* Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek û Baroya Şirnexê bi xebateke hevpar ji bo parêzeran dest bi perwerdehiya kurdî kirin.
* Di 5 salên dawî de bi hinceta "Rewşa Awarte," "pandemî" û "qedexeya walîtîyê" 40 caran cezayê pereyî li Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz hat birîn.
* Tûtinfiroşan diyar kirin ku divê Qanûna Tûtinê bê betalkirin û gotin: "Tekane çavkaniya debera me tûtin e. Ew jî here îja em ê çi bikin?"
* Parlementera HDP'ê Feleknas Ûca, destnîşan kir ku PDK bi liv û tevgerên xwe yên eskerî yên li hemberî Şengalê dixwaze "jiyana li ser asasê felsefeya civaka demokratîk hatiye avakirin ji holê rake."
* Nûsret Gullu, ragihand ku derbarê zabitayên ku li keça wê ya kaxezan berhev dike xistin tiştek nehatiye kirin û got: "Qereqolê zabita teşxîs nekirin. Ên li keça min xistin, wekî tiştekî nebûbe, bi rihetî ji qereqolê derketin çûn."
* Hişyar Ozsoyê HDP'î destnîşan kir ku AKP li Sûriyeyê tengijiye û got: "Heger di vê rola xwe ya rûxîner de israr bike, êdî dê rojên zehmetir li benda Tirkiyeyê bin."
* Malbata Şenyaşar wê çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê di roja 221'emîn de berdewam bike.
* Danişîna doza Endamê Desteya Rûmetê ya Bilind a TTB'ê Dr. Şeyhmus Gokalp wê li 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê were lidarxistin. (10.00)
* Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar wê li Amedê serdana Partiyên Tifaqa Kurdistanî û Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê bike. (11.00-14.30)
* Wê li gelek navendan salvegera 9'emîn a damezrandina HDP'ê were pîrozkirin. (11.00-19.00)
* Komîsyona Hiqûq û Mafê Mirovan a HDP'ê wê li otelek Taksîma Stenbolê têkidlarî Doza Kobanê ku di 18'ê cotmehê de were lidarxistin civîna çapemeniyê li dar bixe. (12.00)
* Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan wê di çarçoveya "Hevdîtinên budçeyê" de li Stenbolê serdana DÎSK'ê bike. (15.00)
* Danişîna Doza JÎTEM'ê ya Enqereyê wê li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê were lidarxistin. (14.00)
* Parêzerê malbata Dedeogullari Abdurrahman Karabulut wê li ofîsa xwe têkildarî geşedanên dawî yên li ser dosyeyê civîna çapemeniyê li dar bixe. (17.00)