Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye

  • jin
  • 09:11 8 Cotmeh 2024
  • |

STENBOL-  Siyasetmedar Besîme Koncayê diyar kir ku Abdullah Ocalan yekem rewşenbîr û rêber ku banga şoreşa jinê kirite û got ku ji ber ku têkoşîna jinan a li ser esasê paradîgmaya azadîxwaz wekî tehdîd tê dîtin, êriş zêde bûne.

Komploya navneteweyî ya ku dema Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê derket hat destpêkirin, sala xwe ya 25'an temam kir. Paradîgmaya "Jinên azadîxwaz, demokratîk û ekolojîk" a ji aliyê Abdullah Ocalan ve li Girtîgeha Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Îmraliyê hat pêşxistin, bû îdeolojiya bingehîn a têkoşîna azadiya jinê. Paradîgmaya Abdullah Ocalan a ku bi perspektîf û pêşniyazên çareseriyê yên di sedsala 21'emîn de balê dikişîne û di têkoşîna jinên kurd de xwedî cihekî girîng e, îro di rojeva tevgerên jinan ên din ên cîhanê de jî cih digire.
 
Di salvegera komploya navneteweyî de em bi siyasetmedar Besîme Konca re li ser têkoşîna jinê û bandorên paradîgmaya “azadîxwaz" axivîn. 
 
KODÊN DAMEZRÎNER ÊN PERGALA SERDEST
 
Koncayê diyar kir ku piştî salên 2000'î tevgerên jinan ên li cîhanê gerdûnî bûne û got ku ev têkoşîn bi salan tenê li ser nasnameya jin û mêr hat pênasekirin û ev jî rê li ber hin zor û zehmetiyan vekir. Koncayê got: “Lê belê 5 hezar sal, belkî zêdetir, li ser nasname, beden, ruh, hest û ramana jinê civakbûneke pir cidî hatiye avakirin. A rast, jinê di wê rewşa rûxandî de têkoşîna xwe meşand. Civakîtiya ku di nasname, laş, fikir û çalakiya wö de hatiye avakirin, belkî demekê nehat dîtin. Sîstema dewleta serdest a mêr, nasnameya jinê weki şêwazê fikir û îdeolojiyê ya li dijî bedena wê ava kir. Jinan hewl dan ku di van wêraniyan de hebûna xwe bidin der û ji xwe re cihekî ewle ava bikin."
 
JANDÎKAPÊN TÊKOŞÎNÊ
 
Koncayê destnîşan kir ku têkoşîna jinê bi kedeke mezin heta roja îro hatiye û got: “5 hezar sal in li dijî modernîteya kapîtalîst ku jinê kiriye amûr, têkoşîn tê meşandin. Lê belê me nekarî bi têra xwe ragihînin ku têkoşîna jinê têkoşîneke civakî ye û hemû şêweyên kolonyal mekanîzmaya îstîsmara civakî ya olî, çandî, fizîkî, ruhî û hestiyar e. Tevgerên jinan ên li çar aliyê cîhanê hewl dan ku polîtîkaya bîrdozî, teoriya têkoşîna xwe biafirînin, lê nikaribûn wê bi heqîqeta civakî re bikin yek. Li şûna ku bi tevahî red bikin, têkoşîna 'Ez çawa dikarim bi ewle bijîm', 'Ez dikarim çend mafan bi dest bixim' di nava vê pergalê de hat dayîn û hin bedel hatin dayîn. Di qonaxa îro de ez dikarim bibêjim ku têkoşîna jinê zêdetir veguheriye têkoşîneke civakî."
 
BANDORA 'JIN JIYAN AZADÎ'
 
Koncayê da xuyakirin ku têkoşîna jinê demeke dirêj e li gorî encamên tundiyê dixwaze qadên xwe yên azadiyê biafirîne û got ku têkoşîna parçebûyî li hemberî îdeolojiyên dewletê yên bi sazûmaniyî têrê nake. Koncayê got: “Ji ber ku tundiya li ser jinê jinûve hatiye hilberandin û argumanên îdeolojîk û siyasî ji nû ve hatine afirandin û danîne pêşiya jinan. Ji ber vê sedemê têkoşîna jinê nebû yekpare. Lê em dikarin bibêjin ku di salên dawî de di têkoşîna jinan de hevpariyek heye. Mînaka vê ya herî berbiçav rastiya têkoşînê ye ku ji Îranê heta Hindistanê bi dirûşmeya 'Jin Jiyan Azadî' bûye gerdûnî. Yanî têkoşîna jinan a li Îranê û têkoşîna jinan a li Hindistanê bi awayekî têkoşîna jinên Afxanistan û Pakistanê kir yek."
 
