Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye

img

STENBOL - Di Newroza 2012'an de ku li Qada Kizliçeşme ya Stenbolê hatibû pîrozkirin, polîsan êriş biribû ser pîrozbahiyê û di vê êrişê de Haci Zengîn jiyana xwe ji dest dabû. Keça wî Eylem Zengîn Ayata, anî ziman ku Newroz ji bo malbata wan ne roja şînê, roja berxwedanê ye. 

Di 18'ê Adara 2012'an de li Qada Kizliçeşme ya Stenbolê Newroz hatibû pîrozkirin. Lê belê polîsan êrîş biribû ser pîrozbahiyê û di êrîşa polîsan de Rêvebirê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) a Navçeya Arnavûtkoyê Haci Zengîn jiyana xwe ji dest dabû. Piştî vê Dozgeriya Komarê ya Stenbolê lêpirsîn dabû destpêkirin, lê belê di sala 2015'an de biryara "neşopandinê" hatibû dayîn. 
 
Newroza ku dê îsal di 20'ê Adarê de li Qada Yenîkapiyê ya Stenbolê bê pîrozkirin dê Zengîn û kesên din ên di pîrozbahiyên Newrozê de jiyana xwe ji dest dane bên bibîranîn. 
 
Keça Zengîn, Eylem Zengîn Ayata ku di sala 2016'an de Fakulteya Hiqûqê kuta kiriye, piştî ku bûye parêzer ewilî daxilî nav dosyeya bavê xwe bûye. Ayata, destnîşan kir ku Newroz ji bo malbata wan ne roja şînê, roja berxwedanê ye. 
 
BÊRÎKIRIN
 
Ayata, anî ziman ku 9 sal derbas bûne û di vî 9 salî de gelek tişt guherîne û got: "Min û xwişk û birayên xwe dibistan qedand û me dest bi kar kir. Em zewicîn, zarokên me çêbûn. Her yek ji me çû bajrekî din. Lê dîsa jî me nebûna bavê xwe pir hîs kir. Bavê min, zarokên me nas nekirin. Nehat merasîma me ya mezûniyetê. Me dixwest em gelek tiştan pê re parve bikin." 
 
TÊKOŞÎNA DI WARÊ HIQÛQÎ DE Û NEWROZ 
 
Ayata, diyar kir ku gava bavê wê jiyana xwe ji dest da hê ew di pola yekê ya Fakulteya Hiqûqê de bûye û çawa zanîngeh kuta kiriye daxilî dosyeyê bûye û mudaxileyî pêvajoya hiqûqî kiriye. Ayata, destnîşan kir ku li gelê lêgerîna di warê hiqûqî de têkoşîna ku bavê wê di oxira wê de jiyana xwe ji dest daye jî domandiye û her tim xwestiye tiştekî li wê têkoşînê zêde bike. Ayata got: "Em dixwazin kiryar bên cezakirin hem jî em dixwazin feraseta rûxîner a îqtidarê bi dawî bibe." 
 
WATEYEKE BI HEZARAN SAL 
 
Ayata, anî ziman ku Newroz ji bo gelê kurd sembola berxwedan û serîhildanê ye û çendî ku bi hezaran sal derbas bûne, hîn jî vê wateya xwe diparêze û got: "Di mîtolojiya kurdî de, bi serketina berxwedana Kawayê Hesinkar re bihar tê. Di dîroka me ya nêz de Mazlûm Dogan, Destana Kawayê Hesinkar bi ruh û can kir û wateyeke siyasî lê bar kir. Niha jî Newroz wateya xwe ya berxwedan û têkoşînê didomîne." 
 
NE ŞÎN, ROJA BERXWEDANÊ YE 
 
Ayata, destnîşan kir ku çendî ku bavê wê di roja Newrozê de jiyana xwe ji dest dabe jî, lê belê ev roj ji bo wan ne roja şînê, roja berxwedanê ye û wê bi coşeke mezin pêşwazî dikin. Ayata got: "Te dît gava merivekî mirov jiyana xwe ji dest bide, wan bi dilekî şewat bibîr tîne, lê em bi coşeke mezin bibîr tînin. Çendî ku bavê min wê rojê jiyana xwe ji dest dabe jî, Newroz ne ji bo min ne jî ji bo malbata min nebû roja şînê. Berevajî, li bara me bi jiyana bavê min wateyeke din lê bar bû." 
 
