AMED - Li ser cadeyeke navçeya Peyasê cewrikek şewitî hat dîtin.
Welatiyan, li ser Cadeya Nazim Hikmet a navçeya Peyas a Amedê cewrikekî hatibû şewitandin dîtin. Welatiyan ev hovitî bi kamerayên telefonan kişandin û bi parvekirina medya civakî bertek nîşanî vê hovîtiyê dan. Welatiyan xwest ku kesên bi îşkenceyê cewrik qetilkirine bên dîtin.