PARADÎGMAYA ABDULLAH OCALAN
 
Koncayê destnîşan kir ku paradîgmaya azadiya jinê ya Abdullah Ocalan di têkoşîna jinan de tevkariyeke mezin kiriye û got: "Feelsefeya 'Jin, jiyan, azadî' bi tecrubeyên Tevgera Jinên Kurd a birêz Ocalan 50 sal in têdikoşe derket holê. Vê paradîgmayê di jinavbirina tundiya li ser jinê û veguherandina têkoşîna jinan a ber bi serkeftineke civakî de roleke girîng lîstiye. Bi taybetî jî biryara Rêbertiyê ya 'azadiya jinê azadiya civakê ye' li vir gelekî girîng e. Paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk a birêz Ocalan ji bo jin hem guhertina îdeolojîk pêk bînin, hem jî bi perspektîfek cuda li jiyanê binerin, xwe pênase bikin, civakê terîf bikin û rastiya zilam tehlîl bikin xwedî girîngiyeke jiyanî ye."
 
LI DIJÎ FERASETA MÊR XWEPARASTIN
 
Koncayê bal kişand ku Abdullah Ocalan bi paradîgmaya azadiya jinê li hemberî awayên tundiyên îdeolojîk û siyasî bi paradîgmaya azadiya jinê mekanîzmayên xweparastinê pêş xistiye û wiha got: “Jin îro di hemû sazî û dezgehan de li dijî zîhniyeta serdest a mêr xweparastina xwe pêş dixin. Meclisa jinê, partîbûn, artêşbûn û di heman demê de di qada perwerdehiyê de bi jineolojiyê bersiva modernîteya kapîtalîst dide. Li hemberî zîhniyeta mêrtiyê ya 5 hezar salî, jîneolojî dahûrandina gerdûnê, xwezayê, civakê û siberojê dike. Paradîgmaya azadiya jinê, ekolojîk û demokratîk a Abdullah Ocalan bi têkoşîna azadiya gelê kurd re pêş ket. Gotina Abdullah Ocalan a 'heta jin azad nebe civak azad nabe' ji bo çareseriya hemû krîzên civakî û têkoşîna jinan perspektîfeke çareseriyê ye. Têkoşîna ne azadîxwaz a jinan, êala lê dimîne û saziyên lê dimînin bi tena serê xwe nikarin bi êrişeke wiha sazûmankirî re bitêkoşin û bi ser bikevin. Di vî warî de tevgera jinên kurd di çarçoveya konfederalîzma jinê ya demokratîk de ji bo yekîtiya bi tevgerên jinan ên çar parçeyên cîhanê re li çar parçeyên cîhanê têdikoşe û li Ewropayê jî bi paradîgmaya azadiya jinê têkoşînê dide meşandin. Têkoşîna jinan a li ser esasê paradîgmaya azadiya jinê tê meşandin, gihaştiye wê astê ku ne tenê civak biguhere û mafê xwe bixwaze, divê pergala serdest a 5 hezar salî ya mêr jî were redkirin. Paradîgmaya azadiya jinê, nasnameya jinê ya ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve hatiye avakirin red kir, xwe bi giranî rexne kir, ji nû ve ava kir û ji tunebûnê afirand. Bi saya vê paradîgmayê îro jin ji nû ve afirîn û têkoşîna xwe dimeşînin.”
 
ISRARA DI TÊKOŞÎNA JINÊ DE
 
Koncayê bal kişand ser girîngiya israra Abdullah Ocalan a ji bo têkoşîna jinê û got: “Eger guhertin ji cihekî rast bê, wê refleksên wê pir xurt bibin û têgihiştina azadiyê ya rast pêş bikeve. Îro rejîm û desthilat ku rastiya vê têkoşînê dibînin êrişên giran li dijî jinên kurd dikin. Têkoşîna azadiyê ya tevgera jinên kurd bi Şoreşa Rojavayê re pêvajoyeke gerdûnîbûnê ya giran derbas kir. Tevî ku hemû cîhan li hember qirkirina DAIŞ’ê ya li dijî jinên kurd li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û jinên êzdî li Şengalê bêdeng ma, tevgera jinên kurd bi xweparastinê bersiv dan vê yekê."
 
