Belgeyek nû derbarê kurdên Ahiskayê de: Geşta Zagurskiy (1872)

  • rojane
  • 09:12 16 Cotmeh 2021
  • |
img

NAVENDA NÛÇEYAN - Di geşta 1872'yan a Ahiskayê ya zimzanzanê rûs L. P. Zagurskiy de, behsa kurdan tê kirin. Di lêkolîna ku Dr. Îsmet Konak û lêkolîner Nîhat Oner kirin de, derbarê smaîlî, cûnûkî û zazayan de hurgiliyên girîng bi ber çavan dikevin. 

Geşta zimannasê rûs Zagurskiyê ya di 1872yan de li Ahiskaya Tîflîsê kiriye, derbarê kurdan de agahînî hêja di xwe de dihewîne. Zagurskiy, di vê geşta xwe de derbarê eşîrên kurdan ên li vira, derbarê baweriya wan û zimanê wan de agahîne girîng parve dike. Di geştê de behsa smaîlî, cûnûkî û zazayan tê kirin. Dr. Îsmet Konak û Nîhat Oner, lêkolîna xwe ya li ser belgeya rûsî bi Ajansa Mezopotamyayê re parve kirin. 
 
KURMANCÎ Û ZAZAKÎ
 
Nîşeyên geşta L. P. Zagurskiy, di sala 1873'yan de di kovara bi navê "Îzvestiya" de hatine weşandin. Zagurskiy, di rêwîtiya xwe de kurdên li Ahiskayê senifandine û pirsiye: "Gelo divê mirov kurdên Ahiskayê daxilî nav kîjan milê gelê kurd bike? Gelo mirov wan daxilî hêla Rojhilatê ya bi zaravayê kurmancî diaxive bike yan jî daxilî hêla Rojavayê ya bi zaravayê zazakî diaxive bike ku ev hêl ji bo zimannasan cihê balkişandinê ye?" Bê guman ev pirs, daneyeke kêrhatî ye ji bo binavkirina dînamîkên kurdî ku bê di dîrokê de çawa hatine binavkirin.
 
MELE YÛSÛF MOZDVEROGLÛ ALÎKARIYA WÎ DIKE
 
Ji ber ku Zagurskiy geşta xwe havînê kiriye, di warê xwegihandina kurdan de zehmetî kişandiye. Ji lew re kurd van çaxan berê xwe didin zozanan. Zimannasê rûs, ji ber vê diçe cem Waliyê Tîflîsê K. Î. Orlovskiy û amîrê mulkî yê uzeydê Ahiskayê M. Î. Nevtonov. Doza alîkariyê li wan dike. Lê yê aliyê wî dike kurdekî ji gundê Çoldayê ye. Mele Ûsiv Modzxêrî ku ji eşîra smaîliyan e, alîkariya Zagurskiy dike. Ji bo smaîliyan em di vî warî de li deriyê lêkolîner û çîrokbêj Ayhan Erkmenê ji eşîra smailiyan dixin. Erkmen, bilêv dike ku eşîra smaîliyan şaxeke eşîra mozdxêrîyan e û kalê wan ê mezin Mele Ûsiv di dawiya sedsala 19'an de koçî gundê Karatavûk ê Qersê kiriye û piştî wextekê jî zarokên wî hatine li Bazarcix a Dîgor a Qersê bi cî bûne û neviyên wî niha li vê derê ne. 
 
SMAÎLÎ Û CÛNÛKÎ
 
Zagurskiy, radigihîne ku kurdên Ahiskayê bi piranî li jora Çemê Kûrayê, li dor Çemê Ûrabelkayê û nêzî Şikefta Vardziyayê dijîn û têkildarî eşîran de jî van agahiyan radigihîne: "Kurdên Ahiskayê dibin du beş: Smaîlî û cûnûkî (A rast cûnkan. Peyva cûnkan, di asasê xwe de pirjimariya peyva cûnkiyê ye). Li Uzeydtê hin eşîrên kurd ên din jî hene. Mesela redkî, giyartûrî, celalî, kurdikî. Lê belê ev kurd bi piranî ji gûberniyaya Êrivanê ji bo şivantiyê hatine van deran. Lewma mirov nikare wan daxilî nav kategoriya şêniyên daîmî yên uyzedê bike." 
 
