Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin

  • rojane
  • 11:35 12 Çile 2021
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, diyar kir ku Tirkiyeyê xwest hilbijartina DYA'yê ji bo xwe veguherîne firsetê û êrîşî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, lê ev planên Tirkiyeyê ne girtin. 
 
Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl, derbarê xebatên yekitiya neteweyî, plan û êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, pozîsyona Rûsya, Îran, Hikumeta Şamê, Emerîqayê û hewldanên dîplomasiyê yên ji bo Rêveberiya Xweser de, pirsên Yenî Ozgur Polîtîkayê bersivandin.
 
Aldar Xelîl, der barê xebatên yekîtiya neteweyî yên li Rojavayê Kurdistanê de ev agahî dan: "Pêdiviya bi yekîtiyê heye. Şert û mercên ji bo yekîtiyê kêm jî be hatine avakirin. Xebatên ji bo yekîtiyê yên di navbera Partiyên Yekîtiya Neteweyî yên Kurd (PYNK) û ENKS'ê de niha bi sedema nûnerê Emerîkayê li herêmê nîne, sekinîne. Di hinek waran de me gav avêtin. Me li ser mijarên siyasî li hev kir û hemfikir bûn Merciyeke Kurd li Rojava hebe da ku bi hev re biryaran bidin, diyalog hebe û xebatan bi hev re bimeşînin. Lê ENKS'ê di vê çarçoveyê de li gorî xwe hinek encam derxistin û xwest Peymana Rêveberiya Xweser a Demokratîk biguherîne. Lê me ev qebûl nekir. Ji ber ku ev Peyman bi îradeya temamê gelên herêmê hatiye amadekirin. Rast nîne çend partî bêne cem hev û vê biguherînin. Lê ew jî vê dikin şert û xwe nadin ber meseleyê. Ev helwêsta wan rêveberiyê baş nake, xira dike. Lewma bivênevê mirov difikire gelo ew dixwazin çêkin an jî xira bikin. Mînak dixwazin sîstema xweparastinê û zimanê zikmakî biguherin, dîsa dixwazin sîstema hevserokatiyê rakin, jixwe Neteweya Demokratîk paşguh dikin û îhtîmamê pê nadinê.
 
Dixwazin tevlî rêveberiyê bibin. Me got, baş e. Me got, heta niha hûn bi dijmin re xebitîn, bi qaşo Koalîsyona Muxalifên Sûrî re bûn ku maşikên destê dewleta Tirk bûn. Lê ji bo yekîtiyê hinek şert û merc hene. Me qala hilbijartinê kir. Lê ew bêyî hilbijartinê dixwazin bibin nîviyê xwediyê rêveberiyê. Lewma niha guftûgo sekinîne.
 
Hin mijarên din hene hê neketine rojevê. Lê dema bê wê bikevin rojevê. Pêşmergeyên Roj ya rastî pêşmerge nînin. Çete ne. Di destê dewleta Tirk de bûne çete. Li Şengalê û li Qendîlê bi kar anîn. Çawa ku Erdogan çete li Lîbya û Azerbaycanê bi kar anî wan jî bi kar tîne. Lewma ne mumkin e em wan qebûl bikin. Kesên çetetî kirine rast nîne li Rojava wezîfeya eskerî bikin.”
 
'JI TIRKIYE BÊ WÊ ROJAVA DAGIR BIKE'
 
Xelîl ji bo pirsa çima dewleta Tirk di êrişa li ser Eyn Îsa û Til Temirê de wisa dijwar e jî, ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk dixwaze Tirkiyeya Mezin ava bike û jê bê wê tevahiya Rojavayê Kurdistanê dagir bike, lê hêza wan nikare bersiva hevsengiyên navdewletî bide, dîsa krîza aborî ya dewleta Tirk tê de ye, her weha pirsgirêkên wê yên bi temamê cîranan re nahêle zêdegaviyan bikin." 
 
Xelîl, bi bîr xist ku dewleta Tirk li herêmê bûye çavkaniya tevahî pirsgirêkan û wiha got: “Dewleta Tirk weke berê nikare bi awayekî berfireh êriş bike. Lê di demeke krîz an jî valatiyekê de dixwaze hinek tiştan bike. Di nîvê meha Kanûnê de dema dinya hemû bi amadekariyên sersalê û betlaneyê re mijûl bû, kes ne li ser kar bû û li Emerîkayê jî destguhertina wezîfeyê hebû û xwest ji vê sûdê bigire û di nava çend rojan de wê herêmê hemûyî bigire. Lê xapiya, li berxwedana QSD'ê rast hat. Bi rastî, QSD'ê berxwedaneke mezin nîşan da. Lewma ez li vir şervanên QSD'ê hemûyan silav dikim. Berxwedaneke dîrokî nîşan dan. Gelên me jî li ber êrişan sekinîn. Bi vî awayî pîlanên wan pêk nehatin.
 
