WAN – Li Wanê du xwişk û bira ji bo antenê televîzyonê rast bikin derketin banê malê û her du jî ketin xwarê û jiyana xwe ji dest dan.
Li taxa Karşiyakaya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Cumalî û Yildiz Tekîn ên xwişk û bira ji bo kovika antenê televîzyonê rast bikin derketin ser banê malê. Herdu xwişk û bira ji ser ban de ketin xwarê û li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dan. Cenazeyê herduyan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê û piştî otopsiyê cenaze li Goristana Karşiyakayê hatin veşartin.