BANGAWAZΠ
 
Ayata,di dawiya axaftina xwe de ji bo Newrozê bang li her kesî kir û got: "Li dijî hemû tepisandinan û tahdeyan bang li her kesî dikim ku xwedî li coşa Newrozê derkeve." 
 
MA / Îdrîs Sayilgan

Sernavên din

17/03/2021
19:01 Serdozgerê Dadgeha Bilind ji bo HDP'ê bê girtin serî li AYM'ê da
17:20 Li Amedê mirina jinekê ya bi guman
17:04 Ji bo tecrîda li ser Ocalan rabe bang li CPT û NY kirin
16:55 Ji bo Newroza Sêrt, Mêrsînê û Antalyayê destûr hat dayîn
16:51 Dîroka Newroza Bazîdê hat guhertin
16:37 Malbata Şenyaşar bi Walîtiyê Rihayê re hevdîtin kir
16:35 Gergerlîoglu: Ez biryarê nas nakim
16:32 Ji bo pîrozbahiyên Newrozê bang hatin kirin
16:01 Li Sînopê zilamekî jinekê giran birîndar kir
15:44 Parlamenterê berê yê AKP’ê ji ber dûrişm berz kir ji Lîjneya Giştî ya Meclisê hat derxistin
15:43 Doza nûçegihanê ETHA’yê hat taloqkirin
15:33 Beştaş: Biryara Gergerlîoglû siyasî ye
15:21 Bîden: Pûtîn kujer e
15:19 Parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin
15:13 Li dijî zeyendperestiyê kampanya: Hay ji gotinên xwe hebe
15:10 Li Qoserê wê Newroz di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin
15:03 5 ESP’î di danişîna ewil de hatin berdan
14:45 Cezayê pereyan li rojnamevan Demîrhan hat birîn
14:39 Wan xwe ji bo Newroza bi heybet amade dike
14:37 Olûç: Bêwijdanî li Malbata Şenyaşar tê kirin
14:15 Kelemçeyên elektronîk tên şikandin
13:53 Tecrîd bi çalakiya rûniştinê hat şermezarkirin
13:49 Ji Aydinê peyama Newrozê: Di her şertî de em ê pîroz bikin
13:18 Qoser û Nisêbîn ji Newrozê re amade ne
12:44 Dadgehê 8 sal ceza li Hevşaredarê Kopê birî
12:34 Di êrişa Amerîkayê de 6 jê jin 8 kesan jiyana xwe ji dest da
12:19 Ji siyasetvanan bang: Pêwîste tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
11:55 Efrîn kirin warê DAIŞ'ê
11:41 Mehmet Ocalan: Nexwe tiştek tune ye bila hevdîtin pêk were
11:40 ‘Em bibin perçeyek ji agir û biherikin qadên Newrozê’
10:48 Hasan Tûnçlar ê keça xwe îstismar kir hat girtin
10:38 KESK dê ji Stenbolê bimeşe Enqereyê
09:49 Di rojnameyan de Newroz: Çapemeniya kurd li gel, medya tirk jî li dewletê nihêrî
09:42 Bi salan e kiras û fîstanên Newrozê didirû
09:13 Romaneke dîrokî ku xwe dispêre bûyereke rast: Ezemşêr
09:07 Newroza Amedê ji salên 1990'î heta niha bû dîrok
09:07 Koma 23'yemîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt
09:07 Dayika Zulkuf Gezen: Divê tavilê hevdîtin bi Serokê me re were kirin
09:07 Ji ber tahdeya di dema Newroza 2008'an de serî li DMME'yê da
09:07 ‘Em li Qada Gundogdûyê bi hev re govendê bigerînin'
09:07 Nivîskar Yilmaz: Newroz cejna gelan e
09:07 Bangawaziya ji bo Ocalan: Tavilê divê hevdîtin bên kirin
09:07 Kesên kampanyaya ziman îmze kirin: Berpirsiyarî ya me hemûya ye
09:07 Beriya Newrozê eleqeya ji bo kincên herêmî zêde bûye
09:07 Rojnamevan Balikçi: Newroza Cizîrê ji bîra min naçe
09:00 ROJEVA 17'Ê ADARA 2021'AN
08:43 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan hat veşartin
16/03/2021
23:01 Li Qoserê agirê Newrozê
21:12 Bi govend û tilîliyan Newrozê pîroz kirin
