* Xwendekarên bertek nîşanî rektorê qeyûm ê tayînî Zanîngeha Bogazîçî hat kirin dan, diyar kirin ku rastiya wan têkoşîna wan a li dijî qeyûme û gotin: "Heya ku avahiya qeyûm, ji nû ve bibe avahiya rektoriyê em ê paşve gav ne avêjin."
* Nûnerên partiyên siyasî, diyar kirin ku qeyûmê tayînî Zanîngeha Bogazîçî hat kirin, berhema hişmendiya tekparêze û gotin: “Rektorê hat dayînkirin, wê tenê komîsertiya AKP’ê bike. Ji bilî vê tu wateyeke wê tuneye.”
* Jinên Sûriyeyê bûne mexdûrên herî mezin ên şer, ligel xizantî û cihêkariyê rastî tundiya zayendî ya herî giran tên. Jinên penaber bi hizir û fikra ku saziyên fermî wê wan li dijî êrîşên tacîz, tecawîz û tundiyê neparêzin, gilî nakin.
* Mûrat Çepnî yê HDP’î, diyar kir ku wan di hevdîtin kirin de, dîtin ku xizmên girtiyan ji ber şertên di girtîgehan de, bi fikaran û got: “Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir û weke ku me di Zanîngeha Bogazîçiyê de jî dît, li civakê belav bûye. Ji bilî xwedî derketina daxwazên girtiyan, şansek din tuneye.”
* Rêxistinên girseyî yên demokratîk dê li Navenda Giştî ya Tum Bel Senê ya li Enqereyê civîna çapemeniyê li dar bixin. (12.00)
* Sendîkaya Kedkarên Xizmeta Tenduristî û Civakî (SES) dê li Enqereyê plana "Maske diaxivin" li navenda xwe giştî eşkere bike. (12.30)
* Jinên siyasetmedar ên li Parîs û Silopiya hatin qetilkirin dê ji aliyê Meclîsa Jinan a HDP'ê ve li Mêrdînê werin bibîranîn. (11.00)
* Danişîna 121'emîn a doza rojnamevan Hrant Dînk dê li Dadgeha Stenbolê berdewam bike. (10.00)
* Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê dê çalakiya nobetê ya protestokirina qeyûm Melîh Bûlû li dar bixin. (11.00-16.00)