RASTIYA LI ROJHILATA NAVÎN GUHERÎ
 
Koncayê destnîşan kir ku modernîteya demokratîk li dijî modernîteya kapîtalîst çareserî ye û got ku zihniyeta mêr a ku vê dibîne êrişên xwe yên li ser jinan li her derê zêde dike. Koncayê got: “Paradîgmaya azadiya jinê, ekolojik û demokratîk ya ku di nava gel û jinan de bû xwedî beramberiyek, li Rojhilata Navîn, Ewropa, Amerîkaya Latîn, Îran û Tirkiyeyê bûye sedema nêzîkatiyên zayendîparêz, olî û faşîst ên bi pêşengiya mêr. Mafên ku jinan bi berdêlên mezin bi dest xistibûn yek bi yek hatin desteserkirin. Girîng e ku were fêmkirin ku dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî' bi taybetî piştî kuştina Jîna Emînî li Îranê ewqasî watedar bûye. Çend hefte berê jinên Hindistanê bi kurdî vê dirûşmeyê berz kirin û navên jinên kurd ji xwe re dikin sembol. Ji ber ku wan ev hişmendî dît. Jin, jiyan û azadî îro daxwazên her kesî ne. Pirsgirêka azadî û jiyanê ne tenê daxwaza jinan, bûye pirsgirêka hemû civakê, çîn, nasname û gelên bindest."
 
Koncayê diyar kir ku paradîgmaya azadiya jinê di rola zayendî de jî guhertineke girîng afirandiye û wiha dewam kir: “Nêrîna jinê ya azadiyê, têgeha ‘malbat’ê pirsiyar kir û bi perspektîfeke zanistî rêgezên têkoşînê derxist holê ku ne tenê azadiya xwe dixwaze, di heman demê de azadiya her kesî dixwaze. Ji aliyê jineolojiyê ve tevgera jina kurd îro dikare bibe tevgera jinên cîhanê. Bi giştî ji heq rolên zayendî nehatiye derketin, lê heya radeyekê hatine şikandin. Guhertin û cudabûn di civakê de gihiştiye qonaxekê. Ev yek bi taybetî li Kurdistanê zû pêk hat.1
 
‘BIRÊZ OCALAN YEKEM KES E'
 
Dema ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê, ji bo têkoşîna jinan got “Projeyek min a neqediyayî bû” û bi vê bal kişand ser têkoşîna azadiya jinê. Abdullah Ocalan yekemîn rewşenbîr û rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye. Ev pir girîng e. Jinan di şoreşên cîhanê, têkoşîna rizgariya neteweyî û têkoşîna sosyalîzmê de kedên mezin dan. Lê dema ku em îro li sedsala 21’emîn dinêrin, tu ezmûnek di çareserkirina pirsgirêka jinan û pêşîgirtina li kuştina jinan de bi ser neketiye. Rêber Ocalan dema daxwaza azadiya gelê kurd dike, dibêje navenda bingehîn a civakê jin e. Dibêje ji ber ku edalet, hezkirin, civakbûn û rola jinê ya di azadiya jiyanê de xwedî roleke girîng e divê têkoşîna jinê bê meşandin û jin azad bibe. Birêz Ocalan di warê têkoşîneke giştî de dikare bibe yekemîn, rêberê ku azadiya jinê wekî azadiya xwe dibîne û dibe tevgereke ronakbîrî.”
 
MA / Esra Solîn Dal
 
 