20:31 71 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
20:26 Daxuyaniya Serdozgeriya Bûrsayê ya derbarê Ocalan de
16:49 Ji 27’ê nîsana 2020’an ve ji Îmraliyê agahî nîne
16:37 Ji bo Newrozê serdana 4 navçeyan kirin
16:36 Dayikên Aştiyê serdana Buroya Hiqûqê ya Sedsalê kirin
16:11 Doza sereke ya Demîrtaş hat taloqkirin
15:51 Cenazeyê Demîr piştî 6 mehan radestî malbata wî hat kirin
15:46 Haci Zengîn li ser gora xwe hat bibîranîn
15:41 Komkujiya Helebce sedema yekîtiya Kurdan e
15:30 Ji bo Newroza Tekîrdagê destûr hat dayîn
15:26 Sancar: Divê xwedî li deklarasyona Abdullah Ocalan were derketin
14:56 Gotinên Demîrtaş mohra xwe li dozê dan: Danişîna min taloqî tîrmeha 2023’yan bikin
14:49 Ji bo xizmeta tenduristiyê daxwaza zimanê zikmakî
14:47 Koordînasyona Saziyên Demokratîk: Divê tavilê bi Ocalan re hevdîtin were kirin
14:43 Li Cizîrê starta Newrozê bi pêxistina agir hat dayîn
14:21 Li bavê Rozerîn Çûkûr ku li Sûrê hat kuştin ceza birîn
13:50 Li Girtîgeha Tîpa D a Amedê qedexeya hevdîtinê
13:27 Li Stenbol û Îzmîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin
13:19 Ocalan ê HDP’î serî li Wezareta Dadê da: Bila fikar bên derbaskirin
13:05 33 sal in bêhna sêvan ji Helebceyê neçûye!
13:03 Dozgerê bi Şenyaşaran re hevdîtinê nake, baxçeyê edliyeyê qedexe kir
12:59 Parêzeran Ocalan ji bo hevdîtinê ji nû ve serlêdan kirin
12:31 Komxebata Tifaqa Kurdistanî: Komkujiya Helebceyê îro jî berdewam dike
12:17 Mifteya Aştiyê di nameya Ocalan de veşartî ye
11:48 Hêj bersiva serlêdana parêzerên Ocalan nehatiye dayîn
11:46 Gunay: Angaşt encama tecrîdê ne, divê fikar bên derbaskirin
11:37 Doza Demîrtaş bi îtîraza biryara DMME’yê dest pê kir
11:02 Bêrîvan Cizîrî qala Newroza 1992’yan kir: Berxwedanê ruhê Newrozê geş kir
11:01 Li herêma Bestayê cerdevanan bi deh hezaran dar birîn
10:38 Zilamê keça xwe tacîz kir hat binçavkirin
10:23 Li sînor cenazeye qerisî hat dîtin
10:11 Hevserokê KCD’ê Ozturk: Navê vê erdnîgariyê Kurdistan e
10:06 Gergerlîoglu: Ez ê li meclîsê li ber xwe bidin û naqetim
09:55 Gelo kî hawara Emîne Şenyaşar dibihîze?
09:07 Çalakiya greva birçîbûnê di roja 110'emîn de didome
09:07 Keça Haci Zengîn: Newroz ji bo me ne roja şînê, roja berxwedanê ye
09:07 Schuller: Rakirina tecrîdê bivê nevê ye
09:07 Kurd berbayî lîstika dewletê neketin: Ne 'Nevruz', Newrozê pîroz dikin
09:07 Paylan: Îqtidar wê di nêz de topavêtina xwe aşkere bike
09:07 Bi ruhê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve
09:01 Wan li benda roja Newrozê ye
09:01 Li Cizîrê jin çima çarikên reş li xwe dikin?
09:01 Ji ber qedexeyên zozanan sewalên xwe difiroşe
09:00 ROJEVA 16'Ê ADARA 2021'AN
15/03/2021
20:56 Li Stenbolê agirê Newrozê hat vêxistin
20:49 63 kesên din jî ji ber Covîd-19'ê mirin
17:09 Li Xalfetî û Amarayê dorpêça Newrozê
16:29 Emîne Şenyaşar serbest hat berdan
16:27 Giliyê dozgerê operasyona MEBYA-DER’ê birêve biriye ji HSK'ê re hat kirin
15:54 Yilmaz ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da li gundê wî defin kirin
15:38 Mehmet Ocalan: Em bi fikar in