê ku wê 2 rojan bidome, li Eywana Çand Amedê dest pê kir. Di kongreyê de wêneyê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê di 28’ê Mijdara 2015’an de li ber Minareya Çar Ling a Sûra Amedê hatibû qetilkirin, hat daliqandin. Gelek parêzer beşdarî kongreyê bûn. 
 
Kongreyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axaftina destpêkê ya kongreyê kir û got ku ew di pêvajoyek ku jin û zarok hatin qetilkirin de derbas bûn û ew bi pêvajoyek ku daraz neserbixwe bû re rû bi rû man.
 
BERPIRSIYARIYA BOROYÊ 
 
Eren bal kişand ser neçareserkirina pirsgirêka kurd û got ku di warê çareserkirina pirsgirêka kurd berpirsiyariyek mezin dikeve ser milê Baroya Amedê. 
 
TAYÎNKIRINA QEYÛMAN 
 
Eren anî ziman ku li Tirkiyeyê serweriya hiqûqê ji holê hatiye rakirin û got: “Biryarên DMME’yê ji aliyê dadgehan ve nayên sepandin. Biryarên DMME’yê yên ji bo birêz Demîrtaş û Kavala dan, tune hatine hesibandin û hatin binpêkirin. Em ê li dijî vê bêhiqûqiyê têkoşîna xwe bidomînin. Her wiha li bajarên Kurdistanê mudaxileyî mafê hilbijartinê yê gel hat kirin. Ewilî xwestin li Wanê îradeya gel desteser bikin lê biryar paşve hat kişandin. Paşê jî li Colemêrgê mudaxileyî mafê hilbijartinê yê kurdan hat kirin. Lê gelê kurd û dostên xwe li dijî vê neheqiyê li ber xwe dan.”
 
POLÎTÎKAYÊN NECEZAKIRINÊ 
 
Eren diyar kir ku polîtîkaya necezakirinê bi taybetî li ser kurdan tê meşandin û wiha axivî: “Necezkirina kujerên Serokê Baroya me Tahîr Elçî mînaka vê yekê ye. Wî jiyana xwe diyarî têkoşîna mafên mirovan kir. Xwestin bi vê polîtîkaya necezakirina kujeran peyamê bidin têkoşîna kurdan a mafên mirovan. Lê bila viya kes ji bîra neke em ê her ji bo dosyeya Tahîr Elçî têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Wê baroya me kevneşopiya têkoşînê a li dijî necezakirinê bidomîne.” 
 
‘ZIMAN Û ÇANDA ME XETA ME YA SOR E’ 
 
Eren bal kişand ser binçavkirin û girtinên demên dawî yên bi hinceta gerandina govendê, stran û xebatên zimanê kurd û got: “Xebatên çand, huner û zimanê kurdî jî wek sûc dibînin. Tişta ku herî ji bo me girîng û hesas e, ziman, çand û renge me ye. Ev êrişên li ser çand û ziman raste rast bi neçareserkirina pirsgirêka kurd ve girêdayî ye. Kurd li girtîgehan di bin tecrîdê de tên ragirtin. Girtiyên nexweş terkî mirinê tên kirin. Kurd bi dehan sal bi cezayên dûr û dirêj di girtîgehan de tên hiştin. Me wek Baroya Amedê di van du salan de hewl da li dijî neheqiyan bisekinin û têkoşîna maf û hiqûqê bidin. Me li ser mîrateya kevnşopiya têkoşîna Baroya Amedê dengê xwe derxist. Wê ji îro pê ve jî ev kevnşeşopiya baroya me berdewam bike.” 
 
Piştî axaftina Eren, vîdeoyek têkildarî xebatên Baroya Amedê hat nîşandan. Kongre bi axaftina namzetan û rapora faliyetê berdewam dike. 
 
ÊLIH
 
Baroya Êlihê jî ji bo serok û rêveberiya nû bijêre, kongreya 18’emîn li dar dixe. Ji bo serokatiya baroyê 4 namzet ketine pêşbaziyê. Abdulhamît Çakan û Teyyar Ekmen bi lîsteyê dikevin hilbijartinê. Jan Arîn Ari û Nûrî Mehmetoglû jî ne bi lîsteyê tev li hilbijartinê dibin. 
 
Kongre li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya Baroyê tê lidarxistin. Hevşaredara Êlihê Gulistan Sonuk û nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi xwendina rapora xebatê dest pê kir. 
 
ŞIRNEX  
 
Baroya Şirnexê jî kongreya xwe ya 11’emîn li eywana konferansê ya Zanîngeha Şirnexê li dar dixe. Li eywanê wêneyê Tahîr Elçî hat daliqandin. Gelek parêzer tev li bûn. 
 
Abdullah Findik, Kadrî Akgun û Îdrîs Guzel ji bo serokatiya baroyê rikberê hev in. 
 
