Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin

img

NAVENDA NÛÇEYAN - Nivîskar û rojnamegerên kurd ên bi Komîsyona Ziman a HDP’ê re hatin gel hev, derbarê polîtîkayên HDP’ê yên kurdî de rexneyên xwe anîn ziman û ji bo geşkirina zimanê kurdî hin pêşniyazan kirin. 

 
Tora Ziman û Çanda Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî, di 21’ê Sibatê Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê de li Amedê bi beşdariya partî û tevgerên siyasî yên kurdan, bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û pê perwerde bê dayîn, kampanya îmzeyan dan destpêkirin. Ji vê rojê ve hem bi online hem jî bi dest îmze tên berhevkirin. Lê mixabin li gel ku bi milyonan kurd hene jî îmzeyên ku bi awayekî online hatine berhevkirin hê 20 hezarî derbas nekirine. 
 
Ev encam dikare bi du awayan bê şîrovekirin; ya rêbaza ku hatiye destpêkirin şaş e û kurd xwe nagihîninê ya jî xebatên ku ji bo îmzeyên tên meşandin kêm in û encama ku tê xwestin nayê bidestxistin. Divê li ser van herdu şîroveyan jî bê rawestandin û heke pêwîst bike ji bo kampanyayê rêbazên cuda bên ceribandin û ji bo encama tê xwestin bê bidestxistin, xebatên ku ji bo kampanyayê bên kontrolkirin û bên zêdekirin. 
 
Ji bo vê jî peywira mezin dikeve ser milê partiyên siyasî ku di vê kampanyayê de cih digirin. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî yek ji van partiyan e. Lê ji ber nêzikbûna wê ya li hemberî kurdî di demên dawîn de hin rexne li HDP’ê dihatin kirin. Bi armanca ku pêşî li van rexneyan bigire û ji bo kurdî polîtîkayeke duristtir bimeşîne, HDP di nav hewldanan de ye. 
 
KOMÎSYONA ZIMAN
 
Ji bo vê yekê HDP’ê weke destpêkê Komîsyona Ziman ava kiriye. Piştgirî û meşandina xebatên kampanya ji bo zimanê kurdî hatiye destpêkirin jî di nav de komîsyon nexşerêyek daniye pêşiya xwe. Li gorî vê nexşerêyê; destpêkê di meha sibatê de perwerdeya bi kurdî ya navxweyî da destpêkirin û hevserokên giştî û parlamenterên wê jî di nav de niha 500 kes li rêxistinên HDP’ê perwerdeya bi kurdî dibînin. 
 
HEVDÎTINÊN BI NIVÎSKAR Û ROJNAMEGERAN RE
 
Herî dawî jî bo kêmasî û şaşiyên xwe yên di vê derbarê de derbas bike HDP’ê xebateke din da destpêkirin. Di vê xebatê de HDP’ê li bajaran bi nivîskar û rojnamegerên kurd re tê gel hev û li ser xebatên ziman şêwreyê dikin. Parlamenterên ku di Komîsyona Ziman a HDP’ê de cih digirin, hefteya borî bi Wanê vê xebata xwe dan destpêkirin û bi nivîskar, weşanger û rojnamegerên kurd re di "Civîna Şêwrê" de hatin gel hev. 
 
DAXWAZA ALÎKARIYÊ
 
Duh jî Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Ji Çapemeniyê Berpirsiyar Tayîp Temel ku bi salan di nav xebatên çapameniyê yên kurdî de cih girtiye û parlamenterên HDP’ê Îmam Taşçier, Dersim Dag, Pero Dundar û Nejdet Îpekyuz, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê Omer Onen, li Amedê bi nivîskar, weşanger û rojnamegerên kurd ên ji Amed, Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Rihayê re di "Civîna Şêwrê" de hatin gel hev û rexne û pêşniyazên ji bo kurdî yên li partiya xwe guhdar kirin. 
 