Sernavên din

14:13 Bertek nîşanî toza ku ji kargeha kilsê belav dibe dan
13:55 Xwendekaran li Wanê komkujiyên jinan protesto kirin
13:54 Di doza Ozgur Gundemê de daxwaza ceza
13:10 Danişîna ewil a ‘Biaxive tu ji ku yî?’ hat lidarxistin
12:43 Besê Hozat bersiv da Bahçelî: Keremke Îmrali li wir e!
12:39 Hatîmogûllari: Êdî tehemûla me ya ji bo tenê kuştina yek jinê jî nema ye | HATE NÛKIRIN
11:16 Li Mêrdînê bi ser malan de girtin: Gelek kes hatin binçavkirin
10:53 Tundiya zilam: Lêdan, gef û êrişa zayendî
10:26 Ji AYM’ê biryara ‘binpêkirina mafê jiyanê’
10:12 Li Manîsayê winda bû, li Ûşakê cenazeyê wê hate dîtin
10:05 Erdogan got ‘armanc Tirkiye ye’: Meclis bi rojeva Îsraîlê dicive
09:51 Birayên ji hêla polîsan ve hatin derbkirin: Me tenê destûra lêgerînê xwest
09:46 Doza ku faîlê wê polîs e 8 sal in tê dirêjkirin
09:39 Ayhan ê bi Ocalan re rêwîtî kiribû: Ji bo mirovan bû hêvî
09:11 Girti Aslan: Girtiyên pîr û nexweş di hucreyên yek kesî de tên ragirtin
09:11 Konca: Abdullah Ocalan yekem rêber e ku banga şoreşa jinê kiriye
09:10 Rojnamevan Balekanî: Hilbijartina li Kurdistana Federe wê bandorê li tevahiya herêmê bike
09:08 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê jin di refên pêş de cih bigirin
09:06 Bavê Rojîn Kabaîş: Bila îdiaya wesayîta spî bê lêkolînkirin
09:04 Hevalê wî yê qawîşê mirina Kuday dît lê dozgeriyê nedît!
09:02 Li Şirnexê amadekariyên ‘Mitînga Azadiyê’: Gelê Botanê dê bi herike Amedê
09:00 ROJEVA 8'Ê COTMEHA 2024'AN
07/10/2024
20:17 Jin di têkoşînê de bi israr in: Em ji bo edalet û azadiyê li her derî ne
19:16 Hunermend Helîmê Omerî û Azad Bedran hatin binçavkirin
19:00 Banga ji bo Mîtînga azadiyê: Divê Amed ji bo aştiyê misyona xwe bilîze
18:41 11 roj in tu agahî ji Kabaîşê nayê girtin
15:39 Di çalakiya ‘Deng bide azadiyê de’ ji bo girtiyên nexweş bang
15:22 Komxebeta Tenduristiyê ya Girtîgehan: Girtiyên hatin berdan serpêhatiyên xwe vegotin
14:48 DFG’ê bang kir ku ‘Pêşî li qetilkirina rojnamevanan bê girtin’
14:26 Xwendekaran qetilkirina jinan protesto kirin
14:25 Rêveberên DEM Partiyê yên hatibûn binçavkirin hatin berdan
14:04 Pitika bi navê Sila ku êrişa zayendî lê hatibû kirin jiyana xwe ji dest da
13:55 KESK dê li dijî polîtîkayên aboriyê yên hikumetê dakeve qadan
13:02 Massimo D’Alema: Clînton li min geriya, got ‘Ocalan bidin Tirkiyeyê’
12:34 Bernameya ‘mitînga azadiyê’ diyar bû
12:29 Li Îzmîrê êrişî jinekê hate kirin: Bi giranî birîndar bû
11:42 Temellî: Li Tirkiyeyê şer tê gurkirin
10:56 Xebata madenê ya li Pîrejmanê zirarê dide xwezayê
10:38 MKG: Em ê xwedî li rojnamevaniya kurdî derkevin
10:30 Li Korta Kasorê nerazîbûna li dijî madenê: Em axa xwe nadin we
09:01 Sê meh piştî girtina bavê xwe hat dinê: 32 sal in bêhiqûqiya li ser bavê min didome
09:01 Li Wanê dema firotina guhîjan e
09:01 Banga ji bo ‘Mitînga Azadiyê’: Divê bi sedhezaran kes ji bo çareseriyê li Amedê bin
09:00 Emekçî: Rehenda hiqûqî ya komployê ji demboriyê re dihêlin
09:00 ROJEVA 7'Ê COTMEHA 2024'AN
08:39 Xwebûn bi manşeta 'Komplo ne rojek e, pêvajoyek e' derket
06/10/2024
21:44 Hunermendan qetilkirina jinan şermezar kir
21:23 Can: 26 sal in li Îmraliyê sansûrek bêmînak heye
21:00 Îsraîlê êrişî Sûriyeyê kir
20:52 Li Îranî seferên balafiran hatin betalkirin
