EDENE - KESK, DÎSK, TTB û Baroya Edenê, serdana avahiya HDP'ê ya Navçeya Yuregîrê ya êriş lê pêk hatibû kirin.
Konfedarasyona Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û Baroya Edenê, serdana avahiya HDP'ê ya Navçeya Yuregîrê ya Edenê ku êriş lê pêk hatibû kirin. Di serdanê de nûnerên sendîkayan êrişa li HDP'ê hatibû kirin hat şermezarkirin û bal kişandin ser piştevanî û têkoşînê.