Di destpêka civînê de Tayîp Temel, têkildarî armanca civîna wan a bi nivîskar û rojnamegeran re aşkera kir û bal kişand ser zextên ji ber kurdeyatiyê li civaka kurd tê kirin. Temel kêmasiyên partiyên wan ên ji bo kurdî qebûl kir û xwest ku di vê derbarê beşdar kêmasiyên ku dibînin rasterast ji wan re ragihînin û ji bo ev kêmasî ji holê werin rakirin ji wan re bibin alîkar.
 
REXNEYÊN LI HDP’Ê
 
Piştî axaftina Temel civîn ji çapameniyê re hat girtin û nivîskar û rojnamegeran di civînê de mafê axaftinê girtin. Bi destpêkirina axaftina nivîskar û rojnamegeran re parlamenterên beşdar pêşniyazên ku hatin kirin yek bi yek nîşe girtin. Nivîskar û rojnamegerên ku mafê axaftinê girtin, destnîşan kirin ku HDP di mijara ziman de kêm dîmîne û tişta jê tê xwestin û hêvîkirin nabersivîne. Weke mînak gotin ku axaftinên HDP’iyan bi pranî tirkî ne, xebatên HDP’ê bi tirkî ne û yên bi kurdî jî werger in.
 
PÊŞNIYAZÊN HATIN KIRIN
 
Piştî van rexneyan pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin ku hê zêdetir girîngiyê bide kurdî û ji bo kurdî derfetan bi afirîne. Xebatên xwe yên li Kurdistanê bi kurdî bike û kurdî li vir bike zimanê yekemîn û derveyî bajarên Kurdistanê jî kurdî ji bîr neke! Ji bo kampanya ku hatiye destpêkirin jî pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin ku ji bilî xebatên li welat bike xeteke dîplomasiyê ava bike û zimanê kurdî li saziyên navneteweyî jî bike rojev.
 
Ji bo li welat jî peşniyaz li HDP’ê hatin kirin ku kampanya hatiye destpêkirin mezintir bike. Nivîskarên kurd jî daxwaz kirin ku ji bo berbelavbûn û danasîna berhemên wan xebatên qanûnî bimeşîne. 
 
Piştî rexne û pêşniyazên ku hatin kirin endamên Komîsyona Ziman a HDP’ê Îmam Taşçier û Dersim Dag jî mafê axaftinê girtin û têkildarî xebatên komisyona wan agahî dan û destnîşan kirin ku wê hemû rexne û pêşniyazên hatine kirin li ber çav bigirin û li gorî van rexne û pêşniyazan teşe bidine xebatên xwe yên dema pêş. 
 
Komîsyona Ziman a HDP'ê ragihand ku wê "Civînên Şêwrê" yên li gel nivîskar, weşanger û rojnamegeran berdewam bikin.  
 