'HAKAN FÎDAN HAT ŞAMÊ'
 
Di çarçoveya êrişên li ser Eyn Îsa û Til Temirê de, Xelîl qala tevlîheviyên li Qamişlo jî kir û wiha pê de çû: “Bêguman têkiliya van êrişan û tevlîheviyan bi hev re heye. Di nava vê meseleyê de ne tenê dewleta Tirk, Rûsya, rejîma Sûrî, Îran û Emerîka jî hene. Hêza Koalîsyonê ya ji 73 milletan li vir e. Gelek dewlet li Sûrî xwedî rol û bandoreke girîng in. Agahî heye ku rêveberê MÎT'ê Hakan Fîdan bi rêya Rûsyayê hatiye Şamê. Di demekê de dewleta Tirk êrişî Eyn Îsa û Til Temirê dike, rejîma Şamê jî li Qamişloyê tevlîheviyê dike û bi vî awayî dixwaze Rêveberiya Xweser a Demokratîk tengav bike. Em xwedî agahî ne ku di vî warî de li hev kirine. Lê pîlanên wan ên Eyn Îsayê û Til Temirê û Qamişloyê neçûn serî. Wexta ez dibêjim, neçûye serî, ez nabêjim krîz bi dawî bûye, hê alozî dewam dike û pirsgirêk hene. Lê pîlanên wan ber bi binketinê ve diçin."
 
'DAGIRKERÎ QIRKIRINE'
 
Xelîl, li ser dagirkeriya dewleta Tirk û awayê dagirkeriya wê diyar kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rohilatê dewleta Tirk ne dagirkerekî ji rêzê ye û îşaret bi awayê hebûna dewleta Tirk li deverên dagirkirî kir û got: “Dewleta Tirk li deverên dagir dike ji xelkê wir xalî dike, wan dixe zindanan û êşkenceyê li wan dike. Tevî dagirkeriyê tê zanîn, demografyayê diguherîne, di dîrok û çandê de guhertinê dike, çand û sîstema xwe li wir bi cih dike. Li gelên herêmê zilm û zordariyeke mezin dike. Ne rast e ku mirov tenê li vê temaşe bike û mudaxele neke. Ji bo rizgarkirina wan deverên dagirkirî divê têkoşîn were mezinkirin. Em bi biryar in herêmên dagirkirî azad bikin. Bi çi awayî dibe bila bibe, em umîdwar in ku sala 2021'ê bibe sala azadkirina herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî. Ji bo vê, eskerî jî di navê de divê em her hesabî bikin.”
 
'DIVÊ DAGIRKERÎ BI DAWÎ BIBE'
 
 Aldar Xelîl, xwest gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rastiya dewleta Tirk baş nas bikin û zanibin ku dewleta Tirk di dijminantiyê de çi jê bê, wê texsîr neke bike û ji ber vê jî divê ti carî jê hêvî neyê kirin ku wê tiştekî baş bike. 
 
 
Endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Aldar Xelîl, di dawiya axaftina xwe de ev peyam da: "Tişta divê em bikin ew e, divê em dagirkeran ji ser erda xwe derxin. Gelê me, di serî de Şerê Gel ê Şoreşgerî divê di hemû mijaran de, ekonomî, siyasî, dîrokî, çandî û wekî din xwe baş bi rêxistin bike, xwe weke beşekî têkoşînê bibîne û ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê têkoşîna xwe mezin bike. Hinek dibêjin, bila dewleta Tirk ava Elokê berde. Mesele ne ew e, dewleta Tirk avê berde yan jî bernede. Mesele dagirkerî ye. Heta dagirkerî hebe, ev ê biqewimin. Lewma çareseriya van hemûyan ew e, dagirkerî bi dawî bibe."
 
 
 

Sernavên din

13/01/2021
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye
09:13 Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e
09:11 Akdenîz: Zimanê çapemeniya hewzê nîjadperestiyê gur dike
09:10 'Heya em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin'
09:10 Hevserokên ku ji ber 'meşê' îfade dan: Azadî girêdayî yekîtiyê ye
09:09 Li Serhedê xetereya ziwabûnê
09:08 'Ne şewb, wê hejarî me bikuje'
09:04 Walî ji şêniyên gundê ku bi metreyan avê dikişînin re got: Ma berê av hebû?
09:03 Navê 'rojnamevanan' jî di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de heye
09:03 Kanîwar: Stranên me ji hepsa malê xelas bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:01 Kalê 82 salî 24 sal in girtî tê darizandin
12/01/2021
20:04 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 23 hezar û 152
18:54 Sal û mehek ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat birîn
17:05 Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredar Çîçek xwest
16:43 Gundiyên Lîcê: Piştî her operasyonê bi ser gundan de digirin
16:39 Berxwedana Bogazîçiyê pêl bi pêl belav dibe
16:36 Ava paqij nadin jina ducanî ya di bin çavan de ye
16:13 ‘Em pêkanînên ku nasname û zimanên cuda red dikin qebûl nakin’
16:00 Malbata Safîturk: Bersûc Midûrê Polîsan ê Dêrikê ye
15:59 Şandeya TTB’ê çû serdana Hevserokê HDP’ê
15:57 Têkildarî çalakiyên Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hat birîn
15:55 Wê Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê aşkera bike
15:49 Bombevanê Komkujiya Pirsûsê li Rihayê hat girtin
15:45 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê îşkenceya gardiyanan
15:26 HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin
15:23 Li Tendurekê operasyona eskerî dest pê kir
15:21 ‘Bi çekan ketin mala me, zarokên me ji tirsa giriyan’
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin
12:52 Osman Şiban hat berdan
12:39 Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
12:37 Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan
12:23 Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabe bû
11:59 Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke
11:49 Li Bayrampaşayê jinek hat qetilkirin
11:46 Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî