Navê 'rojnamevanan' jî di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de heye

  • rojane
  • 09:03 13 Çile 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di guhdarîkirinên telefonan de yên derbarê fuhûş, şantaj û nelirêtiya Mala Mamosteyan a Amedê de navê hin rojnamevanan jî derbas dibe. 

Piştî ku Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê yê berê Feysel Taşçier, mamoste S.D. û karmend H.E.T. gilî kirin, gendelî û nelirêtiya li Mala Mamosteyan a Amedê û Dibistana Hunerê ya Êvarî hatiye kirin derket holê. Piştî gilîkirinê Serokê Egîtîm Bîr Sen û Memûr Sen a Amedê ê berê û Midûrê Mala Mamosteyan a Amedê Yûnûs Memîş, rêvebirên saziyê, Cîgirê Midûriyeta Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr ê berê Serkan Batûr, Prof. Dr. Kemal Çelen, Serokê Odeya Esnaf û Sinhetkaran a Amedê Alîcan Ebedînoglû û kardêr Yûsûf Vûral, Şeyhmûs Mete, Nîhat Guneş jî di nav de 26 kes ji ber vê gendelî û bertîla hatiye stendin hatin darizandin. Derket holê ku hin rojnamevan jî daxilî nav vê nelirêtî û gendeliyê bûne. 
 
Hat hînbûn ku hin bersûc bi rêya xizmên xwe yên rojnamevan bi ser Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Feysel Taşçier de çûne. Axaftin û tapeyên vê yek di dosyeya lêpirsînê de cih digirin. Her wiha li gor hin îfadeyan jî rojnamevanên navê wan derbas dibin ji ber bejenwendiyên xwe yên siyasî û aborî teref girtine. 
 
HER DU ZAVAYÊ WÎ JÎ DI DOSYEYÊ DE NE 
 
Xwediyê Rojnameya Diyarbakir Soz û nivîskarê rojnameyê Mehmet Alî Altindag û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameyê Omer Buyuktîmûr jî daxilî nav dosyeya lêpirsînê bûne. Altindag, xwezûrê bersûcê dosyeyê Cîgirê Midûrê Mala Mamosteyan Mûstafa Yaşar û Hîndekarê Zanîngeha Dîcleyê Prof. Dr. Mûstafa Kemal Çelen e. 
 
Feysel Taşçier piştî gilî kiribû, di îfadeya xwe ya 24'ê Îlona 2019'an de li Serdozgeriya Komarê ya Amedê gotibû: "Nêzî 6 meh in ez Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Amedê me. Ji roja ku min dest bi vî karî kiriye heya niha bi buxtan û şantajan re rû bi rû dimînim." 
 
BI NÛÇE Û NIVÎSAN EW KIRIN HEDEF 
 
Yek ji bûyerên ku Taşçier wekî "buxtan û şantajên" pûç bi nav dike jî "Kursa Hijyenê" ye ku li navçeya Şankûşê hatibû destpêkirin. Hatbû gotin ku di kursa ku di Adara 2019'an de dest pê kiriye nêzî deh hezar kes pere razandiye û bi pereyan sertîfîke stendin. Piştî vê lêpirsîn hatibû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de Midûrê Perwerdehiya Neteweyî yê Navçeyê A.C. û Midûrê Perwerdehiya Gel M.T. ji peywirê hatibûn dûrxistin. 
 
Cara ewilî Rojnameya Diyarbakir Soz ev yek kiribû nûçe. Xwediyê rojnameyê Mehmet Alî Altindag jî di nivîsa xwe ya 20'ê Tebaxa 2020'an de Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr Taşçier kiribû hedef. Her wiha Gerînendeyê Weşana Giştî yê Diyarbakir Sozê Omer Buyuktîmûr jî di nivîsa xwe ya 26'ê Tebaxa 2019'an de Taşçier kiribû hedef. 
 
QEYDA DENGÊ WÎ SERWÎS KIRIN 
 
Piştî ku Taşçier di 24'ê Îlona 2019'an de çûye gilî kiriye, di 1'ê Mijdarê de qeyda dengekî ku tê derpêşkirin dengî wî ye li ser Youtubeyê hatibû serwîskirin.(https://www.youtube.com/watch?v=T2RxMJs4Gn4) Piştî ev deng hatibû serwîskirin, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de Laboratovara Krîmînalê ya Cendirmeyan raporek amade kiribû û di raporê de hatibû diyarkirin ku qeyd ne orîjînale, hin deverên wê hatine qutkirin û manîpulekirin. 
 
Li gel vê hevdîtinên telefonê ya Cîgirê Midûrê Mala Mamosteyan Mûstafa Yaşar û Gerînendeyê Weşana Giştî ya Diyarakir Sozê Omer Buyuktîmûr jî hatine guhdarîkirin. 
 
Her wiha di dosyeya lêpirsînê de hevdîtinên bi telefonê yên Yûnûs Memîş û Nûnerê Peyasê yaê Egîtîm Bîr-Senê B.S. jî hatine guhdarîkirin. Di van hevdîtinan de ji bo kesên derbarê Memûş de lêpirsîn dane destpêkirin heqaret û sixêf hatine kirin û bi malbata Altindagê gef hatine xwarin. 
 
'MALBATA XEZÛRÊ MIN MEZIN E' 
 
Bersûcê dosyeyê Mûstafa Yaşar, di îfadeya xwe de ji bo van hevdîtinan wiha gotiye: "Bı qasî ku ez dizanim Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ay Bajêr û Yûnûs Memîş ketine qirika hev. Yanî her duyan jî çav berdaye meqamên hev du. B.S. jî ji ber ku rayedarekî sendîkayê ye, dixwaze wan li hev bîne. Di axaftinê de navê min jî derbas bûye. Sedema vê jî ew e ku malbata xezûrê min malbateke mezin e. Lewma xwestiye bi vê Midûrê Perwerdehiya Neteweyî çavtirsandî bike." 
 
Bersûc Yûnûs Memîş jî di îfadeya xwe de behsa hevdîtina xwe ya bi B.S. re kiriye û wiha gotiye: "Ji ber ku B.S. serokê me yê sendîkayê ye, min pê re xeber da. Samîmiyeta wî bi kesê bi navê F. re heye. Çûye cem vî kesî da ku di bin tesîra Midûrê Perwerdehiya Neteweyî ya Bajêr de nemîne û jê xwestiye mesele bi awayekî adil û li gor qanûnê bê helkirin." 
 
Çendî ku tape û qeydên telefonê yên nivîskarê Rojnameya Diyarbakir Sozê û xwediyê wê Mehmet Alî Altindag û Gerînendeyê Weşana Giştî hene jî, lê belê di çaçroveya lêpirsînê de îfadeya wan nehatiye girtin. 