18:39 TJA: Divê em ji bo ewlehiya xwe werin cem hev
17:33 ‘DAIŞ ket yên xwedî lê derketin jî wê bikevin'
17:10 Li Korta Kasorê nerazîbûna dijî madenê: 60 gund bi tinekirina avê re rû bi rû mane
16:16 Li navçeyên Amedê seferberiya ji bo 'Mitînga Azadiyê'
15:26 Li Amedê bertek nîşanî kuştina jinan dan
15:07 Ji Bakirhan daxuyaniya Destûra Bingehîn: Em ji muzakereyê re jî ji têkoşînê re jî hene
13:45 Çîçek: Binpêkirinên mafan ên li girtîgehan gefê li tenduristiya civakê dixwe
13:15 'Kobanê rûmeta me ye'
13:04 Konferansa Perwerdehiyê ya DEM Partiyê: Perwerdehiya bi zimanê zikmakî maf e
11:30 Çeteleya tundiyê ya meha îlonê: 30 jin û zarokek hatin qetilkirin
11:09 Stêrka Çapemeniya Azad: Gurbetellî Ersoz
10:10 Rojnamevan 8 meh in di hepsa 'malê' de ne: Lêpirsîn bi derengî tê xistin
09:51 Karamûs: Tecrîd pirsgirêka hemû Kurdistanê ye
09:12 Di şerekî herêmî yê gengaz de çi li benda kurdan û Kurdistanê ye?
09:01 Siyasetmedarên jin: Em di 13'ê Cotmehê de li dijî komployê biherikin Amedê
09:01 Tekîn ê ku 5 xizmên wî hatine girtin: Ya hatiye kirin zilm e
09:01 Piştî 40 salan vegeriya welatê xwe
09:00 Di pêvajoya komployê de girtîgeh: Çemberek ji agir çêbû
09:00 Li gel metirsiya mirinê li revîrê tê sekinandin: Bila were berdan
09:00 ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2024'AN
08:14 Îsraîlê êrişî Beyrûtê kir: Hejmara miriyan derket hezar û 181’an
05/10/2024
22:59 Jin daketin qadan: Em ê hesab bipirsin
19:54 Li Îzmîrê Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Avestayê hat vekirin
19:39 Li Stenbolê çalakiya 'Deng bide azadiyê':Wê komploger winda bikin
16:45 Li Sûrê çawişê pispor jina pê re zewicîbû qetil kir
16:28 Malbatên ji Lubnanê koç kirine li Serêkaniyê hatin bicihkirin
15:55 Ji Şaredariya Wanê xizmeta pirzimanî
15:25 Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê êrişên Tirkiyeyê şermezar kirin
15:10 Li sê bajaran banga hevpar: Bila girtiyên nexweş bên berdan
15:05 TTB’ê li Agiriyê nûnertî vekir
14:43 ‘Em ê ji bo azadiya zimanan di mitînga 13’ê cotmehê de bin’
14:25 Rapora MKG'ê: Tundiya li ser rojnamevanên jin didome
14:19 Xizmên windayan: Her du destên me dê li stûyê we ve bin
14:09 Aqûbeta Tekîn ê 29 sal berê hatiye windakirin hate pirsîn
12:56 Wezîrê Karên Derve yê Îranê serdana Şamê kir
12:46 Cenazeyên jinan ji ATK’ê hatin girtin
11:38 Dermankirina Nergîs Muhammedî tê astengkirin
11:21 Rojnamegera girtî ê nexweş ev 28 roj in girtina dermanan red dike
11:05 Civata li ser ‘Sansur û otosansur’ê: Mudaxile li filman tê kirin
10:58 Kabaîş ev 9 roj in winda ye: Lêgerîn li golê tên kirin
10:18 Komplo di sala 26'emîn de ye. Dixwazin Peymana Edeneyê berfireh bikin
10:00 Bi daxwaza ‘Azadiya Abdullah Ocalan’ xebat û çalakiyên nû
09:10 Dayikên Aştiyê: Em ji bo aştiyeke birûmet di azadiyê de israr dikin
09:09 Li zozanên Elkê amadekariyên zivistanê
09:08 Kevneşopiyeke hatiye jibîrkirin: Tahtî
09:00 ROJEVA 5'Ê COTMEHA 2024'AN
08:13 Şaredariya Wanê 'Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Navenda Lêkolînê' vedike
04/10/2024
19:46 Akarsel li gelek bajaran hat bibîranîn: Pêşengiya milyonan kir
19:39 Hevserokên HDP'î nehatin berdan
17:02 Ji ber piştevaniya bi Ozgur Gundemê re ceza li Ustunê birîn