FERHENGEKE KURDÎ Û RÊZIMAN AMADE KIRIYE
 
Zimannas Zagurskiy, paşê di warê ziman û baweriya kurdan de hin malûmatan ji Mele Ûsiv werdigire. Zagurskiy, radigihîne ku kurdên Ahiskayê henefî ne û ji bo zimanê eşîran jî van malûmatan radigihîne: "Me teqez kir ku smaîlî û cûnûkî, bi kurmancî diaxivin. Smaîlî li gor cûnûkiyan bêtir ev zarava parastine. Cûnûkiyên ku li herêmeke belawela dimînin û dora wan bi komên turkî dorpêçkirî, ev zarava baş neparastine. Zimanê wan ê rojane, bi awayekî leksikolojîk di bin bandora tirkî de maye. Me bi piştgiriya Mele Ûsiv Modzxêrî ferhengeke kurmancî ya biçûk û pirtûkeke biçûk a rêzimanê amade kir. Em bi vî awayî leqayî formên zimên ên di tekstên Peter Lerchî de tune ne hatin. Li gor agahiyên ku me wergirtin, eşîra ku bi awayekî xwerû bi kurmancî diaxive, eşîra redkiyê ye ku li quntarên Çiyayê Agiriyê dijî. Zimanê redkiyan pir kêm di bin bandora tirkî û kurdî de maye. Her wiha li gor malûmatên li ber destê me, di nav sînorên rûsyayê de kurdên bi zazakî diaxivin tune ne." 
 
KURDÊN AHISKAYÊ DI 1944'AN DE HATIN SIRGÛNKIRIN
 
Kurdên Ahiskayê ku qismek wan koçî sînorên Osmaniyan kirin û qismek wan jî li hêla Rûsyayê man, di 1944'an de hatin sirgûnkirin. Di 14'ê Mijdara 1944'an de rêvebiriya Sovyetê piraniya kurd, tirk û hemşîniyên li bajarên Ahiska, Ahilkelek, Aspînza, Adîgun û Bogdanovkayê diman (tê texmînkirin ku 86 hezar kes bûne) sirgûnî Qazaxîstan, Qirgizîstan û Ozbekîstanê kirine. Smaîlî jî di nav van kurdan de bûne. Di vî warî de Ayhan Erkmen, van malûmatan radigihîne: "Piraniya kurdên li Ahiskayê di dema Stalîn de sirgûnî bajaroka Issik a Almataya Qazaxîstanê hatin kirin. Li vira, li dor gundê Karaseyê dimînin. Heya çend sal berê jî yek ji rûspiyên gund Mele Rizgo bû. Ew bi xwe neviyê Mele Alî ye. Yanî piştî ku Mele Ûsiv ji Çoldayê derket, meletî ji biraziyê xwe Alî re hişt." 
 
Çavkanî: Izvestiya Kavkazskogo Otdela Imperatorskogo Russkogo Geograficheskogo Obshchestva, Tom II, Tipografiya Gruzinskogo Izdatels'kogo Tovarishchestva, Tiflis 1894. s. 52-63. 
 
