ENQERE - Rêveberên HDP’ê di çarçoveya kapmanyaya “Em HDP ne, li her derê ne” di serî de li Amedê li herêmên Serhed û Çûkûrovayê di meha îlonê de serdana hezar û 653 gundan kirine.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya bernameya kampanyaya “Em HDP’yî ne li her derê ne” di meha îlonê de li herêmên wek Amed, Serhed û Çûkûrovayê serdana hezar û 653 gundan kirine û li pirsgirêkên xelkê guhdar kirine. Şandeyên HDP’ê ku ji rêveberên bajarokan bigire heta rêveberên navendê, hevşaredar, endamên meclîsên şaredariyan, endamên meclîsên giştî yên bajaran, endamên Meclîsa Jinan û parlamenter pêk tên, serdana gundan kirine. Li gundan serdana malbatan hatiye kirin û bi gundiyan re civîn li dar xistine û li daxwaz, rexne, pêşniyaz û pirsgirêkên gel guhdar kirine.