MÊRDÎN 
 
Baroya Mêrdînê jî kongreya xwe ya 18’emîn li dar dixe. Kongre li Navenda Çandê ya Zanîngeha Artûklûyê pêk tê. Gelek parêzer tev li bûn. Serokê baroyê yê niha Îsmaîl Elîk, Ahmet Duyan, Hakan Gelerî û Medenî Ayhdan ji bo serokatiya baroyê rikberên hev in. 
 
Elîk di destpêka kongreyê de axivî û bal kişand ser pirsgirêkan parêzeran û destnîşan kir ku divê baro ji bo mafên mirovan têbikoşin. 
 
 
 

Sernavên din

15:01 Kongreya Baroya Amedê: Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nayê qebûlkirin
14:15 Li çar bajaran li aqûbeta windayan hat pirsîn
14:06 Li Dîlokê dayikek û çar zarokên xwe hatin qetilkirin
13:57 Dayikên Şemiyê li aqûbeta 11 windayan pirsîn
13:38 Beriya mitînga ‘azadiyê’ astengî: Her der Amed her der berxwedan
12:59 Bakirhan soz da astengdaran: Em ê li Wanê û Mêrdînê jî daîreya xizmeta astengdaran ava bikin | HATE NÛKIRIN
12:45 Şofêrên TIR’an çalakî li dar xistin
12:38 Li Stenbolê coşa mitînga ‘azadiyê’
12:09 Kongreyên baroyên bajarên bakurê Kurdistanê dest pê kirin
11:27 Bultena Tecrîdê: 24 sal 7 meh û 28 roj in tecrîd tê sepandin
11:17 Li girtîgehan divê 'mafê tenduristiyê' dîl neyê girtin
10:44 Li mamosteya zimanê kurdî sê meh ceza hat birîn
09:55 Parlamenterên DEM Partiyê: Em ji bo azadiyê li Qada Îstasyonê bin
09:35 'Em ê tim li ser rêya Hevrîn Xelef bin'
09:34 Di serdegirtina malê de îşkence: Dîmen bi gefxwarinê jê birin e
09:33 Rihayî: Em ê bi awayê herî xurt beşdarî mitîngê bibin
09:01 Her gavên siyasetmedarên girtî sûc hatiye hesibandin
09:01 DEDAŞ li gundê ku ceyrana wê her tim qut dike li 'ceyrana qaçax' digere!
09:00 ROJEVA 12'Ê COTMEHA 2024'AN
11/10/2024
19:08 Hevserokê DBP'ê yê Dîlokê Ozhan hat girtin
18:01 Xebatên ji bo Kabaîşê destpêkirî di roja 14’an de ye
16:30 Ji Enqereyê banga ‘mitînga azadiyê’
16:04 Bakirhan: Em dikevin pêvajoyek nû, yê birêxistinkirî bi ser dikeve
15:33 Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
15:32 Wezaretê bersiva qedexekirina ‘Pêşî Peya’ da: Ne li gorî standartan e!
15:13 Şaredariya AKP’ê gelek heywan qetil kirin
15:08 Hunermendê NÇM’ê Engîn Cengîz hat berdan
15:00 Xwegihandina 3 nûçe û parvekirinan hate astengkirin
14:45 Mehmet Uzun li ser gora xwe hat bibîranîn
14:34 Êrişkarê bi maske 3 kesan birîndar kir
14:34 Jina 77 salî li sînor hate binçavkirin
14:29 Ahmet Turk: Em di 13’ê Cotmehê de li Qada Îstasyonê ne
14:25 ÎHD: Bila Lijneyên Îdare û Çavdêriyê bên girtin
13:52 Lêpirsîna der barê Orhan de bi encam bû
13:48 Danişîna ewil a Akiş hate lidarxistin: Axaftinên min sûc nînin
13:32 Li Dîlokê êrişî karkeran kirin: 3 jê giran 8 kes birîndar kirin
13:11 DFG'ê ji bo berdana rojnameger Andan bang kir
13:07 Ji bo Abdullah Ocalan serî li ÎHÎK’ê da: Divê îşkence bi dawî bibe
13:07 Rojnameger Verîm sewqî Girtîgeha Erzînganê hate kirin
12:56 Girtiyê nexweş ê nayê tedawîkirin 40 roj in di greva birçîbûnê de ye
12:44 Stenbol ji mitînga ‘azadiyê’ re amade ye
12:44 Xelata Aştiyê ya Nobelê dan saziya li dijî nukleerê
12:16 Aktar: Helwesta siyasî ya Mizrakli hat cezakirin
11:51 Rojnamevan Andan û gelek kes hatin binçavkirin
11:04 Diyanetê 70 milyon TL ji bo çapxaneyê xerc kir
11:04 Koma 'Berxwedana' Îslamî ya Iraqê êrişî Îsraîlê kir
11:03 Danişîna doza GOÇÎZDER’ê hate taloqkirin
11:02 Malbatan ji bo hevdîtina li Îmraliyê serlêdan kirin