MA / Dîcle Muftuoglû

Sernavên din

19/10/2021
14:14 Tê xwestin ku tezkereya Iraq û Sûriyeyê 2 salên din jî bê dirêjkirin
13:31 Danişîna penaberê li GGM’ê bi tundiya polîs hat qetilkirin hat dîtin
13:20 HDP’ê têkildarî budçeyê serdana KESK’ê kir
13:17 Takor Zerdeşt: Li Başûr sivîl ji ber gaza kîmyewî dimirin hikûmet jî vedişêre
13:08 Doza Las Tesis ji bo biryarê hat taloqkirin
12:13 Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan
11:33 Çîftyurek: Şerê bi kurdan re dê Tirkiyeyê biçûk bike
11:31 Hozan Canê: Wê nikaribin bi cezayan hunermendan bitirsînin
11:01 Malbata Şenyaşar: Bila mirovahiya xwe di lêpirsînê re derbas bikin
10:43 Omer: Wê ji hevdîtinên Destûra Bingehîn a Sûriyê encam dernekeve
10:30 Windakirina nirxê TL didome
10:10 Ji bo Kavala sefîrên 10 welatan vexwendin Wezareta Karên Derve
09:10 Darizandin hat sekinandin, qeymeqamtiyê destûra lêpirsînê neda
09:09 Fêkiyeke kêmpeyda û çavkaniya şîfayê: Henap
09:07 'Qanûn li Antalyayê bi awayekî din e, li Şirnexê bi awayekî din e'
09:07 PDK bûye piyonê TSK'ê!
09:00 ROJEVA 19'Ê COTMEHA 2021'AN
18/10/2021
22:39 Cenazeyê Gîzlenç di bin dorpêça polîsan de hat veşartin
20:17 Şahidê Doza Kobanê Gokalp 15 rojan li TEM'ê hatiye sekinandin!
18:15 Partiya Azadiyê serdana HDP'ê kir
17:13 Nîvê şevê bi ser qawişan de girtin: Zarok gelek ditirsin
16:48 Bûldan: Gelo hûn ê bi pelçiqandina zarokên kurd pirsgirêkê çareser bikin?
16:46 Li Êlihê bertek nîşanî qedexeya konsera NÇM’ê dan
16:17 Dema binçavkirin şermezar dikirin hatin binçavkirin
16:12 Li Elkê salvegera damezrandina HDP'ê hat pîrozkirin
15:50 Li Mêrsînê jinek hat qetilkirin
15:40 Ji bo doza Komkujiya Pirsûsê banga beşdariyê kirin
15:38 3 sal û mehek ceza li Hozan Canê hat birîn
14:32 Midurê hilbijartinê ji tacîzê hat girtin
14:20 Jinan bersiva şideta polîsan da: Em ê serî netewînin
14:13 Ji bo malbata Şenyaşar serî li Komîsyona Lêkolînê ya Mafên Mirovan hat dayîn
14:08 HDP’ê li Nisêbînê ji xelkê re qala budçeyê kir
14:01 Mitînga “Banga Demokrasiyê” dest pê kir
13:14 Ferît Şenyaşar: 224 roj in çapemenî me paşguh dike
13:14 Rûniştina 5’emîn a Doza Kobanê dest pê kir: Girtiyan parastina xwe nekir
13:13 Cezayê girtîgehê li Mamedoglû yê HDP'î hatiye birîn
12:20 KMMK : Di meha îlonê de 8 kolber hatin kuştin
10:59 Berdevkê YPG'ê: Dibe mîna Efrînê li hev bikin
10:58 Di berdêla Idlibê de bazariya Til Rifat û Şehbayê
10:16 Li Wanê xwendekaran zemên xwarin û wargehê şermezar kirin
09:02 'Bi Doza Kobanê re siyaseta HDP'ê tê astengkirin'
09:02 'Yên ku tehamula wan ji rengên kurdan re nîne, wê çawa çareseriyê bîne'
09:02 Bişar Îçlî: Şirket-dewlet tovên xwecihî asîmîle dike
09:00 ROJEVA 18'Ê COTMEHA 2021'AN
08:29 Wênegir Burhan Gizlenmiş jiyana xwe ji dest da
17/10/2021
19:43 Durakoglu dîsa ji bo serokatiya Baroya Stenbolê hat bijartin
19:33 Sancar li sûka Mêrdînê serdana esnafan kir
18:09 Li Botanê kampanyaya "Dema azadiyê" didome
17:38 'Bikaranîna tiryakê li Tirkiyê zêde bûye'
17:37 Hunermendan li Amedê qedexekirina konsera NÇM’ê şermezar kirin