MA / Kadrî Esen
 

Sernavên din

15/03/2021
15:33 EMEP'ê ji Gola Çeto bang kirin: Hemû projeyan betal bikin
15:27 Li Riha, Çewlig, Wan û Êlihê bangên beşdariya Newrozê hatin kirin
15:19 Parêzerên Ocalan serlêdana hevdîtina lezgîn kirin
14:49 Li Mêrsînê banga beşdariya Newrozê hat kirin
14:29 Li Girtîgeha Meraşê zextên sîstematîk li girtiyan tê kirin
14:28 HDP'ê Yilmaz ê li girtîgehê mir ji Wezîrê Dadê pirsî
14:20 Ji ber tevlî daxuyaniyên partiya xwe bû 6 sal ceza lê hat birîn
14:09 Ji parêzerên Ocalan daxuyanî
14:04 Li Colemêrgê starta Newrozê hat dayîn
13:59 Polisan rêveberê DBP’ê binçav kirin
13:55 Zarokê ku polîsan maşîne lê xistibû mir
13:55 Li xebatkarê çapemeniyê yê HDP’ê ku hatibû revandin dan û gef lê xwarin
13:16 Polîsan Emîne Şenyaşar binçav kir
12:46 Piştî biryara DMME’yê danişîna ewili ya Demîrtaş sibê tê lidarxistin
12:39 Tirkiye li ser gel şerê avê dimeşîne
11:32 Ji bo kurdî rexne û pêşniyaz li HDP’ê hatin kirin
11:13 Li Rihayê cenazeyê jinekê hat dîtin
11:09 ‘Newroza li Kadîfekaleyê mîrateya zarokên me ye’
11:00 Malbata Şenyaşar ji bo çalakiya xwe banga piştgiriyê kir
10:22 Operasyona eskerî ya li Licê bi dawî bû
09:22 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 109'emîn de didome
09:22 Rayedarên HDP’ê banga beşdariya Newrozê li xelkê kirin
09:21 Rojnameger Oktay qala Nisebîne kir: Ez bûm şahidê zilm û berxwedanê
09:21 Zarok ji tirsa di mal de ye û îstîsmarkar li derve ye!
09:20 Ji bo Newroza Wanê bang: Em bi ruhê berxwedana Newroza 2008’an beşdar bibin
09:19 Herêma Egeyê ji bo Newrozê amade ye
09:06 Newroza Stenbolê ji hezaran gihîşt bi milyonan
09:05 Şahidê Newroza Nisêbînê ya 1992’yan: Hêj ew hovîtî li ber çavê min e
09:00 ROJEVA 15'Ê ADARA 2021'AN
14/03/2021
20:08 68 kesên din jî bi Kovîd-19'ê mirin
18:56 Serokên baroyên 14 bajaran: Bila daxwazên girtiyan werin qebûlkirin
18:41 Komeleya Wêjekarên Kurd kongreya xwe ya ewil li dar xist
17:43 Derbarê Ozturk de lêpirsîn hat destpêkirin
16:53 Qerenfîl avêtin Çemê Dîcleyê û xebatkarên tenduristiyê bi bîr anîn
15:07 Komisyona Ziman a HDP bi nivîskar û rojnamegerên Kurd re civîya
15:07 Girtiyê nexweş Yilmaz jiyana xwe ji dest da
14:32 Li Mêrdînê banga tevlibûna Newrozê
13:25 Kovara Zrîng bi berga 'Bijî Newroz' derket
13:20 Zêmarên Emîne Şenyaşar li avahiya edliyê deng vedan
12:24 Li Londonê jin ji bo Everard daketin kolanan
12:15 Xebata Îtîfaqa Kurdistanî biryara 'Komîsyona Hevpar' girt
11:55 Di ser qedexeya Şirnexê de 5 sal derbas bûn: Dewletê kurê min kuşt
11:38 Di sala 5’emîn de doza Nisêbînê: Girtiyan têkoşîna heysiyetê nîşan dan
11:37 Cerdevan tecawizî jinek astengdar kir
09:23 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 108'emîn de ye
09:08 Rêgeha masîpankan ji qirêjiyê xalî nabe
09:08 Bi tazmînata ku bi dest xist ji bo jinan xerc kir
09:07 Hestiyê girtiyê nexweş roj bi roj dihile
09:04 Jinên ku her sal Newrozê pîroz dikin: Wê agirê Newrozê netefe