Sernavên din

13/01/2021
11:08 Ji ber wêneyê Newrozê doz li rojnamevan Alphan hat vekirin
10:57 Ji bo derzîkirina koronayê sîstema randevûyê vebû
10:34 Gundî mehek e li benda çareseriyê ne
09:35 Greva birçîbûnê di roja 48'emîn de ye
09:13 Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e
09:11 Akdenîz: Zimanê çapemeniya hewzê nîjadperestiyê gur dike
09:10 'Heya em vegerin ser karê xwe em ê têbikoşin'
09:10 Hevserokên ku ji ber 'meşê' îfade dan: Azadî girêdayî yekîtiyê ye
09:09 Li Serhedê xetereya ziwabûnê
09:08 'Ne şewb, wê hejarî me bikuje'
09:04 Walî ji şêniyên gundê ku bi metreyan avê dikişînin re got: Ma berê av hebû?
09:03 Navê 'rojnamevanan' jî di lêpirsîna bertîl û nelirêtiyê de heye
09:03 Kanîwar: Stranên me ji hepsa malê xelas bûn
09:00 ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'AN
08:01 Kalê 82 salî 24 sal in girtî tê darizandin
12/01/2021
20:04 Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 23 hezar û 152
18:54 Sal û mehek ceza li Hevşaredarê Colemêrgê Karaman hat birîn
17:05 Dozger 15 sal ceza ji Hevşaredar Çîçek xwest
16:43 Gundiyên Lîcê: Piştî her operasyonê bi ser gundan de digirin
16:39 Berxwedana Bogazîçiyê pêl bi pêl belav dibe
16:36 Ava paqij nadin jina ducanî ya di bin çavan de ye
16:13 ‘Em pêkanînên ku nasname û zimanên cuda red dikin qebûl nakin’
16:00 Malbata Safîturk: Bersûc Midûrê Polîsan ê Dêrikê ye
15:59 Şandeya TTB’ê çû serdana Hevserokê HDP’ê
15:57 Têkildarî çalakiyên Kobanê cezayê muebetê li 7 kesan hat birîn
15:55 Wê Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora Îmraliyê aşkera bike
15:49 Bombevanê Komkujiya Pirsûsê li Rihayê hat girtin
15:45 Li Girtîgeha Tîpa E ya Gumuşhaneyê îşkenceya gardiyanan
15:26 HDP li dijî tecrîdê kampanya dide destpêkirin
15:23 Li Tendurekê operasyona eskerî dest pê kir
15:21 ‘Bi çekan ketin mala me, zarokên me ji tirsa giriyan’
15:12 Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin
15:10 HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir
14:56 Karkerên ku saleke heqdesta xwe nagirin serî hildan
14:40 Rapora girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn: 9 girtiyan jiyana xwe ji dest da
14:37 Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê
13:49 HDP’ê serdana Osman Şiban kir
13:14 Li Farqînê 2 bira hatin binçavkirin
12:55 Li Colemêrgê serdegirtina malan: 3 binçavkirin
12:52 Osman Şiban hat berdan
12:39 Qeyûm 12 roj in bi hezaran karkeran bê qeyd dide xebitîn
12:37 Hevserokên HDP’a Amedê nehatin berdan
12:23 Îdîaya kameraya wesayîta zirxî ya Efe Tektekîn kuşt xirabe bû
11:59 Qeyûm dê doza îcrayê li namzetê AKP’yî veke
11:49 Li Bayrampaşayê jinek hat qetilkirin
11:46 Kamalak: Tifaqa bi Tifaqa Cûmhûr re wê bibe firotina dozê
11:35 Aldar Xelîl: Planên Tirkiyeyê ne girtin
11:33 Karkerên Cargîllê ku hezar roj jin li ber xwe didin: Maf nayê dayîn tê stendin
11:09 Meclîsa Jinan a HDP’ê: Divê Melek Îpek tavilê bê berdan
11:03 Îdareya Girtîgehê axaftina bi kurdî qedexe kir!
11:03 Li Mêrdînê hê jî jineke ducanî û 2 welatî di bin çavan de ne
10:47 Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin
10:17 Dayika girtiyê di greva birçîbûnê de: Em ê bêdengbûnê qebûl nekin
09:59 Barometreya Stenbolê: Welatî di bin deynan de ne
09:24 Osman Şiban ê ji helîkopterê hatibû avêtin hat binçavkirin
09:03 Greva birçîbûnê di roja 47'emîn de berdewam dike
09:03 Berdevka TJA'yê: Jinên kurd di warê yekîtiye neteweyî de bi xwe bawer in
09:03 Behsa tahde, taciz û gefên kesê ku got 'birayê min polîs e' kir
09:03 ‘Zanîngeh bûne girtîgeh'
09:03 Derûnas Sorgûn: Gava peymana civakiyî xera bibe herî zêde dê jin bandorê jê bigirin
09:03 Bertîl û gendeliya li Amedê
09:00 ROJEVA 12'YÊ ÇILEYA 2021'AN
07:02 Li 10 gundên Bedlîsê derketina derve hat qedexekirin
11/01/2021
20:49 174 kes mirin, 10 hezar û 220 kes jî pê ketin
17:09 Doza Hrant Dînk carek din hat taloqkirin
16:58 ‘Daxwazên xwendekarên Bogazîçiyê daxwazên me ne’
16:45 Li Colemêrgê hevdîtina gel
16:13 Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê
16:04 Wezareta Dadê wê 39 girtîgehên din çêbike
15:58 Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin
15:58 Dayika Parlamenterê HDP’ê Maçîn jiyana xwe ji dest da
15:54 Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye
15:37 TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da
15:32 Bi lêxistina çepikan Wezareta Tenduristiyê şermezar kirin
15:21 SES, çalakiyên ‘Maske diaxivin’ dide destpêkirin
15:12 Walîtiya Mersînê rêveberê Haber-Sen’ê ‘mîlîs’ îlan kirin
14:40 Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin
14:34 16 sal û 8 meh ceza li bersûcê parêzer Arkaş hat birîn
14:28 Karkerên Cargîllê hezar roj in li ber xwe didin
14:10 Li Wanê qezaya trafîqê
13:31 Gunay: Komkujiya Parîsê ronî bibe, wê gelek tişt çareser bibin
13:07 Melek Îpek ji kesên piştgirî danê re peyam şand
12:53 Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê
12:44 Di 10 mehan de qeyûmê 3’yemîn danîn ser Şaredariya Farqînê
12:28 Dorpêça eskerî ya li çoltera Lîcê rabû
11:03 Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand!
11:02 Li Colemêrgê bertîla AKP’iyan tê axaftin
10:37 Eskeran li Mêrdînê 5 welatî binçav kirin
09:58 Li Başûrê Afrîkayê ji bo Azadiya Ocalan kampanya navneteweyî dest pê kir
09:48 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 46'emîn de dewam dike
09:00 Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye
09:00 Jinên penaber ji saziyên fermî bawer nakin
09:00 Nûnerên partiyan: Qeyûm berhema hişmendiya tekparêze
09:00 'Rastiya me têkoşîna me ya li dijî qeyûme'
09:00 ROJAVA 11'Ê ÇILEYA 2021'AN
10/01/2021
19:33 176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan
19:22 Li Lîcê welatiyê hatibû binçavkirin hat girtin
18:06 Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin
16:53 Ûygûn ê ji kuştina jinan hat berdan ji tiryakê hat binçavkirin
16:00 Gergerlîoglû Gunduzê ku gardiyanan milê wî şikandibûn ji Wezîrê Edaletê pirsî