17:09 'Talankirina daran rawestînin'
16:05 Li Efrînê jinek du canî hat qetilkirin
15:45 Girtiyên ku guhertina odeyan qebul nekirin hatin derbkirin
15:34 Başaran: Em ê astengiyan bi têkoşîna jinan ji holê rakin
15:14 Aydenîz û Poyraz serdana Dayikên Aştiyê kirin
15:06 Li Semsûrê salvegera avakirina HDP’ê bi coş hat pîrozkirin
14:00 Mîtînga ‘Banga Demokrasiyê’: Em ê nîşan bidin ku em li ser piya ne
13:45 Polîsan li Dayikên Aştiyê ‘biçin ber HDP’ê alê vekin’ ferz kirin
13:24 Sancar: Werin em budçeya aştiyê çêbikin
12:41 Malbata Şenyaşar: Dê sûcdar rojekê hesab bidin
12:16 Encamên hilbijartina Iraqê aşkere bûn
11:56 Girtiyê nexweş Yalçin bi hinceta pandemiyê nayê derma kirin
09:18 Ji ber Talîbanê du caran terka warê xwe kir
09:13 Xizmê firar ê serokê AKP'î alîkarî ji polîsan wergirtiye
09:11 'Dolar difire, lê meaşên me weke xwe ne'
09:07 Bekîr Guvenê ji sedî 98 astengdar: Girtîgeh ne cihên girtiyên nexweş in
09:04 Projeya nexweşxaneyê betal kirin, li şûna wê hawiz û mala mamosteyan çêkirin
09:02 Dermanên wextê wan derbasbûyî dan girtiyên bi Covîd-19'ê ketin
09:00 ROJEVA 17'Ê COTMEHA 2021'Ê
16/10/2021
23:45 Nûçegihanê me û endamên ciwanan serbest hatin berdan
20:23 Îmamoglû: Pêdivî bi aştî û hiqûqê heye
20:03 Nûçegihanên me Sezgîn û Altûntaş hatin binçavkirin
18:44 Aydenîz: Dê aqûbeta AKP û MHP'ê jî wekî yên berê be
16:56 Jin li Qada Stasyonê ne: Denîz êdî deniza gel e
16:40 Li Edenê û Îskenderûnê salvegera HDP’ê hat pîrozkirin
16:14 Agirî xwe ji mîtîngê re amade dike
15:37 Şahidê zindî yê Komkujiya Dêrsimê Çorak jiyana xwe ji dest da
15:36 Li Şirnexê talankirina daran berdewam dike
15:35 Hevdîtina budçeyê ya bi cotkaran re: Rewş xira be
15:25 Qeymeqamtiyê konsera ‘Berbang’ ku walitiyê destûr dabû qedexe kir
15:24 'Bila girtiyê nexweş ê ji sedî 70 astengdar bê berdan'
14:55 ÎHD: Girtiyê nexweş Coşkûn bi rîska mirinê re rûbirû ye
14:54 Dayikên Şemiyê ji bo 11 gundiyên li Pasûrê hatibûn qetilkirin banga edaletê kirin
14:11 Jin li Qada Îstasyonê kom bûn
13:58 Ji bo girtiyê 12 caran emeliyat bûye banga berdanê hat kirin
12:40 Operasyona MÎT’ê ya “sîxurên Îranê” senaryo derket
12:38 Di Lijneya Giştî ya Baroya Stenbolê de nerazîbûna li dijî tecrîdê
12:30 Budçeya 2022’yan: Budçeya parastinê ji sedî 30 zêde bû
11:39 Fehîme Poyraz ji bo mîtînga jinan bang kir
11:23 Ji Doza Komkujiya Konyayê hevkariya dozger-çapemeniyê derket
11:22 7 kesên di 'operasyona' DAIŞ'ê de hatibûn binçavkirin hatin berdan
11:10 Malbata Şenyaşar: Em ê bi hev re edaletê pêk bînin
10:26 Navçeya ku 4 aliyên wê ave, bi salane pirsgirêka avê dijî
10:25 Nesrîn Nas: Deklarasyona HDP'ê firsendeke dîrokî ye
09:12 Belgeyek nû derbarê kurdên Ahiskayê de: Geşta Zagurskiy (1872)
09:11 Koçer îsal zû ji zozanan vegeriyan
09:10 Peykertiraş Saffan: Bila êdî mirov bes bikin qîrîn û hawar
09:10 Welatiyê gef lê hat xwarin giliyê polîsan kir
09:09 Goristana Stîyan a 2 hezar salî hê jî li ser piyan e
09:08 Ozdemîr: Bersiva Tirkiyeyê berevajîkirina meseleyê ye