09:03 Malbata Elefterîa Newroza gelê kurd pîroz kir
09:02 Ew evîndara Newrozê ye
09:02 Gulum: Têkoşîna jinê êdî pir xurt e, AKP nikare bi ser bikeve
09:01 Hunermendên Edenê: Bi ruhê Newroza 90'î em dakevin qadan
09:00 ROJEVA 14'Ê ADARA 2021'AN
08:57 Gelê Wanê dê di 21'ê Adarê de Newrozê pîroz bikin
08:07 Dayikên Aştiyê agirê Newrozê li Stenbolê geş kirin
13/03/2021
20:14 Îro 15 hezar û 82 kes bi Covîd-19'ê ketin
16:55 Komeleyên Dersimiyan HES û bendav şermezar kirin
16:41 Li Wanê projeya ‘Em tundiyê frên dikin’
16:28 KESK: Kesên hatin îxrackirin bila vegerin ser karê xwe
16:05 Wekîlê HDP'ê Turan: Tifaqa Cumhur li Garê şikest
15:22 Di çalakiya ‘Rûniştina F’ de berdana girtiyê nexweş Aktaş hat xwestin
15:12 Newroza Wanê dê li qûntarên kelehê bê lidarxistin
14:58 Li Licê operasyona eskerî hat destpêkirin
14:46 Ji bo kedkarên tenduristiyê yên jiyana xwe ji dest dane qurnefîl avêtin behrê
14:45 ÎHD: Girtiya nexweş Ozbay berdin
14:28 Girtiyê nexweş ê 65 salî nikare bi tenê bijî
13:58 Dayikên Şemiyê aqûmeta Mirze Ateş pirsîn
13:57 Ji bo pênaberê hat xwestin bê dersînorkirin serî li AYM’ê dan
13:53 Li Amedê yekemîn agirê Newrozê hat pêxistin
13:24 HDK deklerasyona Newrozê aşkere kir
12:53 Emîne Şenyaşar: Ger edalet di binê beton de be, ez ê ji wir derxînim
12:51 Komîsyona Dîplomasiya Jinan a HDP'ê bi jinên Filîstinî re civîyan
12:33 Cemal Temîzoz got me kuştiye lê kujer nayên cezakirin
12:00 Dayika Kaya li ser wesiyeta xwe li rex kurê xwe hat definkirin
11:59 ‘Ji bo kurdî em li deriyê her malê bidin’
11:45 Wekilê HDP'ê Paylan: Hûn çima ser hestiyên Ermeniyan beton dikin?
10:56 Gurmez: Qedexeya li dijî Xwebûnê qebûlnekirina kurdî ye
10:33 Girtiyên siyasî xistin nava girtiyên edlî
09:59 Girtiyê nexweşê giran Ahmet Karaş ê 81 salî 10 meh in girtiye
09:49 'Em bi ruhê Kawayê hemdem Mazlum Newrozê pîroz bikin'
09:48 Li Mûglayê cînayeta jinê
09:01 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 107'emîn de ye
09:01 Wêneyên pîrozbahiyên Newrozê
09:01 Di 26 salan de 5 caran ketiye greva birçîbûnê
09:01 Lewhe, saet û stran sûc hatine hesibandin
09:01 Bijîşk Ozturk: Em dizanin a ku me dikuje tenê ne vîrus e
09:01 Li Geverê piştî qedexeyan kes nemaye ku nehatiye darizandin!
09:01 5 sal in li hestiyên zarokên xwe digerin
09:00 ROJEVA 13'Ê ADARA 20221'Ê
12/03/2021
21:29 Li Çêrmûgê ji bo erdan şer kirin: Kesek mir
21:05 14 hezar û 941 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin
17:35 Dadgehê daxwazên parêzerên malbata Şenyaşarê red kirin
16:58 AKP’î û cerdevan li pêş avahiya HDP’ê ne
16:16 Wê ji nû ve doza Leyla Aydemîr bê dîtin: Danişîna destpêkê di 28’ê Gulanê de ye
16:06 Dayika Kaya jiyana xwe ji dest da
16:06 Li Girtîgeha Şirnexê pirtûkên kurdî hatin desteserkirin!
16:06 Bi hezaran li dijî komkujiya Gazî meşiyan
15:51 Pasûr bi berfê xemilî
15:42 Mezlûm Ebdî: Serhildana Qamişlo bi Rêveberiya Xweser tacîdar bû