11:02 'Girava Mirazan' a Mehmet Şîrîn Bulga ji Weşanên Arê derçû
10:59 Li gorî DEM Partiyê rêyên ‘krîtîk’ ên li pêşiya Enqereyê
09:30 Girtiyên nexweş bi mirinê re rû bi rû ne: Divê qanûna cihêkar biguhere
09:20 VAT-ÎŞ-KOOP'ê dest bi debara duyem kir: Armanca me civakeke hilberîner e
09:03 Koyluoglû: Hilbijartin dê di navbera xeta welatparêzî û xeta xiyanetê de be
09:02 ‘Ji roja destpêkê ve di windabûna Rojînê de xemsarî û guman hene’
09:01 Banga 13'ê Cotmehê: Rêya xelasiya ji krîza piralî bi azadiya Ocalan pêkan e
09:00 Ji ber ferzkirina lêgerîna tazî û li hundirê dev dermankirin tê astengkirin
09:00 ROJEVA 11’Ê COTMEHA 2024’AN
08:55 Li Afyonê otobûsa rêwiyan wergeriya: 21 kes birîndar bûn
08:54 Ji bo 3 herêman hişyariya barîna zêde hate kirin
08:54 Di qezaya li Şirnexê de gelek sewal mirin
10/10/2024
19:21 Xebatên mîtînga Amedê: Em bi ruhê seferberiyê tevlî mîtîngê bibin
19:15 Desmala Kabaîşê li qeraxa golê hat dîtin
18:28 Ji bo Abdullah Ocalan pêşnûmayek pêşkêşî Senatoya Îspanyayê kirin
18:25 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran serbest hatin berdan
17:01 Zarokên ku li Hezêxê winda bûbûn hatin dîtin
16:48 Êrişên li dijî Yenî Yaşamê hatin protestokirin
16:11 Rojnameger Onver îfade da
15:48 Cezayê hefsê dan rojnameger Ozkaptan
15:39 Rêvebera ÎHD’ê Onaran a cezayê wê hate pejirandin kete girtîgehê
15:25 Mizrakli yê cezayê wî hate erêkirin: Min çok nedanî, bila ev ji we re bibe derd
15:09 Eniya Jinên Başûrê Kurdistanê: Divê di hilbijartinê de li dijî xakfiroşan xwedî helwest bin
15:08 Bangên ji bo 13’ê cotmehê didomin: Mitîng dê bibe destpêka pêvajoyeke nû
14:51 Rêveberên MEBYA-DER’ê qeza kir
14:46 Teqwîma hilbijartinê ya Herêma Kurdistanê bi dawî bû
14:44 Li pêşiya Şaredariya Beyoglûyê teqîn çêbû
14:25 UNICEF: Zêdetirî 370 milyon zarokên keç rastî êrişa zayendî tên
14:22 Kesên hatin qetilkirin nehatin jibîrkirin: Bîranînên wan têkoşîna me ronî dikin - HATE NÛKIRIN
14:06 Hunermendê NÇM’ê Cengîz hate binçavkirin
12:58 Yenî Yaşam hate astengkirin
12:54 Li Zaxoyê qeza: 2 ajokarên şirnexî jiyana xwe ji dest dan
12:30 Partiyan lihev kirin: Dê ji bo cînayetên jinan komîsyon bê avakirin
12:24 Faîlê ku zarokek tacîz kir hate girtin
12:23 Li Girtîgeha Antalyayê hejmartina serpiyan û ferzkirina poşmantiyê
12:09 3 ciwan hatin binçavkirin
11:59 Dadgehê salek û 3 meh ceza li rojnamevan Ertaş birî
11:59 Li Kocaeliyê kesek di otobusa gel de hate kuştin
11:50 Berxwedana karkerên înşaetê bi ser ket
11:43 Kampanya ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ salek li pey xwe hişt
11:41 Ji Baroya Amedê rapora çareseriya pirsgirêka kurd
11:37 Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
11:34 Li Qilebanê qirkirina daristanan
11:10 TUÎK: Hejmara ciwanên bêkar zêde bû
11:02 Li Wanê atolyeya hunerê hat lidarxistin
10:48 2 zarokên diçûn kursa Quranê sê roj in winda ne
10:46 Hevserokê DEM Partiyê yê Îdirê Mehmet Selçûk hate binçavkirin
10:37 Jin ji bo tevlibûna mitînga ‘azadiyê’ derî bi derî xebatan dimeşin
10:32 Ji DEM Partiyê berteka Îdirê: Hûn ê nikaribin çok bidin deynîn
10:12 Girtiya ku tê îdiakirin ‘întîhar’ kiriye du rojan kelemçekirî tedawî kirin e
10:12 DEM Partî: Di kesayeta kurdan de serweriya gel hate binpêkirin
10:05 Komkujiya Garê di sala 9’an de ye: Em ê ji bîr nekin, nedin jibîrkirin